HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Berxwedana dîroki ya hêzên me ya li Zap û Avaşînê berdewam dike. Ji ber artêşa dagirker li hemberî berxwedana dîrokî ya hêzên me encama ku dixwest bidest nexist bi awayekî dijwar bikaranîna çekên kîmyewî sucên şer dike.

Artêşa dagirker ya Tirk di 20 ê Gulanê de li hemberî hêzên me 23 caran çekên kîmyewî bikaranîye, 33 caran bi balafirên şer û bi sedan caran jî bi obusan herêma gerîla bombebaran kirin. Li dijî dagirkerên ku bi awayekî dijwar teknîk û rêbazên şerê qirêj bikartîne û dixwaze bi vî awayî encam bigire, çalakiyên bibandor yên hêzên me berdewam dike. Di pêşengiya hêzên YJA Star de 6 dagirker hatin cezakirin, 1 dagirker hate birîndarkirin û 1 kamelya hate tunekirin.

Hurgiliyên çalakiyên ku hatin kirin wiha nin:

1. Li Herêma Avaşîn;

– Di 20 ê gulanê saet 11:15 an de hêzên me dema dagirkeran xwestin li Qadên Berxwedanê yên Werxelê çekên kîmyewî bikarbînin bi çekên giran çalakiyek lidarxistin. Piştî çalakiyê dagirker neçar man xwe gavekê paş de bikişînin.

– Di 20 ê Gulanê di navbera saetên 11:15 – 15:30 an de artêşa dagirker a Tirk Qadên Berxwedanê yê Werxelê bi çekên kîmyewî û teqemeniyan 7 caran bombebaran kirin.

2. Li Herêma Zapê;

– 20 ê Gulanê di saetên 10:00, 10:30 û 15:50 an de dagirkerên ku li derdora çeperên şer yên Qadên Berxwedanê yên Şikefta Birîndaran de bicîhbûne ji aliyê hêzên me ve bi çekên ferdî û çekên giran hatin hedefgirtin. Di encama van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker hatin birîndarkirin. Di heman rojê dî saetên nîvro de dema helîkopterek Skorsky xwest leşkeran dayne qadê bû hedefa hêzên me. Dîsa di saet 23:30 an de dema helîkopterên Skorsky careke din xwestin leşkeran daynin dîsa bûn hedefa hêzên me. Piştî destwerdana hêzên me helîkopteran bêyî ku leşkeran daynin ji qadê dûr ketin.

– Di 20’ê Gulanê de saet di 11.20’an de dema ku dagirkeran hewl dane ber bi çeperên şer ên Şehîd Tolhildan a Qada Berxwedanê ya Kurajahro ve werin, hêzên me bi taktîka sabotajê li dagirkeran dane. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin, dagirkerek jî birîndar bûye. Di heman rojê de saet di 13.25 û 17.45’an de jî hêzên me bi sabotajê, çekên ferdî û bombeyên destan li dagirkeran dane û li vir 3 dagirker hatine cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê taktîkên cihê yên gerîla di nava hev de bi kar aniye û di encama van çalakiyên xurt de 4 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye.

– Di 20’ê Gulanê saet 10.00’an de, dagirkerên ku li derdora çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn tevdigerîn, ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin hedefgirtin û gulebaran kirin.

– 20’ê Gulanê saet 01.30’an helîkoptera êrîşê ya ku dixwest qada Kela Çemço bombe bike ji aliyê hêzên me ve hatiye gulebarankirin. Piştî mudaxaleyê, dagirker neçar man ji herêmê dûrbikevin.

– Di 20’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker 16 caran bi çekên kîmyewî û teqemenî çeperên şer ên Şikefta Birîndara, Girê Cehenemê, Şehîd Tolhildan, Şehîd Berxwedan û Şehîd Şahîn bombebaran kir.

3. Li Herêma Heftanîn;

– Di 18’ê Gulanê saet 08:00’an de kamelyaya dagirkeran a li Girê Dûpişk a herêma Keşanê ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hate hedefgirtin û xistin. Di encama çalakiyê de kamelyayek hat îmhakirin, hejmara dagirkerên ku hatine cezakirin û birîndar bûne jî nehat zelalkirin.

4. Di 18’ê Gulanê saet 15.30’an de qereqola Sîrê ya artêşa Tirk a dagirker a li navçeya Şêladize ya Amêdiyê bû hedefa hêzên me û bi çekên giran li wê hate xistin. Di encama vê çalakiyê de hedefên hatine tespîtkirin bi awayekî xurt hatin lêxistin.

5. Artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê û obusan Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.

Agahiyên berfireh ên êrişan wiha ne:

– Di 20’ê Gulanê de Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amediye, Karker, Girê Ortê, Girê Şehîd Cûdî, Çiyareş, Kela Çemço, Şehîd Şahîn, Girê Mamreş, Şehîd Şemdîn, Şehîd Dîdar, Kurojahro, Girê  Girê Cehenemê yên herêma Zapê ji qereqolên li xeta sînor bi obusan, helîkopterên êrîşê û 23 caran jî bi balafirên şer hat bombebarankirin.

– Di 20’ê Gulanê de ji qereqolên li ser xeta sînorê Girê Hekkarî ya herêma Metîna bi obusan û 7 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.

– Di 20’ê Gulanê de ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan û 3 caran bi balafirên şer quntarên Herêma Berxwedana Werxelê ya herêma Avaşînê hatiye bombekirin.

21 ê Gulan a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê