HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 3’ê Avrêlê de saet li derdora 14.30’ande li navçeya Colemergê Çelê,  li dijî yekîne yên girêdayî Tabûra Topvan ên Serê Sêvê ku dixwestin ji mintika Girê Ortê sînor derbas bikin, ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke sûîkastê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin leşkerekî dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin.

 

2. Di 2’ê Avrêla saet li derdora 17.00’ande li navçeya Colermergê Çelê ji aliyê yekîneyên dijmin ê girêdayî qereqola Bilîcanê ku dixwestin bikevin Herêmên Parastina Medya ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 5 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiyê bi 15 deqan li dijî leşkerên ku dixwestin werin ser laşên leşkerên xwe ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke duyemîn hatiye lidarxistin.  Di encama çalakiya duyemîn de jî  3 leşkerên dijmin hatiye kuştin.  Li gel 8 kuştiyê dijmin gelek leşkerên dijmin  jî hatiye birîndar kirin. Piştî çalakiyê Artêşa TC’ê bi du helîkopterên skorsky du caran kuştî û birîndarê xwe rakirine. Piştî çalakiyan ji aliyê Artêşa TC’ê li dijî herêma çalakiyê û herêma Ertûşê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.  Herweha ji aliyên leşkerên dijmin ên li herêmê li derdora xwe bê ser û ber gule direşîn in.

3. Di 3’ê Avrêlê de di navbera saet 17.00-18.00’ande ji bo piştgiriyê bide sînorderbaskirina Artêşa TC’ê li  dijî leşkerên Tabûra Topvan a Serê Sêvê ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke sûîkastê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkereke dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin.

4. Di 3’ê Avrêlê de ji saet 19.00’an û vir ve li Herêmên Parastina Medya li dijî Çiiyayêreş, Gundên Nêrweh, Ditaza, Sarkê, Girên Ferhat û Angola ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşên havan û obusan bi navber tê lidarxistin.

4 Avrêl 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê