HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 13’ê gulanê de saet di 22:00’yan û di 14’ê gulanê de saet di 01:00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Bezenîkê û Tepê Xerip ku girêdayî Heftanînê ne, Artêşa TC’ê êrîşeke hawan û obûsan li dar xistiye.


 

2. Di 13’ê gulanê de saet di navbera 10:00-12:00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Girê Şehîd Colemêrg, Girê Hawan, Girê Petrot, gundê Şîfreza, Merganiş û qadên Kinyanîşê ku girêdayî Zapê ne, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.

3. Di 13’ê gulanê de saet di navbera 18:00-19:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Şikêre, Bêtalma û Girê Şehîd Kemal ku girêdayî Heftanînê ne, êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.

4. Di 13’ê gulanê de saet di 24:00’yan û di 14’ê gulanê de saet di 02:00’an de li Qadên Parastina Medya li hember Şikêre û Girê Şehîd Kemal û qada Bêtalma ku girêdayî Heftanînê ne, Artêşa TC’ê êrîşeke hawan û obûsan li dar xistiye.

5. Di 13’ê gulanê de saet di navbera 20:00-24:00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Girê Partîzan û Ava Sêvê ku girêdayî Heftanînê ne, Artêşa TC’ê êrîşeke hawan û obûsan li dar xistiye.

6. Di 13’ê gulanê de saet di navbera 19:00-20:30’an de li Qadên Parastina Medya li hember qada Xantûrê ku girêdayî Heftanînê ne, Artêşa TC’ê êrîşeke hawan û obûsan li dar xistiye. 

7. Di 13’ê gulanê de Artêşa TC’ê li hember hevrazên Pîro, Deşta Tarî û Dola Sa ku girêdayî Garisaya navçeya Dihê ya Sêrtê ne operasyonek li dar xistiye. Operasyona ku hetanî danê êvarî berdewam kiriye, bi paş ve vekişiyaye.

8. Di 12’ê gulanê de li hember qada Xapûşkê ku girêdayî Şemzînana Colemêrgê ye, Artêşa TC’ê operasyonek li dar xistiye. Di heman rojê de saet di 22:00’an de di navbera hêzên gerîlayên me yên YJA STAR’ê û leşkerên dijmin de pevçûn hatiye jiyandin û di vê pevçûnê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. Piştî pevçûnê ji hêla Artêşa TC’ê ve qada pevçûnê bi gurahî bi hawan û obûsan hatiye lêdan.

9. Di 12’ê gulanê de li hember qada Gepera Gevera Colemêrgê, Artêşa TC’ê operasyoneke li dar xistiye. Li hember hêzên operasyonê ji hêla gerîlayên me ve bersiv hatiye dayîn û pevçûn hatiye jiyandin. Di pevçûnê de mirî û birîndarên dijmin çêbûne, bes hejmar nehatiye zelalkirinê.

10. Di 12’ê gulanê de ji hêla Artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li hember qadên Satê, Çinar û Geliyê Bîra, Xeta Avaşînê û gundê Şetanûsê, êrîşeke hawan û obûsan li dar xistiye.

14 Gulan 2010

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê