Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
— 23'ê Çileyê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan ku hewl didan bi cih bibin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
— 24'ê Çileyê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.
2. Li herêma Xakurkê;
— 24'ê Çileyê saet di 17:30'î de li Girê Şehîd Kamûran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
— 24'ê Çileyê saet di 17:40'î de li Girê Şehîd Heqî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi dronên teqemenî barkirî;
— 23'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên me yên şer carekê bi droneyeke bombebarkirî hate bombekirin.
4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
— 21, 22, 23, 24 û 25'ê Çileyê qada Deşta Kafya ya Garê 13 caran, qadên Dergelê, Serê Metîna, Beşîlî yên Metînayê 5 caran, Geliyê Lolanê û qada Sinînê yên Xakurkê 5 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran; bi giştî 26 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
— 24'ê Çileyê herêma Xakurkê bi helîkopteran hate bombekirin.
— Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.
5. 24'ê Çileyê saet derdora 11'an hêzên me yên ku bi 2 wesayitan diçûn Girê Amediyê li qada Sergelê ketin kemîna hêzên PDK'ê. PDK li ser rê bi wesayiteke ku doçka li ser bû ketibû kemînê û gule li hêzên me reşand. Li ser vê yekê hêzên me ji wesayitan peya bûn û bersiv dan û demeke kurt şer qewimî. Di vê navberê de balafirên keşfê yên Tirk ketin dewrê û li ser herêmê firiyan. Di encama gulereşandina hêzên PDK'ê de 2 hevalên me birîndar bûn, her wiha wesayitên me jî li qadê têk çûn û ji neçarî li cihê bûyerê hatin hiştin. Piştre balafirên şer ên Tirk jî destwerdan kirin û bombe li herdu wesayitan barandin. Bûyer bi vî rengî qewimî.
Daxuyaniya ku li ser vê mijarê bi navê Wezareta Karên Hundir hate dayin bi temamî berevajîkirina rastiyan e. Şer ji ber kemîna ku danîbûn pêşiya hêzên me qewimî. Em li hemberî dewleta Tirk a ku Kurdistan dagir kiriye di nava şer de ne. Cihê şermê ye ku di rewşeke bi vî rengî de hêzeke Kurd derkeve pêşiya me û xizmetê ji hêzên dagirker re bike. Em hêvîdarim ku rewşeke bi vî rengî careke din dubare nebe. Tevî her tiştî jî em ê helwesta xwe ya berpirsyarane dewam bikin.
25’ê Çileyê 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê