Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Çalakiyên gerîlayên me yê li xeta Çelê, Gever û Şemzînana Colemergê yên di çarçoveya tevgera şoreşgerî de berdewam dike; Bi vê ve girêdayî;
Di 15'ê Îlonê de di saet 14.00'an de li ser riya Çelê-Colemergê li dijî karwaneke leşkerî ya artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wezayiteke zirxî ya kîrpî hatiye rûxandin, wesayiteke reo û yek jî daggeyigî hatiye texrîp kirin. Herweha di vê çalakiyê de 12 leşker hatiye kuştin 5 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê bi piştgiriya helîkopterên kobrayan operasyonek hatiye destpêkirin.
Di 15'ê Tebaxê de di saet 23.30'an de li Zozanên Ewliya yên bi ser Şemzînanê ye di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnên dijwar qewimiye. Li gel topbaranên li dijî herêmê Gostê, Kurê Mizgeftê û Geliyê Ava Hecibeg ên heta danê sibê berdewam kiriye û pevçûnên dijwar ên qewimîne, gerîlayên me rê nedaye artêşa dagirker a tirk ku pêş de biçe. Di encama van pevçûnan de yên ji aliyê me ve hatiye zelalkirin 4 leşkerên dijmin hatiye kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin. Di van pevçûnan de herweha du rêhevalên me jî gihîştiye şahadetê. Dema nasnameyên van rêhevalên me hate zelalkirin wê ji raya giştî re were parvekirin.
Di 16'ê îlonê de li dijî girê ewlekariya Alaya Garê digire û yekîneyeke dijmin a li ser girê Salara bi cîh bûye ji aliyê gerîlayên me ve du çalakî hatiye lidarxisti. Di encama van çalakiyan de li girê Salara leşkerek li girê ewlekariya Alayê jî digire leşkere bi giştî du leşkere hatiye kuştin.
Di 16 îlonê de di navbera saet 08.00-18.00'an de li ser riya Gever û Oramarê li nêzî herêma Geliyê Doskiyê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatiye rawestandin, nasname hatiye kontrolkirin û ji 300 kesê li vir kombûyî re di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn.
Di 14'ê Îlonê de di navbear Şemzînan û Geverê li dijî qereqola Harûna ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke fedaî hatibû lidarxistin. Piştî vê çalakiyê helîkoptereke skorskyê ya xwestiye di li navbera Gundên Kolê Û Tûyê daxîne ji aliyê gerÎlayên me hatiye lêdan. Di encama lêdanê de helîkoptera skorskya derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Herweha di vê çalakiyê qelaşnîkofek jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye desteserkirin.
2. Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Harûn û Şehîd Armanç a di 14'ê Îlonê de hatibû despêkirin gerîlayên me di 16'ê îlonê de di saet 09.45'an de li ser riya Çewlik-Erziromê çalakiyek lidarxistiye.
Li navçeya Kanîreşa Çewlikê li nêzî gundê Haciyan li dijî karwaneke leşkerî ya ji 3 wesayitên zirxî û ji 2 otobusan pêk dihat û ji operasyona komkujiya siyasî ya Kanîreşê vedigeriyan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de otobusek hatiye rûxandin, otobusek û wesayiteke zirxî jî derbeyeke giran xwarine û texrîp bûne. Di encama vê çalakiyê de her weha 10 polîs hatine kuştin 19 polîs jî birîndar bûne.
Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk derdora xwe bê ser û ber gulebarankiriye. Di encama vê gulebaranê de welatiyeke sivîl jî birîndar bûye. Riya çalakî lê hatiye lidarxistin heta saet 14.00'an girtî maye. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmên Şerefdîn, Haciyan û Gundê Haciyanê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê di saet 17.00'an de bê encama paş de vekişiya be jî hîn jî hewldanên keşf û kemîn vedana yekîneyên veşartî berdewam dike.
3. Di 16'ê Îlonê de di saet 17.30'an de li Şirnexê li Girê Cotyar ê bi ser Gabarê yê ji aliyê gerîlayên me ve li dijî yekîneyeke artêşa dagirker a tirk çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de du kozikên nobedariyê hatiye rûxandin, 5 leşkerên dijmin jî hatine kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê bê ser û ber bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
4. Di 17'ê Îlonê de (îroj) danê sibê li navçeya Pulura Dersimê li dijî herêmên Agaçpinar û Mankurekê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
17 Îlon 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê