Ji gelê me û raya giştî re!
Hola şerê ku li Kurdistanê bi baldarî pêşvediçe êrîşên çeteyên Daiş di serîde li Kurdistana Rojava bi berxwedana Kobanê bi awayek rewneqdar berdewam dike. Ev berxwedana dîrokî li Kurdistana Başur li Şengal û Kerkûk ji aliyê hêzên me yên HPG-YJAStar ve berdewam dike. Di tekoşîna berxwedanê a Şengalê di nav maha Mijdarê de li hember tevahî êrîşan bi awayek hêz û çalkiyên aktîvyane bi taktîk û şêwazê gêrîlla hatiye birêvebirin. Di meha Mijdarê de di serî de derdorê Şilo, Barê û Skineyê li derdora çiyayê Şengalê pevçûnên berfireh hatine jiyankirin û berxwedanek mezin hatiye pêşxistin.
Bi çalakiyên Cudalê-Şîlo derbeyên gelek giran li çeteyên Daiş hatiye xistin û gelek hewildanên wan yên êrîşan hatine vale derxistin. Di pevçûnên û çalakiyên giran yên meha Mijdarê de hatîn jiyan kirin di serîde rêhevalê me yê endamê Fermandariya HPG a Şengalê Dilgeş Rojhilat ( Îsmaîl Azadixan) 5 gêrîllayên HPG’ê û 1 şervanê YBŞ’ê yên tekoşîna berxwedanê bi awayek qehremanî têkoşan dikirin tevlî nava karwanên Şehîdên Kurdistanê bune.
Encamên pevçûn û çalakiyên berfireh yên meha Mijdarê hatîn jiyankirin wuhane;
Çalakî û pevçûnên hatîn jiyankirin: 10
Jimara çeteyên di çalakî û pevçûnan de hatîn kuştin zelal bûyîn: 41
Jimara birîndarên çeteyan yên zelal bûyîn:7
Jimara wesayîtên hatîn roxandin: 13 wesayît
Wesayîtên derbe girtîn: 2 wesayît
Di çalakiyên hatîn encamdayîn de alavên leşkerî yên ji ser çeteyan hatin girtin û ketine dest;
- 1 Wesayîtek şêwazê zirxî
- 1 Çeka Doçka 12,5 û 4 qotî gulleyên wê
- 2 Çekên BKC, 3050 gule, 4 zincîr û namluyek cihgir
- 9 Çekên Qilêş, 9 Jarjor, 270 gule û 11 rext
- 2 Çekên M-16, 20 Jarjorê M-16, 600 guleyên M-16
- 1 Çeka Roketavêj a B-7 û 5 Roketên wê
- 1 Çeka BKT, 12 Jarjorê wê
- 1 Tabanca û jarjor
- 12 Yelegê çelîk
- 2 Çekê BKC
- 1 Çeka B-7, 4 Roket û Heşoyê çeka B-7
- 5 Bombê dest
- 7 Cenazeyê Çeteyan
- 2 Bêtêlê biçûk
- 3 Dûrbîn
Hêzên me yên Gêrîlla yên dibin her şert û mercan de di xeta fedaî ya Apocî de, meşa xwe ya li Şengalê bi dayîna tekoşînek mezin nîşandayîne. Girêdayîna me û soza me ya bi Şehîdan re wê bibe xeta serketin û Şengala azad.
6 Kanûn 2014
Fermandariya Şengal-HPG