HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal; 8'ê Hezîranê saet di 23:45'an de li herêma Metînayê ji hewayê li dagirkerên li ser Girê Azad xistin.

Çalakî bi rengekî serketî pêk hat.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

– 7'ê Hezîranê saet di 16:00 de li herêma Xakurkê, li dijî dagirkerên li ser Girê Lêlikanê çalakiyek hate lidarxistin. Dema ku dagirker li hev civiyan çalakî hate lidarxistin û herî kêm leşkerek hate cezakirin.

– 7'ê Hezîranê li herêma Avaşînê, dagirkerên ji Geliyê Banistayê ber bi qada Werxelê ve diçûn hatin şopandin û 8'ê Hezîranê saet di 07:00 de bi rêbaza sabotajê 3 caran li wan hate xistin. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û dagirkerên birîndar bûn nehate zelalkirin.

– 7'ê Hezîranê saet di 15:00 de li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên ku hewl dan bikevin tunelên şer ên li qada Werxelê çalakî hate lidarxistin. Bi derba xurt 2 dagirker hatin cezakirin. Li heman herêmê li qada Kîlîse jî li dagirkeran hate xistin, lê hejmara dagirkerên hatin cezakirin nehate tespîtkirin.

– 7'ê Hezîranê li qada Werxelê bi çekên giran û ferdî li dagirkeran hate xistin.

– 7'ê Hezîranê saet di 19:30'î de li qada Werxelê li dijî dagirkerên li Tengava Kîlîseyê bi rêbaza sabotajê çalakî hate kirin.

– 9'ê Hezîranê saet di 03:30'î de li dijî dagirkerên ku hewl dan bikevin tunelên şer ên li qada Werxelê ya herêma Avaşînê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku bi çekên ferdî hate kirin 3 dagirker hatin cezakirin. Saet di 03:40'î de li dijî dagirkerên ku li ber çepereke şer li hev civiyan bi rêbaza sabotajê 2 caran çalakî hatin lidarxistin. Li vir jî dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Saet di 04:10'an de li dijî dagirkerên ku li ber çeperên şer li hev civiyan çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de ku hêzên me xwe berdan nava dagirkeran, 6 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

– 9'ê Hezîranê danê sibehê li dijî dagirkerên ku xwestin bikevin tunelên şer ên li qada Werxelê, bi çekên ferdî û nîv otomatîk çalakî hate lidarxistin. Şerê giran ê li vê qadê dewam dike.

3. Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û balafiran êriş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

– 8'ê Hezîranê saet di 11:00 de li herêma Garê, nehiya Şikeftiyan a ser bi Çemankê ya navçeya Duhokê bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin.

– 8'ê Hezîranê saet di navbera 00:00-00:20'î de qada Şekif a herêma Xakurkê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

– 8'ê Hezîranê saet di 18:30'î de li herêma Avaşînê qada Werxelê bi balafiran hate bombekirin.

– 8'ê Hezîranê saet di navbera 22:40-00:00 de li herêma Avaşînê qadên Werxelê, Dola Maran, Dola Konferansê, Mamreşo û Mervanosê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

– 8'ê Hezîranê saet di navbera 23:00-00:00 de li herêma Zapê qada Cîlo yê Biçûk bi balafirên şer hate bombekirin.

Ji ber van bombardûmanan tiştek bi hêzên me nehatiye.

9’ê Pûşpera 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê