Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 14’ê gulanê de Artêşa TC’ê li bejahiya gundê Kizilkîlîseyê ku girêdayî Kaxizmana Qersê ye operasyonek dabû destpêkirin û di vê operasyonê de saet di 14:00’an de di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de li Girê Qerergahê pevçûnek hatiye jiyandin. Di vê pevçûnê de mirî û birîndarên dijmin çêbûne, bes hejmara wan nehatiye zelalkirinê.
2. Di 14’ê gulanê de saet di navbera 20:00-22:00’yan de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Partîzan û girê Xerîb, gundê Mergeşîşê û qada Sûwara Hirçkinê ku girêdayî Heftanînê ne ji hêla Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.
3. Di 13’ê gulanê de saet di navbera 19:00-20:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Geliyê Sûlê û gundê Nizûrê ku girêdayî Heftanînê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.
15 Gulan 2010
Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG’ê