HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê berxwedana xwe ya dîrokî ya li dijî înkar, îmha, qirkirin, siyaseta tecrîd û êrîşên dagirkeriyê di meha destpêkê ya sala 2024'an de jî bênavber dewam kirin.

Hêzên me ku di nava şert û mercên giran ên zivistanê de jî bersivê didin her cûre êrîşên dewleta Tirk a dagirker, bi çalakî û operasyonên şoreşgerî performanseke girîng a şer afirandin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi asta xwe ya ku li ser bingeha jinûve avabûnê bi dest xistin, bi kûrahiya taktîkî, performansa bilind, hostsatiya di liv û tevgerê û rêbaza çalakiyê de, her wiha bi bicihanîna vê yekê ya bi afirîneriyeke mezin, ispat kirin ku doktrîna şer a HPG'ê rast e. Careke din hate dîtin ku dema ruhê fedaîtî yê Apoyî, rêbaza taktîkî ya gerîlatiay modernîteya demokratîk bi afirînerî û biryardariyeke mezin bi cih hate anîn, ti hêz nikare li pêşiyê bisekine, her cûre teknîka dijmin dikare bê têkbirin. Çalakî û operasyonên şoreşgerî yên hêzên me hem derba giran li artêşa Tirk a dagirker xistin, hem rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst hejandin hem jî nîşan dan ku siyaseta qirkirinê ya xwe dispêre înkar û îmhayê ti carî nikare encamê bi dest bixe.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê havîn-zivistanê di her şert û mercên qadê de, li her derê û di her kêliyê de vê astê dixin meriyetê, ku ev yek ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me destketiyeke mezin e. Gerîlayên me ku bi xurtî dest bi sala nû kir, rêya têkoşînê ya sala 2024'an diyar kirin û rêya serketinê nîşan dan.

Hevrêyên me Serxwebûn, Serhed, Rizgar Çavreş û Jêhat kuk bi ruhê fedaî yê Apoyî tevlî têkoşîna dijwar a meha Çileyê bûn, her cûre zor û zehmetî ji holê rakirin û derbên giran li dijmin xistin, gihîştin şehadetê. Hevrêyên me yên leheng bi vê astê têkoşîna me gihandin asteke bilind. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê li ser şopa hevrêyên xwe bimeşin û armancên wan bi ser bixînin.

Bîlançoya şer a meha Çileyê bi vî rengî ye:

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA DAGIRKER

Êrîşên Bi Balefirên Şer

238

Êrîşên Bi Teqemeniyên Qedexekirî

6

Êrîşên Bi Dronên Teqemenîbarkirî

18

HEVRÊYÊN ME YÊN ŞEHÎD

Hevrêyên Me Yên Şehîd Bûne

3

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Çalakiyên Giştî Yên Gerîla

79

Operasyona Şoreşgerî

1

Çalakiyên Sabotajê

2

Çalakiyên Koordîneyî

3

Çalakiyên Sekvaniyê

6

Çalakiyên Pevçûn-Destwerdan-Derblêdan

22

Çalakiyên Bi Çekên Giran

45

WINDAHIYÊN DIJMIN

Hejmara Dagirkerên Hatine Cezakirin

99

Hejmara Dagirkerên Birîndar Bûne

12

ÊN KU HATINE ÎMHAKIRIN

Wesayîta Leşkerî

1

Cebilxane

1

Cihê Lojîstîkê

2

Cihên Jiyanê

7

Konteynir

3

Kon

2

Çeper

21

Pergala Radarê

2

Kamerayên Mobesse

5

Kameraya Mobesse Ya Bi Termal

1

Pergala Muhabereyê

1

Jenerator

1

Çeka A4

2

Çeka Bombeavêj A Bi Zincîr

2

Telefonên Berîkî

8

ÊN KU HATINE DERBKIRIN

Kepçe

1

Kamyon

1

Konteynir

2

Çeper

20

ÊN KU HATINE DESTESERKIRIN

Çeka Nîv Otomatik A BKC

2

Fîşekên BKC

200

Çeka Bombeavêj A Temburî

4

Çeka Bombeavêj A Yekane

1

Çeka MPT-55

7

Fîşekên Çeka MPT-55

250

Dûrbînên Termal

5

Dûrbînên Şevê

7

Lazera Çekê

2

Dûrbîna Çekê

5

Amûra Nîşangirtina Çekê

1

Amûra Muhabereye

2

Bataryaya Amûra Muhabereye

1

Ronavêj

2

Kêr

2

Bombeya Mijê

3

Pîlê Dûrbîna Termale

5

Rextê Êrîşê Yê Bi Zirx

3

Parkeyê Leşkerî

2

Berguhk

2

1’ê Sibata 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê