ji çapemenî û raya gişti re!
Di salvegera 37. a damezrandina partiya me PKK'ê de, li pêşberî qewimînên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn gelê me bi berxwedaneke bi heybet re nîşan da ku dikare serketinên mezin biafirîne . Vê berxwedana gelê me, vînbûyîna li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê îspat kiriye û veguherandiye destketiyên mezintir. Li pêşberî qewimînên li Rojhilata Navîn û pêvajoya şer a gav bi gav dijwar dibe, derket holê ku formula yekane û herî rast a çareseriyê, modela Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ye.
Êrîşên dewleta Tirk di meha Mijdarê de jî dewam kirine û gelê Kurdistanê bi sekneke biryardar li dijî van êrîşan rawestiya ye.
GELÊ KURDISTANÊ LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN SEKNEKE BI BIRYAR NÎŞAN DA
Êrîşên dewleta Tirk, Erdogan û hikûmeta AKP'ê yên li hemberî tevgera me û gelê me, di meha Mijdarê de hatine şidandin û ji bo bi temamî teslîm bigire, bi awayekî hovane ev êrîş hatine kirin. Tevî şidandina tecrîda li ser Rêberê me, bi zîhniyeteke DAIŞ'î êrîşî şehîdgehên me kirin û xera kirin. Di êrîşên hewayî û bejahî yên li hemberî gerîla de hêzên me qels nekirin, lê ya derb xwar artêşa Tirk bû.
Sekna bi biryar a gelê me ku bi berxwedan û parastinê dimeşîne, li bajarên Kurdistanê li Cizîr, Gever, Silopiya, Şirnex, Farqîn, Nisêbîn, Dêrik û gelek navçeyên din, bûye têkoşîneke ku pêşî li şerê qirêj ê yekîneyên kontra digire.
DEWLETA TIRK DI ÊRÎŞÊN XWE YÊN MEHA MIJDARÊ DE ENCAM BI DEST NEXIST
Dewleta Tirk di operasyonên xwe yên meha Mijdarê de encameke cidî bi dest nexistiye û tevî vê yekê êrîşên xwe yên hewayî û topbaranê zêde kir.
Bîlançoya şer a ji 1'ê Mijdarê heta 1'ê Kanûnê bi vî rengî ye:
Êrîş û operasyonên artêşa TC;
Operasyonên bejahî: 17
Êrîşên bi balafirên şer: 67
Êrîşên bi helîkopterên Kobra: 12
Êrîşên bi hawan, obus, tank û topan: 221
Tevgera hewayî (Balafir û Kobra): 50
Tevgera balafirên keşfê: 82
Li dijî operasyon û êrîşan, çalakiyên gerîlayên me HPG/YJA Star:
Çalakî û bersivdayîn: 41
Çalakiyên encamên xwe nehatin zelalkirin: 17
Encamên operayson, çalakî û şer:
Leşkerên hatin kuştin: 84
Polîsên hatin kuştin: 1
Tîmên taybet ên hatin kuştin: 12
Payebilindên hatin kuştin: 4 (Çawişên pispor)
Leşkerên birîndar: 46
Polîsê birîndar: 1
Wesayîtên zirxî yên derb li wan hatin xistin: 3
Di encama operasyonên artêşa TC, şer û çalakiyên me de, 17 gerîlayên me şehîd ketin.
Ji bo azadkirina Şengalê û paqijkirina wê ji çeteyan, bi pêşengiya hêzên berxwedanê yên YBŞ'ê, hêzên me yên HPG û YJA Starê jî bi awayekî aktîf cihê xwe di nava pêngavê de girtin. Ev pêvajoya pêngavê di meha Mijdarê de jî bi bidestxistina serketinên girîng, dewam kiriye. Di 2'ê Mijdarê de gundên di navbera Şengal û Rojava de hatine azadkirin û di 13'ê Mijdarê de navenda bajarê Şengalê bi temamî ji çeteyan hatiye paqijkirin. Her wiha di encama operasyonên li gundên derdorê de gelek gund hatin azadkirin û derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê hatin xistin. Her wiha piştî hefteyekê pêngava Kolikê di 26'ê Mijdarê de bi ser ket û Kolik hat azadkirin.
Bîlanço bi vi rengî ye:
Operasyon û tevgerên hatin lidarxistin: 6
Çeteyên hatin kuştin: 85
Çeteyên birîndar: 3
Derbên ji aliyê balafirên koalîsyonê ve hatin lêdan: 114
Cebilxaneyên ji ser çeteyan hatin rakirin:
-2 wesayîtên Hammer
-Wesayîtek û doçkayek 14,5
-Wesayîtek û doçkayek du lûle ya 14,5, tevî 40 qutî fîşekên wê
-Wesayîtek û topek ji 57'an
-3 Doçkayên 12,5 û 15 qutiyên fîşekên wê, 2 zincîrên 70'yî
-1 Çeka SPG-9 û 6 roketên wê
-15 BKC, 30 çente tijî fîşekên wê, 12 lûleyên BKC û 60 qutiyên zincîrên BKC, 5000 fîşekên xwe
-7 çekên B-7, 118 roket û 100 haşweyên wê
-2 çekên Karnas
-10 çekên pompeyî
-2 hawanên 120'î û 26 roketên wê
-8 hawanên 60'î û 83 roketên wê
-4 hawanên 82'an û 65 roketên wê
-3 çekên M-16 û 26 qutî fîşekên wê
-5 debance
-76 Kleş, 150 şarjor, 200 rext, 2000 fîşek
-2 wesayîtên Ford ên leşkerî
-1 Qemyon
-1 Wesayîta xwekujî ya hatiye mayînkirin
13 guleyên hawana 140'an
-1000 mayîn
-7 qaîda Doçka 12,5'an, 3 qaîda doça 14,5'an, 14 qaîda A-4
-20 cîhazên leşkerî
-80 narincok
-7 cîhazên biçûk, 10 êlekên xwekujî, gelek teqemenî (A-4, C-4), gelek telefon, 21 dûrbînên bi rojê, 10 dûrbînên B-7, 5 dûrbînên Karnas, 500 funyeyên hawanê, 10 hilti, 2 kompûter û hin belgeyên Hikûmeta AKP'ê hatin desteserkirin.
Di çarçoveya pêngavê de cenazeyên 51 çeteyan ketin destê hêzên me û 3 çete dîl hatin girtin.
Her wiha encama gelek çalakî û êrîşan nehatiye zelalkirin.
Di nava meha Mijdarê de 4 gerîlayên me yên HPG'ê û şervanekî YBŞ'ê şehîd ketine.
2 Kanûn 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG