HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya ku di 23’ê Tîrmehê de ji aliyê gerîlayê me ve di navbera navçeyên Şemizînan û Geverê yên Colemêrgê hate destpêkirin, di 14’ê Îlonê saet di 15.00 de li dijî Qereqola Harûnayê çalakiyeke cangorî li dar xistine.

Tîma me ya fedayî di nava deqeyekê de bi awayeke bandor li nîzamiye û çeperên li qereqolê xistine û di nava 5 deqeyan de ketine avahiya qereqol, qawiş û gazînoyê bi dest xistine. Gerîlayên me 20 deqe di qereqolê de lêgerîn pêk anîn, li leşkerên dixwazin mudaxele bikin jî xistine û piraniya van leşkeran hatine kuştin. Gerîlayên me yên din ên li derdora qereqolê bi cih bibûn jî, bi awayeke hemwext li kulubeyên çavdêrî û nobetê yên qereqolê xistine û rûxandine.

Di encama çalakiyê de 60 leşkerên artêşa dagirker a Tirk hatine kuştin, hejmara birîdarên leşkerên dijmin ji aliyê me ve nehatine zelalkirin. Gerîlayên me di çalakiyê de 2 tank û panzerek rûxandine û wesayîtek akreb jî texrîb kirine. Gava gerîlayên me xwestin paş de vebikişin, cerdevanên li kampa bayê gule li gerîlayên me reşand, ji ber wê jî pevçûnek qewimî, di encamê de cerdevanek hate kuştin û 2 cerdevan birîndar bûn.

Gerîlayên me bi awayeke bi bandor li karwana leşkerî ya ku ji bo mudaxeleyê ji Qereqola Dûrê rê ket xistine. Di encamê de tankek û wesayîtek akrep derbe xwariye. Hejmara kuştî û birîndarên dijmin ên di vê çalakiyê de nehatine zelakirin.

Piştî çalakiyê, gundên Tû û Kolayê bi awayeke berfireh ji aliyê balefirên artêşa dagirker a Tirk ve hatine bombebarankirin. Heman herêm bi bi obîs û hewanan hatine bombebarankirin.

Di encama çalakiyê de 8 hevalên me yên cangorî gihiştine şehadetê. Nasnameya gerîlayên me yên gihiştine şehadetê wiha ne:

Nasnav: Ekin Amed

Nav û Paşnav: Kejije Urselendi

Navê Dayik-Bav: Mekiye - Ahmet

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Dîrok û cihê şehadetê: 14 Îlon 2012 / Şemizînan, Colemêrg (Di Çalakiya Fedayî ya li dijî Qereqola Harûna de)

Ekin Amed - Kejije Urselendi

Nasnav: Dunya Tilabyad

Nav û Paşnav: Siham

Navê Dayik-Bav: Emine - Muslim

Cihê Jidayikbûnê: Kobani

Dîrok û cihê şehadetê: 14 Îlon 2012 / Şemizînan, Colemêrg(Di Çalakiya Fedayî ya li dijî Qereqola Harûna de)

Dunya Tilabyad - Siham Abdeh

Nasnav: Newal Sidar

Nav û Paşnav: Şirin Şems

Navê Dayik-Bav: Fatma - İsmail

Cihê Jidayikbûnê: Maku

Dîrok û cihê şehadetê: 14 Îlon 2012 / Şemizînan, Colemêrg(Di Çalakiya Fedayî ya li dijî Qereqola Harûna de)

Newal Sidar - Şirin Şems

Nasnav: Çırav Urmiye

Nav û Paşnav: Awaz Hatemi

Navê Dayik-Bav: Mahfuza - Abdulrahman

Cihê Jidayikbûnê: Urmiye

Dîrok û cihê şehadetê: 14 Îlon 2012 / Şemizînan, Colemêrg(Di Çalakiya Fedayî ya li dijî Qereqola Harûna de)

Çirav Urmiye - Awaz Hatemi

 

Nasnav: Karwan Gabar

Nav û Paşnav: Musa Ali

Navê Dayik-Bav: Hediye - Ali

Cihê Jidayikbûnê: Suleymaniye

Dîrok û cihê şehadetê: 14 Îlon 2012 / Şemizînan, Colemêrg(Di Çalakiya Fedayî ya li dijî Qereqola Harûna de)

Karwan Gabar - Musa Ali

 

Nasnav: Cuma Goyi

Nav û Paşnav: Serbest Onver

Navê Dayik-Bav: Mercan - Emin

Cihê Jidayikbûnê: Şırnak

Dîrok û cihê şehadetê: 14 Îlon 2012 / Şemizînan, Colemêrg(Di Çalakiya Fedayî ya li dijî Qereqola Harûna de)

Cuma Goyi - Serbest Onver

 

Nasnav:Aşikar Bagok

Nav û Paşnav: Ali Kılıç

Navê Dayik-Bav: Selma - Seyfettin

Cihê Jidayikbûnê: Nusaybin, Mardin

Dîrok û cihê şehadetê: 14 Îlon 2012 / Şemizînan, Colemêrg(Di Çalakiya Fedayî ya li dijî Qereqola Harûna de)

Aşikar Bagok - Ali Kiliç

 

Nasnav: Mordem Avaşin

Nav û Paşnav: Fuat Terzioglu

Navê Dayik-Bav: Rewşen - Cafer

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Dîrok û cihê şehadetê: 14 Îlon 2012 / Şemizînan, Colemêrg(Di Çalakiya Fedayî ya li dijî Qereqola Harûna de)

Mordem Avaşin - Fuat Terzioglu

2. Di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya Şehîd Harûn û Şehîd Armanc de, di 14’ê Îlonê demjimêr 18.40’an de gêrîlayên me li dijî qereqola Cendirmeyan ya Tepe ser bi navçeya Lîcê ya Amedê de çalakiya cangorî pêkanîne.

Di êrîşa bi wesayîtekî yek ton teqemeniyê de, 1 tank, 1 panzer û 5 çeperên ku yek ji wana çeka A4 têde hebû û bi leşkerên di qulîbê de hatin îmha kirin. Weke din di teqînê de agir ket avahiya qereqolê û cihêrazanê yê qereqolê.

Gêrîlayên me ku bi awayek hemwext li tank û leşkerên di çeperên piştî yên qereqolê de dane, 2 çeper îmha kirine û çeperên din jî derbe kirin. di çalakiyê de 25 leşkerên dijmin hatine kuştin, hêjmara leşkerên birîndar jî nehatine zelal kirin. Her wiha di çalakiyê de gelek cebilxane û çekên leşkerî jî hatine îmha kirin. Dijmin inceq kariye bi 4 helîkopterên skorsky bi 12 seferan kariye mirî û birîndarên xwe bibe.

Dijminê ku piştî çalakiyê nekarî ji bejahiyê mudaxele bike, bi helîkopterên kobra derdora qereqol û gundên derdorê bê serûber bombebaran kirin. Weke din dijmin ji navenda Lîceyê bi hewan û obîsan derdor bombebaran kiriye. Di encama bombebaranê de gelek malên gundiyan zirar dîtin.

Weke ku di çavkaniyên çapemeniya Tirk de derketin ku windahiyên me hene, ne rastin.

Di çarçoveya tevgera şoreşgerî de gêrîlayên me li nêzî qereqola Korxê ya li ser rêya Çewlik-Amedê rê kontrol kirin. Çalakiya kontrola rê ya di demjimêr 18.00’an destpê kir, di derbarê pêvajoyê de bigiştî bi 300 kesan re hatiye axaftin û agahdar kirin, her wiha kontrola nasnameyan hatiye kirin.

Di dema çalakiya kontrola rê de, karwanek ya zirxî xwestiye mudaxeleyê bike, di encama êrîşek bi bandor ya gêrîlayên me de 2 wesayîtên zirxî yên akrep hatine îmha kirin. Li vê derê mirî û birîndarên dijmin nehatine zelal kirin. Piştî çalakiyê helîkopterên kobra yek demjimêrê herêma çalakiyê bombebaran kiriye.

3. Di çarçoveya serweriya gêrîlayên me yên di xeta navçeyên Şemzînan-Gever yên Colemêrgê de, di navbera dîrokên 12-15’ê Îlonê de çalakiyên cûda cûda pêkanîne. Li gorî vê:

9’ê Îlonê artêşa dagirker ya TC’ê li herêma Senala ya ser bi Şemzînanê ve operasyon dabû destpê kirin û di 12’ê Îlonê berfireh bû, li dijî vê operasyonê gêrîlayên me 3 çalakiyên cûda pêkanîne.

Di demjimêrên 05.00’and de piştî ku hêzên dijmin daxistin girê Senala, piştî nîvro gêrîlayên me li dijî hêzên dijmin yên ji sê aliyan ve xwestin xwe daxin Geliyê Nehrê çalakî pêkhatiye û di çalakiya yekem de 7 leşkerên dijmin hatine kuştin. Di êrîşa duwem ya li ser milê duwem de jî 11 leşkerên dijmin hatine kuştin. Gêrîlayên me ku di navbera gundên Tuwa û Kerkîtê de li dijî milê sêyem yê xwest xwe daxîne Geliyê Nehrê çalakî pêkanî, li vir leşkerek kuştine û leşkerek jî birîndar kirine.

Helîkopterekî skorsky ji bo mirî û birîndarên xwe bibe hate herêmê gêrîlayên me derbe lêdaye, piştî derbeyê neçar maye ji herêmê dûr bikeve. Pevçûnên di navbera gêrîlayên me û hêzên dijmin ku heya demjimêr 18.30’an dom kir, piştre hêzên dijmin neçarmane paşve biçin. Dijmin di demjimêr 22.00’an de bi gelek helîkopterên skorsky mirî û birîndarên xwe ji herêmê dûrxistine.

Di 12’ê Îlonê di navbera demjimêrên 14.00-15.00’an de gêrîlayên me li dijî hêzên dijmin yên li herêma Gewrezînê ya ser bi Şemzînanê ve çalakî pêkanîne, di çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne.

Her wiha gêrîlayên me di 14’ê Îlonê navbera demjimêrên 13.00-16.00’an de 4 çalakiyên cûda pêkanîne, di encama çalakiyan de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin, 1 jî birîndar bûye.

Di roja 15’ê Îlonê navbera demjimêrên 12.00-18.00’an de li herêma Geliyê Doskiya yê ser bi Geverê ve, li ser rêya Gever-Oremarê gêrîlayên me rê kontrol kirine. Gêrîlayên me di wesayîtên rawestandî de kontrola nasnameyan kirine û gel di derbarê pêvajoyê de agahdar kirine.

Weke din gêrîlayên me di 15’ê Îlonê demjimêr 22.00’an de dîrketên elektirîk û telefonê yên diçin qereqola Oremar û Şitazinê îmha kirine.

4. Di 13'ê Îlonê de li navçeya Gewaşa Wanê li dijî şantiyeke ya walitiyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayitên li şantiyeyê hatiye şewitandin.

5. Di 14'ê Îlonê de di saet 15.00'an de li navçeya Artemîta Wanê li nêzî gundê Gimê li dijîleşkerên artêşa dagirker a tirk ên bi wesayitên sivîl leşkeran vediguhezînin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayitek hatiye rûxandin, 3 leşkerên dijmin hatine kuştin leşkerek jî birîndar bûye.

6. Di 15'ê îlonê de di saet 11.00'an de li Şirnexê li dijî Tugaya Leşkerî ya TRT'ê ya bi ser Gabarê ye ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalaiyê de du kozikên nobedariyê hatiye hedef girtin, yek ji wan hatiye rûxandin, yek jê jî texrîp bûye. Herweha 3 leşkerên dijmin hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê li dijî derdora cihê çalakiyê û herêma Navserê ya Gabarê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan bê ser û ber hatiye bombekirin.

7. Di 15-16'ê îlonê de l iser riya Dersim û navçeya wê Pulurê li nêzî herêma Pira Wengê ji aliyê gerîlayên me ve bi navber rê hatine kontrolkirin. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrolkirin. Di 14-15'ê îlonê de jî li navçeya Pulura Dersimê li dijî Geliyê Sal ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de li herêmê şewata daristanan destpêkiriye. Piştî bombebaranê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma Sultanbabaya Pulurê leşker daxistiye. Herweha di 14'ê îlonê de li dijî herêma Yasakliya Pulurê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê bi bombebaranan berdewam dike.

8. Di 15'ê îlonê de di navbera saet 18.00-23.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî herêma Cîloyê biçûk, Gundê Şifreza û Bircelayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

16 Îlon 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê