HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Li herêmên Zap û Avaşînê li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger, berxwedana dîrokî ya hêzên me dewam dike.

Hêzên me di nava şert û mercên herî giran de bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe didin, şer dikin û derbên giran li dagirkeran dixin. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî hêzên me bi bikaranîna çekên kîmyewî bênavber sûcên şer dike. Tevî ku dagirkeran 39 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li çeperên berxwedanê barandin, hêzên me gelek çalakiyên xurt lidar xistin. Di encama van çalakiyan de 15 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û konekî leşkerî hate îmhakirin.

Hêzên me yên li Zap û Avaşînê, di şexsê rêberê me yê nemir ê şoreşger hevrê Hakî Karer de ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê çalakî lidar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha nin:

1. Li Herêma Avaşîn;

– 17'ê Gulanê saet di 17:00 de li qada berxwedanê ya Şehîd Dilgêş a li Mervanosê, hêzên dagirker ên ji bo armanca leşkerî rê çêdikirin, ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin û ji nêz ve li dagirkeran hate xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

– 18'ê Gulanê saet di 16:45 û 17:00 de li dijî dagirkerên ku dixwestin bi çekên kîmyewî bombeyan li Qada Berxwedanê ya Werxelê bibarînin, bi çekên giran û sabotajê hêzên me çalakî kirin. Di encama van çalakiyan de dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin?

– 18'ê Gulanê saet di navbera 10:00-18:00 de artêşa Tirk a dagirker 22 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li Qada Berxwedanê ya Werxelê barandin.

2. Li Herêma Zapê;

– 18'ê Gulanê saet di 12:30'î de hêzên dagirker xwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran ve bên, hêzên me jî bi sûîqestê li dagirkeran dan û di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Saet di 13:40'î de hêzên me vê carê ji cihekî nêz ve li dagirkeran xistin. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin. Heman rojê saet di 14:30'î de dagirkeran xwestin bi pêş ve biçin. Hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî careke din li dagirkeran xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. Cenazeyên 2 dagirkerên hatin cezakirin li qada di bin kontrola hêzên me de ne man, danê êvarê artêşa Tirk a dagirker karîbû cenazeyekî bibe.

– 19'ê Gulanê saet di 05:10'an de li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, dagirkeran xwestin bi teqemeniyan êrişî çeperên şer bikin. Hêzên me bi çekên ferdî li dagirkeran dan. Di encamê de teqemeniya dagirkeran bi dagirkeran teqiya û 2 dagirker hatin cezakirin.

– 18'ê Gulanê saet di 11:10'an de konekî dagirkeran ê li dora çeperên şer ên li qada Şehîd Berxwedan a li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, ji aliyê hêzên me ve hate îmhakirin. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehate tespîtkirin.

– 18'ê Gulanê saet di 12:30'î de li dijî dagirkerên li dora çeperên şer ên Kevirêkun ê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, hêzên me ji nêz ve bi çekên ferdî çalakî kirin. Di encama vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran bi du helîkopterên êrişê xwestin bombeyan li qadê bibarînin. Bi destwerdana hêzên me re neçar man ji qadê biçin.

– Di 18’ê Gulanê de bi şev dema helîkopterên êrişê xwestin qada Qela Çemço bomberdûman bikin, hêzên me li helîkopteran reşandin. Ji ber mudaxeleya hêzên me helîkopterên êrişî neçar man ji qadê vekişin.

– Di 18 û 19’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker 17 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên li Şehîd Berxwedan û Qada Berxwedanê ya Girê Cehennemê bomberdûman kirin.

3. Artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê û obusan Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir.

Agahiyên berfireh ên êrişan wiha ne:

– Di 18’ê Gulanê de qadên Girê Amediyê, Girê Cûdî, Girê FM, Karker, Girê Ortê, Çiyareş, Kurojahro, Saca, Çemço, Sîda û Girê Rûbar bi obusên ji qereqolên li ser sînor, helîkopterên êrişê û 29 caran bi balefirên şer hatine bombekirin.

– Di 18’ê Gulanê de jî Girê Hakkarî yê girêdayî herêma Metînayê 2 caran bi balefirên şer hate bombekirin. 

– Di 18’ê Gulanê de berpalên Girê Şekîf ên herêma Xakurkê 2 caran bi balefirên şer hate bombekirin.

19 ê Gulan a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê