HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

Ji 21’ê adara 2009’an pê ve ku ji hêla tevgera me ve biryara yekalî ya bêçalakbûnê hatibû girtin û hêzên me li gorî vê tevdigerin, digel vê yekê di meha cotmehê de ji hêla Artêşa TC’ê ya dagirker ve 35 operasyonên bi armanca tunekirinê hatine li dar xistin û di van operasyonan de ji ber pejinkariya gerîlayên me tenê di 4 operasyonan de di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên Artêşa TC’ê de pevçûn hatine jiyandin. Di vê demê de ji hêla gerîlayên me ve tu çalakiyek nehatiye li dar xistin.

Di seranserê meha cotmehê de hem li eyaletên me yên bakur hem jî li Qadên Parastina Medya bi tevahî 27 caran êrîşên bi hawan û obûsan û 7 caran jî êrîşên bi hewayî hatine li dar xistin. Di van êrîşan de bi tevahî 13 gerîlayên me gihîştine şehadetê û yek li Wanê yek jî li sînorê Îranê bi tevahî 2 mirovên me yên welatparêz jî ji hêla artêşên Îran û Tirkiyê ve hatine qetilkirinê. Di meha cotmehê de ji ber mayînên ku Artêşa TC’ê raxistine sivîlek birîndar bûye û leşkerek ku li Qibrisê leşkertiya Artêşa TC’ê dike ji yekîneya xwe fîrar kiriye û tevlî nav refên HPG bûye. Dîsa ji ber êrîşên topan û hewayî li gelek deverên sivîlan zevî û baxçe zirar dîtine, gelek sewal telef bûne û erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûn hatiye texrîpkirinê.

 

Operasyon

35

Êrîşên Hewayî

7 (Colemêrg-3, Dêrsim-2, Çewlik-2)

Êrîşên bi hawan û obûsan

27 (Colemêrg-5, Şirnex-1, Zap-14, Heftanîn-4, Zagros-3)

Destdan

4

Çalakî

-

Hevalên me yên ku şehîd ketine

13

 

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê