HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 12’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qada Şehîd Xebat ku girêdayî navçeya Adakliya Çewlikê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona ku yekîneyên biçûk ên kontra xebatên kemînavêtinan li dar xistine, heman rojê bi paş ve vekişiyaye.

2. Di 8’ê tebaxê de komeke kontra ku girêdayî artêşa TC’ê ye kincên gerîlayên me li xwe kirine û li herêma Şehîd Hesen ku girêdayî Pûlûmûra Dersîmê ye li ser navê tevgera me ji şivanên herêmê bi zorê 20 sewal desteser kirine. Ev bûyer tevahî bi armanca têkiliyên me û gel xera bikin li dar ketiye û ev provakasyonek e. Bila gelê me bizanibe bi vê bûyerê re tu têkiliya me nîne û divê gelê me li hember komên kontra hişyar bin.

3. Di 2’yê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Çiya Bankê û Geliyê Baskê ku girêdayî navçeya Gimgima Mûşê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Di operasyonê de li hember şivan û xwediyê zoman ji hêla leşkerên artêşa TC’ê ve zext hatine kirin û artêşa TC’ê di 5’ê tebaxê de bi paş ve vekişiyane.

15 Tebax 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê