HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Berxwedana bi heybet û çalakiyên bibandor yên Gerîlayên Azadiya Kurdistan bênavber berdewam dike.

Artêşa dagirker a Tirk ruxmê ku Qadên Berxwedanê 38 caran bi çekên kîmyewî, 56 caran bi balafirên şer û sedan caran jî bi obusan bombebaran kirin tu encam bidest nexistine. Çalakiyên ku di pêşengiya YJA Star de tên kirin de jî; 15 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker hatin birîndarkirin, 1 kameraya mobesse hate tunekirin û 2 dron hatin derbkirin.

Hurgiliyên çalakiyên ku hatin kirin wiha nin:

1. Li Herêma Zapê;

– 18’ê Gulanê danê nîvro, dagirkerên li herêma Kurojahro bi çekên giran ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Hedefên ku di vê çalakiyê de hatine destnîşankirin bi awayekî serkeftî li wan hatiye xistin.

– 20’ê Gulanê saet 18:40’an de, dagirkerên ku dixwestin xwe li derdora çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ên Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi cih bikin, ji aliyê hêzên me ve ji nêz ve hedef hatin girtin. Di encama vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin û 1 pergala kameraya mobesse jî hate derbkirin. Piştî ku artêşa Tirk a dagirker şeva 21’ê Gulanê bi helîkopterên êrîşê herêm bi dijwarî bombebaran kir, bi helîkopterên Skorsky windahiyên xwe rakirin.

– 21’ê Gulanê saet 16:15’an artêşa TC’ê ya dagirker piştî ku çeperên şer ên Şehîd Hewrê yên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi teqemeniyan bombebaran kir, xwest bi pêş ve biçe. Ev dagirker ji aliyê hêzên me ve bi taktîkên sabotajê hatin hedefgirtin û li wan hate xisin. Li wir 2 dagirker hatin cezakirin.

– Roja 21’ê Gulanê di saet 16:30’an de, dagirkerên ku li derdora çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ên Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn di nava tevgerê de bûn, ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin hedefgirtin û ji nêz ve li wan hatiye xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

– Roja 21’ê Gulanê saet 11:50’î dronek ku li ser çeperên şer ên Şehîd Tolhildan ên Qada Berxwedanê ya Kurojahro digeriya ji aliyê hêzên me ve hate derbkirin.

– 21’ê Gulanê danê nîvro çeperên şer ên Şehîd Tolhildan ên Qada Berxwedanê ya Kurojahro ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve 7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin. Piştî bombebaranê di saet 15:30’an de komeke dagirker bi kincên parastina li hember kîmyewî xwestin ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçin. Ev dagirker ji aliyê hêzên me ve bi taktîkên sabotajê hatin hedefgirtin û li wan hat xistin. Dema ku dagirkerên ku qedemeyek bi paşde vekişiyan, xwestin careke din bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve bi bombe û çekên ferdî bi awayekî bandor li wan hate xistin. Heman rojê saet 17:25’an de dagirker careke din bûne hedef û ji nêz ve li wan hat xistin. Di encama van rêze çalakiyên hêzên me yên YJA Starê de herî kêm 6 dagirker hatin cezakirin û 3 jî birîndar bûn.

– 20’ê Gulanê saet 22:30’an de dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve bi çekên ferdî li wan hate xistin û 1 dagirker hate cezakirin.

– Roja 21’ê Gulanê saet 19:20’an droneke teqemenî lê barkirî ya ku li herêma Şikefta Birîndara digeriya ji aliyê hêzên me ve hatiye derbkirin.

– 21’ê Gulanê bi şev helîkopterên êrîşê ku xwestin herêmên Şikefta Birîndara, Karker û Çemço bombe bikin, rastî gulebarana hêzên me hatin. Di encama mudaxeleya hêzên me de helîkopter neçar man ji qadê dûr bikevin.

– Di 21’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker 31 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyên ku dûmanên bi rengên cuda derdixin çeperên şer ên Şehîd Hewrê, Şehîd Berxwedan, Şehîd Şahîn, Şehîd Tolhildan, Şikefta Birîndara û Çiyareş bombe kirin.

2. Artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê û obusan Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.

Agahiyên berfireh ên êrişan wiha ne:

– Di 20 û 21’ê Gulanê de balafirên keşfê yên bêdeng û biçûk li ser herêmên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê Bihar û gundên Kanê, Sergelê, Dêreşê, Guherzê, Berçiya û Mijê yên navçeya Amediyê geriyane. Ev tevger hê jî didome.

– Di 21’ê Gulanê de qadên Girê Hakkarî, Girê Çarçel û Girê Ortê yên herêma Metîna ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan û 13 caran jî bi balafirên şer hatine bombekirin.

– Di 21’ê Gulanê de quntarên Qada Berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê bi obusên ji qereqolên li ser xeta sînor hatine avêtin û 7 caran jî bi balafirên şer ve hatiye bombekirin.

22 ê Gulan a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê