HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Di 17 û 18'ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Difinê ya çiyayê Cûdî ya Şirnexê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kiribû û di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me de şerekî giran qewimî bû. Di vê operasyona dagirkeriyê de ku du rojan dewam kir, hevrêyên me Rûken, Îhsan û Çiya bi lehengî şer kirin, derbên giran li dagirkeran xistin û şehîd bûn.

 

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Rûken Cûdî

Nav Paşnav: Emîne Başak

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Fatma-Hacî

Dem û cihê şehadetê: 18'ê Cotmeha 2020 / Cûdî

Rûken – Emîne Başak

Nasnav: Îhsan Nûrî Agirî

Nav paşnav: Mehmet Nûrî Hûsîdûr

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Dayik-Bav: Bîrsen-Remzî

Dem û cihê şehadetê: 18'ê Cotmeha 2020 / Cûdî

Îhsan Nûrî – Mehmet Nûrî Hûsîdûr

Nasnav: Çiya Harûn

Nav paşnav: Sadik Yurek

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav:

Dem û cihê şehadetê: 18'ê Cotmeha 2020 / Cûdî

Çiya – Sadik Yurek

Hevrêya me Rûken li nava malbateke welatparêz a li warê welatparêziyê yê Kurdistanê li Botanê ji dayik bû. Ji ber vê nasnameya malbata xwe hevrêya me Rûken hîn di zarokatiyê de Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û piştî ku demekê li qada karên legal xebitî, berê xwe da nava refên gerîla. Ji dema ku tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û pê ve bi baldarî û daxwazeke mezin hewl da jiyana gerîla nas bike; her ku jiyana gerîla, têkiliyên hevrêtiyê yên li nava gerîla û felsefeya Rêbertî nas kir hîn bi xurtî û bi eşqeke mezin bi gerîla û feslefeya jiyanê ya Rêber Apo ve hate girêdan. Hevrêya me Rûken ev dilsozî û sekna jina azad a ku xwe ji nû ve diafirand, bi îdeolojiya Rêber Apo xwedî kir. Bi vî rengî bû nîşaneya şênber a guherîn û veguherîna mezin a jinan bi Tevgera Azadiyê li Kurdistanê bi dest xistine. Hevrêya me Rûken li dijî zîhniyeta bi serweriya mêr, girîngiya Artêşbûna Jinê baş fêhm kir û bû fermandareke biryardar a YJA Starê. Bû hevrê û şopdareke xurt a Bêrîtan, Azîme û Zîlanan. Hevrêya me Rûken ku haya xwe ji zor û zehmetiyên pêvajoya heyî hebû, bi vê têgihiştinê erk û berpirsyariyên xwe yên demê bi cih dianî. Li qada Cûdî ku bi hesreteke mezin lê vegeriya, her kêliya xwe bi berpirsyarî derbas kir ku hêjayî hevrêyên xwe yên şehîd bibe. Bi biryardarî û cidiyeteke mezin tevlî her karî dibû û serketin weke yekane pîvan danî pêşiya xwe. Li ser vê bingehê tevlî her çalakiya li dijî artêşa Tirk a dagirker bû. Hevrêya me Rûken bi vê taybetmendiya xwe, bi sade, xwezayî û hevaltiya xwe, cihê xwe di dil û mejiyê hevrêyên xwe de girt.

Hevrêyê me Îhsan Nûrî li nava malbateke welatparêz a li Agiriyê ji dayik bû, zû bi polîtîkayên qirker nijadperest ên dewleta Tirk a mêtinger qirker ên li dijî gelê Kurd hesiya û li dijî vê yekê kete nava lêgerînekê. Hevrêyê me Îhsan felsefeya Rêber Apo nas kir û berpirsyariyên xwe di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de dît. Li ser vê bingehê sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû. Li çiyayên azad di her kêliyên perwerdeyê de xwe ji nû ve diafirand û di xeta milîtaniya fedayî de şareza dibû. Hevrêyê me Îhsan Nûrî her wezîfeya ku pê radibû bi cidiyet û hesasiyeteke mezin bi cih dianî, bi vî rengî di rêya fermandariya pêşeng de bi biryardarî meşiya. Dema ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe giran kir, di şerê dijî dagirkeran de cihê xwe li refên herî pêş girt û bi têgihiştina pêşengiyê û kedeke mezin tevgeriya. Hevrêyê me Îhsan Nûrî ku li eniya berxwedanê bi pêşengî û bi taybetmendiya xwe ya gelêrî, bi kedkariya xwe dihate naskirin, li Botanê tevlî gelek çalakiyan bû, derbên giran li dewleta Tirk a mêtinger xist û her tim bi rêbaza fedayî ya Apoyî tevgeriya.

Hevrêyê me Çiya li nava malbateke welatparêz a Sêrtê ji dayik bû, polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî welatparêziya Botanê û hewldanên ji bo tunekirina dilsoziya Botaniyan a bi xaka xwe re dît û li dijî zîhniyet faşîst ji bo cihê xwe di nava berxwedana rûmetê de bigire tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Çiya ku bi kedkarî û fedakariya xwe dihate naskirin kevneşopiya berxwedêrî û welatparêziya xwe bi rêbaza milîtaniya Apoyî re kir yek û veguherî îradeyeke xurt. Her wezîfe û berpirsyariya xwe bi serketineke mezin bi cih anî. Bi kesayetiya xwe ya fedayî Û kedkariya xwe şopeke mezin li Botanê hişt.

Van hevrêyên me bi sekn, têkoşîn û şehadeta xwe li Cûdî destana lehengiyê nivîsandin. Di serî de malbatên hêja yên van şehîdên me yên leheng em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê mîrateya şehîdan bi ser bixînin.

30’ê Cotmeha 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê