HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di Kanûna 2011’an de li li navçeya Şirnex Silopiyê li herêma Cûdiyê di navbera gerîla yê me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnên dijwar qewimî bûn û di van pevçûnan de jiyankirina şahadetan û birina cenazeyan a Meletiyê di çapemeniyê de derbas bibû.

Ji ber şert û mercên demsalê em heta nasnameyê hevala zelal dikin dikarin ji gelê xwe û raya giştî re ragihînin. Di van pevçûnan de agahiya şahadeta Hevalê Sadûn – Ahmet Olcay gihîştiye dest me.

Sadun - Ahmet Olcay

Nasnav: Sadûn Edessa
Nav û Paşnav: Ahmet Olcay
Sal û Cihê Jidayikbûnê: 1981 / Riha
Navê Dayik û Bav: Nazli - Ahmet
Sal û Cihê Tevlêbûnê: 2002 / Riha
Dîrok û Cihê Şahadetê: 16 - 23 Kanûn 2011 / Cûdî, Silopî, Şirnex

Heval ê Sadûn ê di sala 1981’ê de li Rihayê jidayikbûye, di malbateke xîzan, li derdoreke welatparêz ê tekoşîna jiyanê dide mezin dibe. Tekoşîna azadiyê di temeneke biçûk de nasdike û baweriya riya herî watedar a azadbûnê di dil û mejiyê xwe de mezin dike û ji bo jiyaneke bi wate biryara tevlêbûna nava refê gerîla dide.

Hevalê Sadûn bi kesayet a xwe ya tekoşer, li beramberî her cure wezîfeyên xwe bi hişyariyeke mezin tevdigeriya. Li Qendîl û Botanê erkên girtiye ser milê xwe bi awayekî serkeftî pêk aniye.

Heval Sadûn digot; divê her Kurdê dixwaze pêşerojeke azad di dil û mejiyê xwe de biafirîne, divê bibe rêwiyê vê karwanê, herî dawî li Qada Botanê li çiyayê Cûdiyê tekoşîna xwe berdewa dikir. Sekn û tevlêbûna Heval Sadûn, bi sekna xwe ya mîlîtanî, bi tevlêbûna xwe ya xurt wê erka herî mezin a li pêşiya me be. Gelê me û ciwanên Kurdistanê jî bi feraseta vê berpirsyariyê divê bibin xwediyê tekoşîneke şahadeta Hevalê Sadûn watedar bikin û tekoşîna wî bi heybet bikin.

24 Çile 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê