HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 25’ê pûşperê de saet di navbera 05.00-16.00’an de li Qadên Parastina Medya li hember Girê Buhokê, Mila Bayê, Duavê, Geliyê Duavê, Deşta Birka, Gundê Koordîne û Girê Zendora Biçûk ku girêdayî Heftanînê ne, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.

2. Di 25’ê pûşperê de saet di navbera 05.00-06.00’an de balafirên şer ên dijmin li dij Çiyayê Cudî êrîşeke hewayî li dar xistine.

3. Di 24’ê pûşperê de danê sibehî ji hêla Artêşa TC’ê li hember Girê Helwesîsê, Derdora Gûzareşê û qada Berê Sîndê ku girêdayî Bilîcana Çelê ne operasyonek hatiye lidarxistin. Heman rojê ji hêla hêzên gerîlayên me ve li dij leşkerên ku derketine operasyonê çalakiyek hatiye li dar xistin û di vê çalakiyê de leşkerek dijmin hatiye kuştin û 2 leşkerên dijmin jî bi birîndarî xelas bûne. Piştî çalakiyê heman rojê dijmin bi paş ve vekişiyaye.

4. Di 24’ê pûşperê saet di navbera 20.00-21.00’an de gerîlayên me li hember leşkerên ku ewlekariya Qereqola Gulavê ku bi ser Depa Elezîzê ye digirin çalakiyek li dar xistine û di encama vê çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatine kuştin û eydî leşkerên dijmin gerîlayên me dest dane ser 2 çekên G-3 yek ji wan portatîf bûye. Piştî çalakiyê dijmin eletexmînî derdora xwe gulebaran kirine û 4 mirovên sivîl birîndar bûne. Dîsa qada çalakiyê bi firokeyên şer eletexmînî hatiye gulebarankirinê û bi desteka skorskyan operasyonek hatiye lidarxistin.

5. di 24’ê pûşperê de bi şev û bi roj ji hêla Artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li hember qadên Gundên Bezenîkê û Sonêi, Ertûş, Cîloya Biçûk, Girên Xeregol, Şikefta Birîndara û Qada Çiyareş ku girêdayî Zapê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxisitn.

26 Pûşper 2010

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG