HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

1. Di 20’ê Tîrmehê di navbera saet 23.00 û 21’ê Tîrmehê saet 02.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî quntarên Xantûr û Şeşdara ku bi ser Heftenînê ye ji hêla artêşa TC êrîşêke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşa hatiye lidarxistin agirê li herêma Şeşdara destpê kiriye berdewam dike.

2. Di 20’ê Tîrmehê di navbera saet 18.00  û 21’ê Tîrmehê 04.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijÎ Dola Notê, Girê Şeytan, Quntarên Qertel, Segoşeya Stunê, Basya û Avaşîn ku bi ser Zagrosê ne ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama bombebaranê de agirê li herême destpê kiriye hîn jî berdewam dike.

3. Di 20’ê Tîrmehê ji saet 21.00’an heta serê sibê ya 21’ê Tîrmehê li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Çarçela ku bi ser Zagrosê ye ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

4. Di 20’ê Tîrmehê di derdora saet 16.30’ande li herêma Berçelan ya girêdayî Colemerge dozerek kemyonek û pîqabek ya girêdayî Muduriyeta îdara Taybet a Wanê ye ku rîya Wan-Colemerg çêdikirin, ji hêla gerîla yê me hatiye sekinandin. Beriya neha tevî hişyarî yê me ji bo xebatên vî rengî neyê kirin ji ber wê van derdorên bala xwe nedanê vê hişyari ya me maşînê wan ji hêla gerîlaye me hatiye desteser kirin û li cihê bûyerê hatiye îmha kirin. Xwediyê maşînan û kesên din yên bûne hevkarê vî sûcî cara dawî hatine hişyar kirin û serbest hatine berdan..

5. Di 21’ê Tîrmehê (îroj) derdora saet 00.20’ande ji dijî xeta lûle yên gaza xwezayî ku ji navçeya Agirî Bazîdê derbas dibe ji hêla gerîla yê me çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de di xeta lûle yan a gaza xwezayî de teqîn pêk hatiye. Bi bandora teqînê tugaya qumandoyan û maşîn û tesîsên şîrketa li herêmê rê çêdike de xisar çêbûye.

6. Di 19’ê Tîrmehê di saetên êvarî de li herêma Nudizê ya girêdayî navçeya Wanê Payizavayê ji hêla leşkerên qereqola Dîmê operasyonek hatiye destpê kirin. Li nêzî gundê Uleman li dijî hêzên dijmin yên derketine operasyonê de ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de 4 leşkerên dijmin ji hêla gerîlayê me hatiye kuştim. Pîştî çalakiyê operasyona li herêmê hatibû destpê kirin hate berfireh kirin. Operasyon hîn jî berdewam dike.

7. Di 19’ê Tîrmehê saetê êvarî de li Şirnex li herêmên Zêvê û Çiyayê Bizina ku bi ser Gabarê ye li dijî yekineyên dijmin ji hêla gerîlayê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin 2 leşkerên dijmin ji hêla gerîlayê me hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji hêla artêşa TC li dijî herêma çalakiyê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.Di 20’ê Tîrmehê li dijî herêmên Gavser û Çiyayê Bizina ku girêdayî Gabarê ne ji hêla helikopterên cureyê kobraya hatiye bombebarankirin.

8. Di 18’ê Tîrmehê di dijî maşîneke transît ya plaka yê wê sivil e, û leşkeren vediguhezîne navçeya Colemergê Çele, ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de maşîna transît bi giştî hatiye îmha kirin. 10 leşkerên dijmîn yên di maşînê de bûn jî hatine kuştin. Piştî çalakiyê bi piştgiriy helikopterên cureyên kobra û maşînên bizirx li herêmê leşker hatine veguheztin. Herweha operasyona ji hêla artêşa TC hatiye destpê kirin hîn jî berdewam dike.

9. Di 20’ê Tîrmehê li herêma Uzundere ya girêdayî navçeya Colemerg Çeleyê encamê çalakiya gerîla yê me lidarxistiye:

Di 20’ê Tîrmehê ber destê sibê di saet 02.00’ande di navbera gundê Bilîcan û Talisê qereqola seyyar ya ji hêla artêşa TC hatiye avakirin û tevahiya wan ji endamên hêzên taybet pêk tê di vê çalakiya ku qereqol bi giştî ketiye destê gerîla yê me bi giştî 21 leşker ji hêla gerîla yê me hatiye kuştin. 15 çeperê ji bo parastin û ewlehiyê bike hatiye avakirin tevî çek û alavên leşkerî yê têde hatiye tunekirin. 2 heb çek a tam otomatîk ya MG-3, yek heb çeka tam otomatîk ya BKC, yek jê portatîf, yek jê bombeavêj 4 çeka şexsî G-3, 4 kamera yê termal yê li ser çekên ferdî tê bikaranîn û yek heb bêtêlek ji hêla gerîla yê me hatiye desteserkirin. Herweha 1 çeka tam otomatîk a BKC, 1 çeka tam otomatîk a A-4, çeka havan ya 82.5 mm, 1 bombeavêj, 3 dûrbîn ê marka nîcon, 1 kameraya termal a mezin, ji 10’an zêdetir çekên ferdî û gelek alavên leşkerî ji hêla gerîla yê me hatiye tunekirin.

Di dema ev çalakî dihate lidarxistin ji hêla gerîla yê me li dijî Tabûra topavêj a Serê Sêvê, Girê Guvenlik, Baregeha leşkerî ya Bilicanê û Tabûra Êrîş çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya bi çekên giran hatiye lidarxistin di derbarê kuştî û birîndarê dijmin ji hêla  me nehatiye zelalkirin.

Piştî her du çalakiyan di derdora saet 04.30’ande bi piştgirî ya helikopterên cureyên kobra yan ku dijmin dixwest kuştî û birîndarê xwe rabike ji hêla gêrîla yê me çalakiya sêyemîn hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya ji 4 milan hatiye lidarxistin helikopterên ku dixwest kuştî û birîndarên xwe rabike ji ber berxwedanî ya gerîla yê me bêyî ku kuştî û birîndarê xwe rabike mecbûr maye paş de bizîvîre. Piştî çalakiyê bi takviye yan li navenda Çelê û Bilicanê ji hêla leşkerên artêşa TC operasyona hatiye destpê kirin ji ber berxwedêriya bi bandor a gerîla yê me bi serneketin û ji herêmê hatiye pijiqandin. Di heman rojê de di navbera saet 13.00 û 15.00’ande li dijî herêma çalakiyê ji hêla balefirên şer ên artêşa TC êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Êrişên havan û obusan jî heta danê êvarî bê navber berdewam kiriye. Di encama van êrîşan agirê li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike. Êrîşên havan û obusan hîn jî bi navber berdewam dike.

Di dema pevçûnan de hevalê me ye bi navê Avareş (Resul Abdullahî Gulikanlu) bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê. Çek û alavên hevalê me  yê şehît ketiye ji hêla gerîla yê me ji herêma çalakiyê hatiye girtin.

Agahiyên nasname ya hevalê me yê şehît ketiye;

Avareş - Resul Abdullahi Gulikanlu

Navê Kod: Avareş Karasu
Nav Paşnav: Resul Abdullahi Gulikanlu
Dirok û Cihên Jidayik bûyînê: 1990 / Makü
Sal û Cihê Tevlêbûnê: 2006 Makü
Navê Dayik: Nazi Musapur
Navê Bav: Ahmet
Dîroka Şahadetê:20 Temmuz 2010 / Çukurca, Hakkari

Avareş Maku - Resul Abdullahi Gulikanlu
Hevalê Kendal ku di sala 1990’ande li gundê Şot ya girêdayî Maku ya Başurê Kurdistanê ye hatiye dinê. Ji malbatek welatparêz e. Ji eşîreta BrûkÎ ye. Di demên hişmendiya netevî li rojhilatê Kurdistanê bilind dibe di temenê biçûk tevgera azadiyê nasdike û ji bo bibe milîtanê pêşeng yê gele xwe tevlê nava refê gerîla dibe hevalê Avareş. Hevalê Avareş li eyaletên Xakurkê û Zapê li faaliyetên leşkerî meşandiye. Di vê çalakiya tevlê bûye jî rola ku listiye û wêrekiya nîşan daye wê herdem ji me gerîlayê HPG re bibe mînak û her çalakiye were lidarxistin de wê were bîranîn.

21 Tîrmeh 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG