HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker, Gerîlaya Azadiya Kurdistanê derbên giran li dagirkeran dixwe û ji Başur heta Bakur her bihusteka axa Kurdistanê vediguherîne qada berxwedanê.

Di encama çalakiyên hêzên me yên bi tîmên gerîlayên profesyonel de 9 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn, wesayîteke leşkeri ya tîpa Reo, çeperek, 1 çeka A-4 û 1 doçka hatin rûxandin.

Agahiyên çalakiyên ku hatine lidarxistin wiha ne;

1. Li Herêma Botanê;

– Di 20’ê Avrêlê de artêşa Tirk a dagirker li herêma Cûdi ya Şirnexê dest bi operasyona dagirkeriyê kir. Di 23’ê Avrêlê de hêzên me yên YJA Starê li herêma Difîndagê dagirkeran xistin bin kontrola xwe. Êvara heman rojê dîsa dagirker ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve ji nêz ve hedef hatin girtin. Piştî çalakiyên hêzên me yên YJA Starê, artêşa Tirk a dagirker heman rojê piştî ku herêm bi dijwarî bomberdûman kir, ji herêmê vekişiya.

– Di 27’ê Avrêlê saet 13.00’an de yekîneyeke veşarti ya artêşa Tirk a dagirker ku li herêma Helena Pîr a Şirnexê bi cih bûbû, ji aliyê hêzên me ve bi taktîkeke sûîqestê hate hedefgirtin û 1 dagirker hate cezakirin. Di heman rojê de dagirkerên li herêma Girê Hirmo bi cih bûne piştî ku ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin, bi taktîkeke sûîqestê hatin lêdan. Di encama vê çalakiyê de 1 dagirker hate cezakirin. Piştî van çalakiyan artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran herêm bomberdûman kiriye.

– Di 28’ê Avrêlê de yekîneyeke veşarti ya artêşa Tirk a dagirker li herêma Girê Şehîd Jêhat ji aliyê hêzên me ve hatiye şopandin. Dagirkerên ku ketine bin kontrolê, heman rojê danê nîvro ji aliyê tîmên me ve hatin hedefgiritn. Di encama lêdanên bi bandor ên hêzên me de herî kêm 1 dagirker hate cezakirin û 1 jî birîndar bû. Piştî çalakiyê bi piştgiriya helîkopterên êrîşê artêşa Tirk a dagirker windahiyên xwe ji herêmê dûr xistiye û bi helîkopterên êrîşê û obusan qad bomberdûman kiriye.

2. Li Herêma Avaşînê;

– 29’ê Avrêlê saet 12:15’an çeperek A-4 ên dagirkeran ên li derdora Qada Berxwedanê ya Werxelê ji aliyê hêzên me ve hate hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn, 1 çeka A-4, 1 çeka bombeavêj û çeperek hate rûxandin.

– 30’ê Avrêlê saet 12:10’an de çeperên dagirkeran ên li derdora Qada Berxwedana Werxelê ji aliyê hêzên me ve hatin lêdan. Di encama lêdanên bi bandor de, dagirkeran cihê xwe terikandine û reviyan. Heman rojê saet 12:45’an de helîkopterên dagirkeran ên xwestine windahiyên xwe ji herêmê derxin, bûne hedefa hêzên me. Di encama mudaxeleya hêzên me ya bi çekên giran de helîkopter neçar man ji qadê derkevin.

– 30’ê Avrêlê saet di navbera 15:00-14:30’an de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi çekên kîmyewî û obusan ji qereqolên li ser xeta sînor bi dijwarî hatin bombekirin.

3. Li Herêma Zapê;

– Roja 30’ê Avrêlê saet 17:30’an hêzên me yên Parastina Hewayi yên Şehîd Delal li derdora Qada Berxwedanê ya Kurojahro li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de hedefên hatine tespîtkirin bi awayekî rast hatin lêxistin.

– 30’ê Avrêlê saet 11:30’an de dagirkerên ku li derdora Qada Berxwedanê ya Kurojahro kombibûn ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin gulebarankirin. Hejmara dagirkerên di encama vê çalakiyê de hatine cezakirin û birîndarkirin nehate zelalkirin.

– Di 30’ê Avrêlê saet 18:30’an de dagirkerên ku li derdora Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran kombibûn ji aliyê hêzên me ve bi taktîka sûîqestê hatin lêdan û encam de 1 dagirker hate cezakirin.

– 30’ê Avrêlê saet 15:00’an de, dagirkerên ku xwestin ber bi Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahîn ve bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hedef hatin girtin û gulebaran kirin. Di encama destwerdana hêzên me de dagirker gavekê paşde vekişiyan û piştre ji qereqolên li ser xeta sînor bi obus û hawanan qad bomberdûman kirin.

– 30’ê Avrêlê saet 22:30’an helîkopterên êrîşê yên ku dixwestin li ser herêma Amediyê ya Dihokê ya di bin kontrola PDK’ê de derbasî Qada Berxwedanê ya Kurojahro bibin û herêmê bombebaran bikin, rastî destwerdana hêzên me hatin. Di encama destwerdana hêzên me de helîkopter neçar man ji qadê derkevin.

– Di 30’ê Avrêlê de artêşa Tirk a dagirker 7 caran li dijî çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ya girêdayî Qada Berxwedanê ya Kurojahro, bi balafirên şer çekên kîmyewî bikar anîn.

4. Li herêma Xakurkê;

– Roja 27’ê Avrêlê saet 06:00’an wesayîta leşkerî ya Tîpa Reo ku di navbera Girê Kevortê û Girê Masîro de diçû, ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin û bi taktîka sabotajê hate hedefgirtin. Di encama çalakiyê de wesayîta leşkerî hate rûxandin û 3 dagirkerên tê de bûn jî hatin cezakirin.

5. 29 û 30’ê Avrêlê Girê Şehîd Şerîf û herêma Ava Lolan 3 caran bi balafirên şer hatin bomberdûman kirin.

– 30’ê Avrêlê saet di navbera 16:30 û 17:30’î de ji qereqolên li ser sînor qadên Girê Cehennem, Karker, Şikefta Birîndara, Kurojahro, Saca û Sîda yên girêdayî herêma Zapê bi helîkopterên êrîşê, balafirên şer û obusan hatiye bombekirin. Heman rojê saetên 16.45-23.00’an qadên Girê Bihar, Şehîd Kendal û Girê Amediyê yê herêma Zapê 7 caran bi balafirên şer hatin bomberdûman kirin.

1 ê Gulan a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê