HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

 

Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

 

Di demên dawî de, em agahiyan werdigirin ku li navendên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi navê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji gelê me yê welatparêz, karsaz û ji aliyên cuda alîkariya madî tê xwestin. 

Ev agahiyên ku derbarê gelek navendan de gihîştine me, ji aliyê me ve hatine lêkolînkirin.

Di encama lêkolînan de hatiye diyarkirin ku di rewşa heyî de, li çi deverên ku gerîlayên me lê hene û çi  deverên ku lê nînin, ji tu kesî alîkarî nehatiye xwestin. Ji ber vê yekê, li her derê ku be, kesên ku bi vî rengî daxwaza alîkariyê dikin, ne kesên ku bi gerîla û tevgera me re di nava têkiliyê de ne. Berevajî, delîl û nîşaneyên ku hatine bidestxistin destnîşan dikin ku di vê mijarê de bi zanebûn komên çete têne bikaranîn û pratîkên neyînî yên bi vî rengî ji aliyê van koman ve tên kirin.

Em bang li gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe û hemû aliyên cuda dikin ku, bi çi awayî dibe bila bibe, baweriyê nedin kesên ku bi not, peyam an rêbazên din xwe digihînin wan; û li hember kesên ku bi navê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê alîkariya madî dixwazin, hişyar û baldar bin.

 

17’ê Îlona 2026’an                                     

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê