Ji gelê me û raya giştî re!
Di şeva 19’ê Çile de êrîşa bombeyî ya li navenda Colemergê hate lidarxistin û di encamê de xortekî Kurd jiyana xwe da tu têkiliya wê bi gerîla yê me re tuneye.
Êrîşa hate lidarxistin, berdewamiya komkujiya li Roboskiyê 34 însanê me ji aliyê dewleta faşîst hate qetilkirin e. Ev êrîş konsepteke nû ya îmhayê ye ku dewleta dagirker li himber sekna bi rûmet û berxwedêr a gelê Botanê û bi giştî gelê Kurdistanê nîşan dide, xetimandina wan nîşan dide. Ev pratîkbûyina daxuyaniyên rayedarên dewleta tirka faşîst ên di demê cûda de bilêv dikirin, digotin li dijî Şirnex û Colemergê wê pêkanînên me yê cûda hebin.
Dema mirov rewşên zivistanî li ber çavan bigre, wê bê dîtin ku ne pêkane gerîla yê me li van herêman çalakiyan lidarbixe. Herweha ciheke weke Colemergê, bi nêzîkbûna xwe ya ji Tevgera Azadiyê re tê zanîn û bajareke me yê gelek caran dewleta tirk binxistiye, nayê fikirîn ku çalakiyeke bi vî rengî ji aliyê me ve were lidarxistin. Waliyê dewleta faşîst hîn bûyer nehatiye lêkolînkirin, tevgera me û gerîla yê me tewanbar dike. Ev jî helwesta nixumandina ser vê komkujiyê ye ku ji bo dewleta faşîst careke din li ser sûc neyê girtin.
Gelê me yê welatparêz ê Colemergê di serî de hemû gelê mey ê Kurdistanê divê li dijî hewldanên komkujiyê yên bi vî rengî ku ji aliyê dewleta tirk were lidarxistin hişyar be, di çarçoveya xwe parastinê de (parastina cewherî) divê her cûre berpirsyariyên xwe pêk bînin.
20 Çile 2012
Fermandiariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê