Çapemenî û Raya Giştî Re!
Hêzên me taktîkên gerîlatiya serdema nû di nava hev de bi kar tîne û bi serweriya li ser erdnîgariyê bi tîmên gerîlayên tevgerî derbên giran li dagirkeran dixe.
Hêzên me bi ruhekî fedaî diçin ser dijmin. Di van çalakiyan de Di çalakiyên gerîlayan de 15 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker hatin birîndarkirin, çeperek û 2 mobese hatin îmhakirin. Hêzên me çûne ser cenazeyên dagirkeran û malzemeyên leşkerî desteser kirine.
Detayên çalakiyan wiha nin:
1. Li Herêma Avaşînê
– Di 29’ê Nîsanê de saet di 14.30’an de hêzên me li dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê dane. Di vê çalakiyê de hejmara dagirkerên hatine cezakirin û birîndarkirin nehatiye tespîrkirin. Di heman rojê de artêşa Tirk a dagirker saet di navbera 10.30 û 15.30’an de bi çekên kîmyewî, teqemenî û helîkopterên êrişî Qada Berxwedanê bomberdûman kiriye.
2. Li Herêma Zapê
– Di 22’ê Nîsanê de dagirkeran dema xwestin nêzî çeperên şer ên Girê Şehîd Hemrîn a Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bibin, hêzên me ji nêz ve li wan dane. Di vê çalakiyê de hêzên me çûne ser dagirkeran dagirkerek ceza kirine û malzemeyên leşkerî yên dagirkeran desteser kirine.
– 29’ê Nîsanê dagirkerên li derdorî çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ên girêdayî Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên li herêmê ve hatine şopandin. Dagirkerên hatin kontrolkirin, heman rojê saet 18.30’î bi çalakiya gerîla ya kordîneyî ji çar baskan ve hatiye lêdan. Hêzên me bi şêwaza dizî, ji du baskan ve bi bombeyên destan û çekên ferdî li çeperek dagirkeran daye. Çepera hate hedefkirin hate rûxandin, 5 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên ku xwestin mudaxele jî bikin, ji aliyê baskên sê û çaremîn ve hatin hedefkirin, 7 dagirker hatin cezakirin. Heman demê sîstema kamereya mobese ya li herêmê jî hatiye îmhakirin.
– Di encama vê çalakiya serketî ya tîmên me yên bi tevger ên xwedî qabîlyeta manewrayê de, 12 dagirker ceza kirine, 1 çeper û sîstemeke kamerayeke ya mobeseyê îmha kiriye. Dagirkerên ku piştî çalakiyê bi helîkopteran qad bombe kir, di saetên şevê de jî bi helîkopteran windahiyên xwe ji qadê rakirine.
– 29’ê Nîsanê saet 13:30’î dagirkerên ku xwestin bi çekên kîmyewî û teqemeniyan êriş bibe ser Qada Berxwedanê ya Kûrojahro, ji aliyê hêzên me ve bûn hedef û bi taktîka sabotajê li wan hate xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin. Heman rojê saet 14:00’an bi çekên giran hêzên dagirker hatin hedefkirin, di vê çalakiyê de leşkerên hatin cezakirin û birîndar bûne nehate zelalkirin. Piştî vê çalakiyê dagirkeran bi dijwarî Qada Berxwedanê bombe kirin.
– Di 29’ê Nîsanê saet 13:00’an de, hêzên me yên YJA Starê, li derdora çeperên şer ên dagirker li Şehîd Girê Şemdîn ên herêma Berxwedana Kurojahroyê bi çekên giran hedef hatin girtin. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker birîndar bûne.
– Di 29’ê Nîsanê saet 22:00’an de dagirkerên li derdora çeperên şer ên Girê Rûbar ji aliyê hêzên me ve hatin gulebarankirin û 1 sîstema kamera mobesse hate rûxandin.
– Di 29’ê Nîsanê saet 09:30’an de dagirkerên li derdora Kevirêkun a herêma Berxwedana Serdemê ya Şikefta Birîndara ji aliyê hêzên me ve hatiye hedefgirtin û 1 dagirker hatiye cezakirin.
3. 29’ê Nîsanê saet 18:30’î quntarên Girê Zengil ê herêma Garê bi balafirên şer bomberdûman kiriye.
– 29’ê Nîsanê saet di navbera 17.00-22.30’an de ji qereqolên li ser xeta sînor qadên Girê Cûdî, Şehîd Kendal, Şehîd Zagros û Şehîd Şîlan ên girêdayî herêma Zapê bi obus, hawan û 6 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.
– Di 29’ê Nîsanê de ji qereqolên li ser xeta sînor qadên Çemço, Kunîşka, Sîda, Şikefta Birîndara, Çiyareş, Girê Şehîd Cûdî û Girê Ortê yên herêma Zapê bi obus û 17 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.
30 ê Avrêl a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê