ji çapemenî û raya giştî re!
Ev hefteyeke li herêmên Hêzil û Serikê Mihemmedê Ûsê yê li Sêgirka Şirnexê, yekîneyên kontra bi hinceta nêçirvaniye keşfê dikin . Yek ji van kontrayan di dema keşfê de ji latê wer bû û mir. Êvara 1'ê Kanûnê, li herêma di navbera gundên Ziverterkê, Kelewanê û Haci Çerkez ên ser bi navçeya Amed Farqînê, yekîneyên veşartî yên artêşa TC xebatên kontra meşandine û kemînan datînin.
Di 1'ê Kanûnê de saet di navbera 23:00-00:00 de artêşa TC a li li derdora Girê Şehîd Zerdeşt ê li herêma Avaşînê bi cih bû, bi obus, hawan û tankan herêma Şehîd Afad û geliyê Şehîd Rahîme bombe kir.
Di 1'ê Kanûnê de saet di navbera 16:30-17:00 de li herêma Metîna, roja 2'ê Kanûnê (îro) saet di navbera 00:00-05:00 de li herêma Garê bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif hatiye kirin.
2 Kanûn 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG