HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 2’ê Avrêlê de di derdora saet 14.30’ande li navçeya Şirnex Hezexê ji aliyê yekîneyên girêdayî qerekola Kewaxê li dijî herêmê operasyonek hatiye lidarxistin.  Li dijî hêzên dijmin ên derketine operasyonê ji aliyê gerîla yê me ji bo bîranînê hevalê me yê li Gabarê şehîd ketine çalakiyeke bersivdayinê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de 2 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê hatine kuştin, hejmara birîndarê dijmin jî nehatiye zelal kirin. Piştî çalakiyê ji aliyê Artêşa TC’ê bi panzêr û tankan li herêma çalakiyê bombe hatiye barandin.

2. Di 31’ê Adarê de di derdora 22.15’ande li navçeya Mêrdînê Nisêbinê li dijî 2 jê sivîl 6 polîsan ji aliyê yekîneyên me yê xweparastinê çaliakiyek hatiye ldiarxistin. Di encama çalakiyê de 2 polîs bi giranî hatiye birîndar kirin. Piştî çalakiyê dijmin li derdora xwe bê ser û ber gule reşandiye. Nûçeyên dijmin ji bo vê çalakiyê di çapemeniya xwe weke bombeya deng dide ji rastiyê dûr e.

3. Di 29’ê Adarê de li herêma Mêrdînê Omeryanê li dijî herêmên Serêkanî, Kurîşî û Kirêsê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona ji aliyê Artêşa TC’ê hatiye lidarxistin di 30’ê Adarê de bêencam paş de zîviriye.

4. Di 29’ê Adarê de li navçeya Mêrdînê Nisêbînê li dijî herêmên Baminê, Bêlinê û Hepşê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin.  Operasyona ji aliyê Artêşa TC’ê hatiye lidarxistin di 30’ê Adarê de bêencam paş de zîviriye.

3 Avrêl 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê