Çapemenî û Raya Giştî Re!
Artêşa Tirk a dagirker 20'ê Çileyê bi du daxuyaniyên cuda îdîa kir ku li herêma Garê 9, li herêma Zapê jî 10 windahiyên me hene.
Pêwendî bi hemû fermandariyên me re hate danîn û eşkere bû ku artêşa Tirk a dagirker bi temamî derew kiriye û îdîayên xwe rast nîne. Di bombardûmana artêşa dagirker de ku me li jêrê bi berfirehî rave kir, ti windahiyên me çênebûye. Artêşa dagirker ku ji operasyonên şoreşgerî yên dawî û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derbên giran xwar û hejiya, bi nûçeyên derewîn hewl dide raya giştî bixapîne û hêzên faşîst motîve bike. Artêşa Tirk a dagirker ji ber ku bêçare maye dest bi derewan dike, lewma divê kes guh nede van derewan.
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
— 18'ê Çileyê saet di 16:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkrean hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.
— 21'ê Çileyê saet di 08:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekçên nîv otomatîk derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
— 22'ê Çileyê saet di 10:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku li dora wesayiteke leşkerî kom bûbûn. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.
2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi dronên teqemenî barkirî;
— 17'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li Zapê çepera me ya şer carekê bi teqemeniyên qedexekirî hate bombekirin.
3. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
— Ji 16'ê Çileyê heta 23'ê Çileyê li herêma Garê qadên Siyanê, Girê Reşît, Girê Sîser, Zêvkê, Sêdarê 14 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Girê Cûdî, Girê Bahar, Girê Amediyê 9 caran, li herêma Xakurkê Girê Berbizina, Neqeba Berbizina, Ava Lolanê, Kuça Xecerê, Şeqadên Şehîd Şerîf û Kolîtê 17 caran, li herêma Metînayê qadên Dergelê, Şêlazê, Serê Metîna 4 caran, li herêma Zapê jî Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm carekê; bi giştî 45 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
— 20 û 21'ê Çileyê herêmên Zap û Xakurkê bi helîkopteran hatin bombekirin.
— Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan ahtin bombekirin.
23’ê Çileyê 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê