Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Artêşa Tirk a dagirker ku ruxmê hemê derfetên xwe yên teknîkî bikartîne nikare li Herêmên Parastinê yên Medya encam bigire, Qadên Berxwedanan 24 caran bi balafirên şer, û sedan caran jî bi obusan bombebaran kirin.
Di heman demê de 26 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyên mezin ve çeperên şer yên gerîla bombebaran kir ku ev sucê şer e. Hêzên me li hemberî artêşa Tirk a ku hemû rêbazên qirêj ên şer bikartîne çalakiyên bibandor lidarxistin û encama van çalakiyan de 10 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî hatin birîndar kirin.
Hurgiliyên çalakiyên ku hatin kirin wiha nin:
1. Li Herêma Avaşîn;
– Di 18’ê Gulanê saet di 17.00’an de dagirkeran xwestin bi çekên kîmyewî Qadên Berxwedanê yên Werxelê bombardûman bikin. Hêzên me bi çekên giran li van dagirkeran dan. Di encama vê çalakiyê de dagirker neçar man, qedemeyekê vekişin.
– Di 18’ê Gulanê de saet di navbera 11.00 û 18.00’an de artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan Qada Berxwedanê ya Werxelê 11 caran bombardûman kirine.
2. Li Herêma Zapê;
– Di 18’ê Gulanê de saet di 20.00’na de hêzên me li dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Cehennem a girêdayî Qada Berxwedanê ya Çiyareş dane. Di 19’ê Gulanê saet di 12.00’an de dema ku dagirker di tevgerê de bûn, hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran dan. Li vir 2 dagirker birîndar bûn.
– Di 18’ê Gulanê de saet di 12.30’an de dagirkeran hewl dan çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi teqemeniyan bombebaran bikin. Hêzên me bi çekên ferdî li dagirkeran dan û li vir 2 dagirker hatin cezakirin.
– Di 19’ê Gulanê de saet di 04.50’an de dagirkeran hewl dan li çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara teqemeniyan bi cih bikin. Hêzên me li van dagirkeran dan û di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin.
– Di 19’ê Gulanê de di danê nîvro de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara dan.
– Di daxuyaniya me ya 19’ê Gulanê de; me agahî parve kir ku cenazeyên dagirkeran yên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara di bin kontrola hêzên me de ne. Dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara di 19’ê Gulanê saet 10.30 heya saet 07:00’an de ber bi çeperên şer ve biçin û cenazeyên xwe bigirin. Ev dagirker ji aliyê hêzên me ve yek bi yek bûn hedef û 3 dagirker hatin cezakirin. Cenazeyên dagirkeran qismî di bin kontrola hêzên me de ne. Dagirkerên ku heman rojê saet di 15:30 de xwestin êrîş bikin, bi çekên ferdî hatin hedefgirtin û li vir 3 dagirker hatin cezakirin.
– Di 19’ê Gulanê saet 16.00’an de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ji aliyê dagirkeran ve 2 caran bi teqemenî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.
– Di 19’ê Gulanê saet 06:45 û 09:45’an de dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Tolhildan ên Qada Berxwedanê ya Kurojahro ve bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve 3 caran hedef hatin girtin. Her wiha car caran pevçûn derketin. Di encama çalakiyên hêzên me de, dagirker nekarîn bi pêş ve biçin û gavekê paşde vekişîn.
– 19’ê Gulanê saet 21.15-22.00’an artêşa TC’ê ya dagirker qadên Şehîd Harûn û Şehîd Dîdar ên Qada Berxwedanê ya Kurojahro’yê bombebaran kiriye û liv û tevgera helîkopteran li vir çêbûye.
– Di 19’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker 13 caran bi çekên kîmyewî û teqemenî çeperên şer ên Şikefta Birîndara, Şehîd Berxwedan û Şehîd Hewrê bombebaran kir.
3. Artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê û obusan Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.
Agahiyên berfireh ên êrişan wiha ne:
– Di 19’ê Gulanê de Girê Amediye, Girê Cûdî, Girê FM, Şehîd Harûn, Çemço, Gundê Rençbir Axa û herêma Şehîd Dîdar ên girêdayî Zapê bi obus, helîkopterên êrîşê yên li ser xeta sînor û 15 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
– Di 19’ê Gulanê de ji qereqolên li ser xeta sînor Girê Hekkarî ya herêma Metîna bi obusan û 9 caran bi balafirên şer bombebaran kir.
– Di 19’ê Gulanê de ji qereqolên li ser xeta sînor quntarên Girê Şekîf ê herêma Xakurkê bi obusan hate bombekirin.
20 ê Gulan a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê