HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 21’ê pûşperê de li bejahiya Kelkîta Gûmûşxaneyê di navbera hêzên gerîlayên e û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye û di vê pevçûnê de hevalên me yên bi navê Amed(Hemîd Ulaş) û Rêzan(Salih Ozcan) bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.

Agahiyên der barê hevalên şehîd de:

Amed - Hamit Ulaş

Amed Serdoz
Hamit ulaş
1976 /Farqîn, Amed
1992 / Amed
Makbule
M.Tahîr
21 Pûşper 2010 / Kelkît / Gûmûşxane

Amed Serdoz-Hemîd Ulaş

Rêheval Amed di sala 1976’an de li navçeya Farqîna Amedê hatiye dinê û di nava malbateke welatparêz de mezin bûye. Xwendina xwe hetanî dibistana dawîn temam kiriye. Di salên 90’î de ji pêlên siyasî û têkoşîna azadiyê ya partiyê bandor bûye û di sala 92’yan de tê Eyaleta Amedê û tevlî refên gerîla dibe. Di sala 93’yan de derbasî eyaleta Erziromê û di sala 94’an de li eyaleta Dêrsimê di nava pratîka şer de ciyê xwe digire. Rêheval Amed, hevalek xwedî însiyatîf, bi perwerde, di hunera rêvebirinê de xwedî ezmûn û xwedî behre bû. Di sala 95’an de derbas sehaya başûr dibe û di sala 97’an de li Kuro Jahroya Zapê di şerê başûr de çavek xwe winda dike. Digel ku çar caran birîndar dibe, wî tu carî moralê xwe winda nedikir û bêyî ku tevlîbûna xwe kêm bike, her dem di şer de bi jîrbûna xwe ji hevalên xwe re dibû pêşeng. Rêheval Amed, di sala 97’an de diçe qada Serokatî. Piştre derbasî Koçgirî û Qeredenîzê dibe û di sala 99’an de dîsa dizivire sehaya başûr. Piştî ku li Xinêrê perwerdehiya bîrdozî dît, li Xakurkê xebatên xwe yên şoreşgertiyê domand. Li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz perwerdehî dibîne. Ji bona ku bi awayekî çalak tevlî pratîka bakur dibe pêşniyar xwe dike. Rêheval Amed hevalekî xwedî kapasîteyeke bîrdozî, felsefe û di fermandariyê xwedî taqtîk bû. Di 18 sal jiyan xwe ya gerîlatiyê de mohra xwe li gelek pratîkan da û her dem ji rêhevalên xwe û Serokatî re bi layîqî tevgeriya û wekî gerîlayekî her dem berxwedaniyê esas girt, radest nebû û bi lehengî şer kir û şehadeta xwe doza azadiyê tacîdar kir.

Rêzan - Salih Özcan

Rêzan Serhat
Salih Ozcan
1980 / Gimgim,Muş
2003 / Qibris
Rukiye
Mahmut
21 Pûşper 2010 / Kelkît / Gûmûşxane

Rêzan Serhed-Salih Ozcan

Rêheval Serhed di sala 1980’yî de li Gimgima Mûşê hatiye dinê û xwendina xwe hetanî dibistana bilind didomîne. Demekê wekî teknîkerê avahîsaziyê dixebite. Ji mafdariya tevgera azadiyê û azadkirina wê ya kes û civakê bandor dibe û tevlî dibe. Di sala 2003’yan de ji Qibrisê tevlî gerîla dibeû li Qendîl, Zap û Amedê dimîne. Piştî xebatên xwe yê li başûr, di sala 2006’an de pêşniyara xwe ji bona bakur dike û bi awantaja xwe ya ciwantî, çalakbûniyê bikar tîne û dibe xwedî şerekî hêja. Her dem daxwaza wî ew e ku, di şer de bibe xwedî tecrûbe û bi awayê herî baş ji gelê xwe û tevgerê xizmet bike. Di vê bingehê de diçe eyaleta Amedê. Tevlî gelek çalakiyan dibe û dibe xwedî ezmûneke mayinde. Piştî pratîka xwe ya çar salan, rêheval Rêzan dibe gerîleyekî xwedî disîplîn û bi pejinkariya xwe tê naskirinê. Wekî gerîlayekî ku layîqî gelê xwe bû, her dem berxwedaniyê esas girt, radest nebû û bi lehengî şer kir û şehîd ket.

27 Pûşper 2010

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG