Ji Gelê Me Yê Welatparêz û Raya Giştî Re!
Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê û kadroyên pêşeng ên têkoşîna me Kemal Pîr 7'ê Îlona 1982'an, Mehmet Hayrî Dûrmûş 12'ê îlona 1982'an, Akîf Yilmaz 15'ê Îlona 1982'an û Alî Çîçek jî 17'ê Îlona 1982'an şehîd bûn.
Em hevrêyên xwe yên pêşeng di salvegera şehadeta wan de bi hezkirin, hurmet, minet û bi hestên herî xurt ên dilsoziyê bi bîr tînin. Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ku di meha Îlonê de li pey hev ber bi şehadetê ve çûn û di şexsê wan de şehîdên me yên têkoşînê hemûyan bi hurmet bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo dilsoziya bîranînên wan û bicihanîna armancên wan dubare dikin.
Di rojên dawî de gelê me yê li Bakurê Kurdistanê, ji 7 heta 70 salî bi beşdariya mirovên ji her beşa civakê şehîdên xwe bi bîr anî. Em gelê xwe yê welatparêz ê ku li Bakurê Kurdistanê û çar aliyên Tirkiyeyê şehîdên xwe bi bîr anî, bi hurmet û hezkirin silav dikin. Xwedîderketina gelê me ya li nirxên xwe ya di vê asta xurt de, geşkirina manewiyata xwe, pêkanîna bîranînên şehîdan di asta hêjayî lehengên me de, bêguman careke din nîşan da ku bîranîna şehîdên me di dilê gelê me de çiqasî zindî û xurt e. Ev dilsoziya ku gelê me nîşan da, careke din raxist pêş çavan ku çavkaniya herî xurt a moral û manewiyata me Şehîdên me û Rêberê me ye. Bi vê wesîleyê em careke din ji malbatên hêja yên şehîdên me re, ji rêber û hevrêyê şehîdan Rêber Apo re, ji hevrêyên me yên li ser şopa şehîdan dimeşin re û ji her kesê ku dilê wan ji bo şehîdan lê dide re, sersaxiyê dixwazin.
Jiyana her şehîdeke/şehîdekî me, têkoşîn û meşa xwe ya bi lehengî ya ber bi şehadetê ve, heqîqeteke ku bi şênberî nîşan dide ku mirovên azad ne tenê di oxira çi de, her wiha divê bi kîjan şêweyî bijî. Weke şopdarên şehîdên xwe, carna ji ber mercên şer, carna jî ji ber nebûna derfetan me nekarî jiyana têkoşînê ya şehîdên xwe bi hemû aliyan bi belge bikin. Lê belê di dema ragihandina şehîdên xwe de me ji xwe re kir pîvan ku hemû derfetên xwe seferber bikin, wêne, dîmen, agahî û belgeyên şehîdên xwe bi gelê xwe re parve bikin û me hewl da vê pîvanê bi cih bînin. Di vê mijarê de ji ber wezîfeyên xwe yên ku em kêm man û nekarîn di dema xwe de bi cih bînin, em rexnedayina xwe di serî de didin şehîdên xwe û gelê xwe yê welatparêz. Em bi biryar in ku ji niha û pê ve têkoşîna xwe ya ji bo bîranîn, danasîn, jiyana bi rengekî rast a xeta têkoşînê ya şehîdên xwe bi pir alî û karên cuda dewam bikin, kêmasiyên xwe telafî bikin û vê wezîfeya xwe bi rengê herî xurt bi cih bînin. Lê belê şehîdên me heqîqeteke ewçend mezin afirandin ku her kêliya jiyana wan, her gotinên wan, her helwesta ku nîşan dan di dil û hişê me de neqişîn. Em gihîştin asta rastiya gelekî welê ku xwe bi şehîdan afirand, bi wan pênase kir, da ser şopa wan û ew nemir kir. Ev mîrate çavkaniya me ya herî mezin a hêz û moralê ye, di heman demê de temînata siberojên azad ên gelê me ye.
Em baş dizanin û ji dil bawer dikin ku gelê me yê welatparêz ne tenê bi merasîmên bîranînan, her wiha di her kêliya jiyana xwe de wê sekna pîr û pak a exlaqî ya şehîdên me, dilsoziya bi nirxan, jiyana komînal, hevrêtiya ji dil, karkirina bêhesab ji bo doza azadiyê, bêyî li benda berjewendiyeke madî û manewî bimîne bi dil û can tevlî bibe, ji bo azadkirina Kurdistanê bi fedakarî ked bide weke ku heta niha kir, ji niha û pê ve jî ji xwe re bike esas. Li ser vê bingehê em ji dil spasiya her kesî dikin ku li Bakurê Kurdistanê bi malbat, xizm, dua, peyam, piştgirî û keda xwe tevlî merasîmên bîranîna şehîdan bûn.
Di pêvajoya merasîma bîranînan de mixabin bûyerek qewimî ku em hemû pê êşiyan. Birayê hevrêya me Şehîd Arîn Goyî - Binevş Oslo, Ramazan Oslo ku ji bo karkirinê li Manîsayê bû, dema berê xwe da Qilabanê ku tevlî merasîma bîranînê bibe, 11'ê Îlona 2026'an ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest da. Di heman qezaya bi êş de yek jê giran çar kes jî birîndar bûn. Jidestdana jiyana xwe li ser rêya bîranîna şehîdan herî kêm bi qasî şehîdbûnê xwedî wate ye. Em welatparêzê hêja Ramazan Oslo li ser vê bingehê bi hurmet bi bîr tînin, ji malbata Oslo ya welatparêz û eşîra Goyî re sersaxiyê dixwazin, ji mirovên me yên birîndar re jî şîfa lezgîn dixwazin.
15’ê Îlona 2026’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê

