HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

1. Di 22’ê Tîrmehê saet di 18.30’ande li dijî hêzên dijmin yên li Girê Konmirê ku girêdayî navçeya Colemerg Çele yê ji hêla gerîla yê me yên YJASTAR du çalakiyên suîkastê hatiye lidarxistin. Di encama herdu çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatiye kuştin. Piştî çalakiyê li dijî herêma çalakiyê ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşande şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

2. Di 22’ê Tîrmehê saet di navbera 12.00-13.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Zapê ji hêla balefiren şer ên artêşa TC bêyî ku li derekê bidin taciz kirine.

3. Di 22’ê Tîrmehê ji serê sibê heta êvarî li Herêmên Parastina Medya li dijî Girên Erbîş, Garêya biçûk, Ertuş, Şehît Newal û Çiyareş û herêma Kela Ertuş ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

4. Di 22’ê Tîrmehê di saet 15.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Bectorya û Mila Radê ku girêdayî Heftenînê ye ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşêde agirê li herêmê destpê kiriye hîn jî berdewam dike.

5. Di 21’ê Tîrmehê di derdora saet 18.30’ande li dijî qereqola TRT ya li çiyayê Gabar ya girêdayî Şirnexê ye ji hêla gerîlayê me çalakiyek suîkastê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek dijmin hatiye kuştin.

6. Di 21’ê Tîrmehê piştî çalakiya ku gerîla yê me li herêma Erbîş ku girêdayî navçeya Colemerg Çele ye operasyona ji hêla artêşa TC hatibû destpê kirin hîn jî berdewam dike.

7. Di 20’ê Tirmehê saet 21.30’ande li nêzî bajaroka Narli ya bi ser navçe ya Mereş Pazarcıxê ye li dijî qereqola ku ewlekariya depoya alavên leşkerî digre ji hêla tîma çalakiyê ya Şehît Rêber çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji hêla me nehatiye zelalkirin.Piştî çalakiyê ji hêla artêşa TC derdora çalakiyê tê gulebaran kirin û di encamê de jinek sivîl birîndar bûye. Di navbera gerîla yê me û leşkerên dijmin yê ku dixwest were cihê çalakiyê pevçûneke demkurt hatiye jiyandin.Piştî çalakiyê gerîla yê me bêyî ku wendahiyan bide ji cihê çalakiyê dûr ketine.

23 Tîrmeh 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG