HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Çalakiyên hêzên me yên gerîla yên bi pêşengiya YJA Starê li dijî tevgera berfireh a dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker bê navber berdewam dikin.

Ji ber şêwazê şerê gerîla yê bi tevger bi bandor û bi gelek taktîkan tê meşandin, derbên giran li dagirkeran tê xistin. Di encama van êrîşan de bi giştî 27 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûn.

Agahiyên berfireh ên der barê çalakiyên tîmên me yên gerîla yên bitevger yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de ku serweriya bejahiyê dikin, wiha ne:

1. Li Herêma Avaşinê;

– Roja 20’ê Nîsanê  di saet  09:30-10:00'an de dagirkerên ku 5 caran xwestin ber bi Qada Berxwedanê ya Werxelê ve bi pêş ve biçin, tîmên me yên gerîla yên bitevger mudaxeleya wan kirine. Piştî pevçûnên dijwar, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.

– 20’ê Nîsanê di saet16:00’an de dagirkerên ku dixwestin li derdora Qada Berxwedanê ya Werxelê cih bigirin, ji aliyê hêzên me ve hatin derbkirin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

2. Li Herêma Zapê;

– 18’ê Nîsanê di saet 13:00’an de dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Tufan bi cih bibin, ji du aliyan ve bi çalakiyên kordînekirî yên gerîlayên me hatine hedefgirtin. Baskê yekemîn ê çalakiya; Piştî ku komeke dagirker xistin bin kontrola xwe, bi çekên giran ew kirin hedef. Di encama lêdanên bi bandor de 3 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Baskê duyemîn a çalakiyê; bi taktîka sekvaniyê li dagirkeran xistin, li wir 1 dagirker hat cezakirin.

– 19’ê Nîsanê saet di 19:00’an de hêzên me bi çekên giran dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahîn kirin hedef û bi bandor li hedefên hatibûn diyarkirin xistine.

– Dagirkerên ku 20’ê Nîsanê di saet  08:45’an de xwestin li Qada Berxwedanê ya Kurojahro bi cih bibin, ji her du aliyan ve bi çalakiyên kordînekirî yên hêzên me hatine hedefgirtin. Baskê yekemîn ê çalakiyê; ji nêz ve 3 dagirker kirine armanc û her 3 ceza kirine. Baskê duyemîn ê çalakiyê; 3 dagirker ceza kirine. Di encama vê çalakiyê de 6 dagirker hatine cezakirin.

– 20’ê Nîsanê saet 09:00’an tîmên me yên gerîla yên bitevger li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şemdîn a Kurojahro li dijî dagirkeran çalakiyeke serdegirtinê li dar xistin. Hêzên me dagirkerên li wir xistin bin kontrolê û bi rengek kordîneyî ji 3 baskan ve li wan dane û di demeke kin de ew tarûmar kirine. Baskê yekem ê çalakiyê; Bi bombeyên destan û çekên ferdî çûne ser dagirkeran û 2 dagirker ceza kirine. Baskê duyemîn ê çalakiyê; Bi awayekî bandor li dagirkeran xistin û 5 dagirker ceza kirin. Baskê sêyemîn ê çalakiyê; Bi taktîka sekvaniyê dagirker kirine armanc û 1 dagirker hatiye cezakirin. Di vê çalakiya kordînekirî de ku tîmên me yên gerîla yên bitevger ku gelek taktîkan di nav hevûdu de û bi awayekî afirîner pêk anîne, derbên giran li dagirkeran xistin, bi giştî 8 dagirker hatin cezakirin.

– Artêşa Tirk a dagirker şeva 20’ê Nîsanê ji bo rakirina leşkerên xwe yên li Qada Berxwedanê ya Kurojahro hatine cezakirin û birîndar bûne, bi helîkopteran ji herêma Barzan a di bin kontrola PDK’ê û ji rêya Amediye-Dêrelokê ya di bin kontrola PDK’ê de hatine. Artêşa Tirk tenê bi piştgiriya PDK’ê kariye kuştî û birîndarên li vê herêmê bi helîkopteran rake û bibe.

– 20’ê Nîsanê di saet 14:20’an de dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Şehîd Harûn bi cih bibin, ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin û li wan hate xistin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin.

– 20’ê Nîsanê saet di navbera saetên 07.00-09.20’an de dagirkerên ku xwestin li Kevirêkun a Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi cih bibin ji aliyê hêzên me ve 3 caran bi çekên giran hatin hedefgirtin. Hedefên ku di encama çalakiyan de hatine tespîtkirin, bi awayekî serkeftî hatin lêxistin.

– 20’ê Nîsanê di saet 09:40’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ji aliyê hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran û taktîkên sekvaniyê bi awayekî hemwext hatine hedefgirtin û li wan hatiye xistin. Di van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

– 20’ê Nîsanê di saet 13:30’an de hêzên me ve bi taktîkên sekvaniyê û çekên ferdî ve li dagirkerên ku xwestin li Kevirêkun a Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi cih bibin dan. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

– 20’ê Nîsanê di saet 20.00’an de hêzên me bi taktîkên sabotajê li dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Harûn di tevgerê de bûn dan. Hejmara dagirkerên li vir hatin cezakirin nehat zelalkirin.

3. 20’ê Nîsanê di saet 21:10’an de gundê Şiyê yê girêdayî navçeya Dînartê ya navçeya Akrê 3 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.

– 20’ê Nîsanê di saet 14:30-22:30’an de qadên Girê FM, Girê Bihar û Girê Amediyê yên herêma Zapê bi dehan caran ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusên hatin avêtin û 14 caran jî bi balafirên şer hatine bombekirin.

– Di 20’ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusên hatinî avêtin û 7 caran jî bi balafirên şer qada Girê Colemêrgê ya herêma Metîna bombe kiriye.

– Di navbera 20 û 21’ê Nîsanê de, Qadên Berxwedanê yên li herêmên Zap û Avaşînê 37 caran bi balafirên şer û obusên ji qereqolên li ser xeta sînor hatinî avêtin hatine bombekirin.

21 ê Avrêl a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê