Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 28’ê cotmehê de danê sibehî saet di navbera 09:00-10:00’an de ji hêla artêşa dagirker a TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qada Çiyareş ku girêdayî Zapê ye êrîşeke bi obûs û hawanan hatiye li dar xistin.
2. Di 24’ê cotmehê de ji hêla Artêşa TC’ê ya dagirker ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Avaşîn, Basya, Dola Şîvê û Hergûş ê ku girêdayî Zagrosê ne êrîşeke bi obûs û hawanan hatiye li dar xistin. Êrîşa ku hetanî êvara 25’ê cotmehê berdewam kiriye de gerîlayê me yê bi navê Erdal (Ziyaddîn Gûnay) gihîştiye şehadetê.
3. Di 11’ê tîrmeha 2009’an de ji hêla Artêşa TC’ê ya dagirker ve li hember qada Gabar ku girêdayî Şirnexê ye operasyonek hatibû li dar xistin û di vê operasyonê de di encama bombebarîna firokeyên kobrayan de hevala me ya bi navê Sarya (Gulistan Ebûbekîr) birîndar bûbû û di 23’yê cotmehê de hevala gihîştiye şehadetê.
4. Di 16’ê cotmehê de du gerîlayên me yên bi navê Ersal (Îzettîn Aktaş) û Akîf (Celal Avcil) û welatparêzek bi navê Sefîh Qadirî (Di sala 1981’an de li Ûrmiyê hatiye dinê. Navê bav Mûsa, navê dayîkê Rewşen) dema ku diçin peywirekê li ser sînor di pevçûneke bi leşkerên rejîma Îranê re gihîştine şehadetê.
Agahiyên der barê hevalên şehîd de;
Erdal Mêrdîn Ziyaddîn Gûnay 1987 / Mêrdîn 2005 / Şirnex Resmo Mehmet 25 Cotmeh2009 / Zagros, Qadên Parastina Medya |
Erdal Mêrdîn:
Rêheval Erdal ku di sala 1987’an de li Mêrdînê hatiye dinê, digel temenê xwe yê ciwan zextên li ser Kurdistanê û polîtîkayên zext, zilm û înkara sîstemê dahûrîn dike, demeke dirêj li gelek saziyên demokratîk di nava xebatên ciwanan de cî digire. Rêheval Erdal li hember mercên tecrîdê li ser Serokatî û polîtîkayên tunekirinê û înkarê yên li ser gelê kud, wekî bersiv di sala 2005’an de beşdarî nav refên gerîla dibe. Rêheval Erdal wiha digote; “Ji bona azadiya Serokatî, hedefa min a herî mezin, di xeta Serokatî bûyîna milîtanê xetê ye” Rêheval Erdal di jiyanê de her dem bi moral, coş û bi sekan xwe ya rêgezî, heta kêliya dawîn girêdayîna xwe ya serokatiya xwe nîşan daye.
Sarya Cudî Gulistan Ebûbekîr 1980 / Kamişlo 1999 / Qandîl Feyruz Nurî 23 Cotmeh 2009 / Şirnex |
Sarya Cudî:
Rêheval Sarya di sala 1980’yan de li başarê Qamişlo hatiye dinê û piştî komploya li hember Serokatî wekî keçeke kurd, biryara pêwîstiya şervantiyek pêşeng da û beşdarî nav refên gerîla bû. Rêheval Sarya di gerîlatiya xwe ya deh salan de, li her qada ku lê maye, bi sekna xwe ya kedkar û mûtewazî dihat naskirin û hezkirin. Rêheval Sarya di tevahiya jiyana xwe de, wekî gerîlayeke jin layîqî Serokatî û gelê xwe bû.
Akîf Mêrdîn Celal Avcil 1977 / Mêrdîn 2002 / İstanbul Çîçek Bedirxan 16 Cotmeh 2009 / Sînorê Îranê |
Akîf Mêrdîn:
Rêheval Akîf di sala 1977’an de li navçeya Savûra Mêrdînê hatiye dinê û di sala 2002’yan de; “Hedefa min a herî mezin xwe gihandina hêza çalakiyeke mezin û bibime xwedî kesatiyeke milîtanî. Baweriya min û azwera me tam e” dibêje û beşdarî nav refên gerîla dibe. Rêheval Akîf di gerîlatiya xwe heft salan de, xwe bi pêş ve birinê esas girt û xwedî kesayetiyeke bi însiyatif bû. Rêheval Akîf bi sekna xwe fedayî û hezkirina xwe ya Serokatî, gel û hevalên xwe, bû milîtanekî mînak.
Erdal Botan îzettîn Aktaş 1982 / Şirnex 2008 / Gare Nahîde Bahattîn 16 Cotmeh 2009 / Sînorê Îranê |
Erdal Botan:
Rêheval Erdal di sala 1982’yan de li Şirnexê hatiye dinê. Li ser bangên aştiyê yên Serokatî, lîstikên qirêj ên dijmin aşkere dibîne û ji bona ku van lîstikan vala derbixîne, tercîha xwe bi ber çiyayên azadiyê dike û di sala 2008’an de vê hesreta xwe tîne cî. Digel ku rêheval nû bû, di jiyanê de hevalekî kedkar û gihîştîbû û di nava hevalan de bi van taybetiyên xwe gelek dihate hezkirin. Ji roja beşdarbûna xwe hetanî şehadeta xwe, rêheval Erdal her dem pîvanên milîtaniya apocî anî cî û bi girêdana xwe ya bi Serokatî, gel û rêhevalên xwe, di emrê xwe yê ciwan de beşdarî nav karwanen nemiran bû.
29 Cotmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê