HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal Amed di çarçoveya pêngava 'Dem Dema Azadiyê Ye' de;

- 28'ê Cotmehê saet di 09:30'î de li herêma Heftanînê bi balafirên bêmirov ên bi çek li dagirkerên li ser Girê Şehîd Bêrîvan xistin.

- 29'ê Cotmehê saet di 20:25'an baregeha Girê Biyê ya artêşa Tirk a dagirker a li nehiya Bêgova ya navçeya Zaxoyê bi balafirên bêmirov ên biçek hate bombekirin.

Di herdu çalakiyan de jî bi rengekî serketî hedefên hatibûn diyarkirin, hate lêdan û dagirker hatin cezakirin.

Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Skenderûnê hatiye lidarxistin.

2. Hewldanên PDK'ê yên ji bo bicihkirina hêzên xwe li gund û qadên derdora navçeya Akrê ya herêma Garê dewam dikin. Hîn jî çekên giran, wesayit û hêz ber bi herêmê ve tên veguhastin û liv û tevgera navborî tevî zêdebûnê berdewam dike.

30’ê Cotmeha 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê