Ji çapemenî û raya giştî re!
Roja 4 Kanûn di navbera demjimêrên 12:00 û 14:00 an de tevgera balefirên Şer û keşfê yên artêşa dagirker a Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medya herêma Zap’ê bi navber navber hatiye jiyankirin. Ev tevger li Herêmên Parastinê Yên Medya bi zêdebuyînê berdewam kiriye. Li gorî vê;
- Cardin heman rojê di navbera demjimêrên 13:30 û 14:00 an de û roja 5 Kanûnê (îro) di navbera demjimêrên 07:00 û 07:30 an de li ser herêma me Heftenîn ev tevger berdewam kirîne.
- Cardin roja 4 Kanûn di navbera demjimêrên 16:30 û 23:00 an de balefirên hewayî yên bê mirov li ser herêma me Metina ve tevgerên keşfê yên berfireh pêkaniye.
5 Kanûn 214
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG