HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li herêma Zapê;

28'ê Çileyê saet di 13:30'î de li derdora çepera şer a Şehîd Diyar bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, derb li çeperekê hate xistin.

2. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

28'ê Çileyê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

3. Li herêma Xakurkê;

28'ê Çileyê saet di 09:30'î de li Girê Şehîd Heqî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

28, 29, 30 û 31'ê Çileyê li herêma Garê Deşta Kafya û qada Yekmalê 2 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, li herêma Zapê qada Şehîd Îbrahîm 4 caran, li herêma Metînayê qadên Şêlazê, Dergelê, Serê Metîna, Bêşîlî 4 caran, li herêma Xakurkê qada Ava Lolanê 2 caran; bi giştî 14 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

31’ê Çileyê 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê