Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Sibeha 8’ê Hezîranê bûyera ku li nêzî Derkarê qewimî ti têkiliya xwe bi hêzên me re nîne.
2 Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike. Di encama êrîşên bê ku hedef bên nîşandan de, zirar digihêje bax û baxçeyên gelê me yê Başûrê Kurdistanê. Şewata ji ber van bûyeran derketin, texrîbatek mezin daye daristanên herêmê.
Agahiyên berfireh ên li ser êrîan wiha ye:
– 7’ê Hezîranê saet 11:00’an ji qereqolên artêşa TC’ê yên li ser sînor derdora Gundê Orê yê herêma Metîna bi çekên giran bombe dike. Di encama bomberdûmana dijwar de zirarek mezin digihêje bax û baxçeyên gelê me yên sivîl, şewata ji ber bomberdûmana ya li herêmê didome.
– 7’ê Hezîranê saet di navbera 22:00-23:00’^an de helîkopberên artêşa Tirk ên şer devera Girê Zendûra, Keste, Dararê yên Medîna li gel derdorîa gundê Hirorê bombe kirin.
– 7’ê Hezîranê saet di navbera 12:40 û 22:50’î balafirên şer bombe li Werxelê ya Avaşîn barandin.
– 7’ê Hezîranê saet 00:10-00:20’î helîkoperên şer devera Mamreşo û Mervanos bombe kirin.
– 7’ê Hezîranê saet 13:20’î balafirên şer qada Kurojehro ya Zapê bombe kir. Di vê bomberdûmanê de şewata li herêmê derketî dewam dike.
– 8’ê Hezîranê saet 07:30’î balafirên şer bombe li bejahiya gundê Şkefiyan a devera Meyrokê ya Dihokê ya Gerê bombe kirin.
Di van bomberdûmana de ziyan bi hevalên me nebûye.
8’ê Pûşpera 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê