HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di çalakiyên dawî yên gerîlayen me de 6 tîmên taybet, 2 polîs, 7 leşker hatin kuştin, derb li gelek maşînên zirxî û helîkopterê hatiye xistin û hin jê hatine rûxandin.

COLEMÊRG

10'ê Tebaxê saet di 07:00 de gerîlayên me rêya di navbera Colemêrg-Çelê de girtine. Di heman demê de li dijî konvoyeke artêşa Tirk a ji Colemêrgê diçû Çelê, çalakiya sabotajê lidar xistine. Di vê çalakiyê de derb li 2 maşînên zirxî hatiye xistin. Hejmara kuştî û birîndarên li vê derê nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê konvoya leşkerî heta saet 19:00 de li ser rê sekiniye. Her wiha saet di 09:10, 10:00, 15:00 û 19:00 de helîkopterên bi tîpa kobra gule li derdorê reşandine. Wekî din ji saet 15:00 het saet 10:00 ê 11'ê Tebaxê, pêgerên hewayî yên bê mirov li herêmê keşif kirine. Ji ber gulereşandina artêşa T.C a dagirker, li erdê gundiyên gundê Deravê Talê şewat derketiye.

10'ê Tebaxê, rêya ji Geverê diçe qada Oremar û Geliyê Doskî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye girtin. Pira Şah Glord a li vê derê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin. Ev rê di bin kontrola gerîlayên me de ye.

10'ê Tebaxê saet di 08:00 de li qada Pirê Şinê ya di navbera Colemêrg-Çelê de, gerîlayên me rê girtine, kontrola nasnameyan kirine û der barê pêvajoyê de gel agahdar kirine. Piştî çalakiyê artêşa Tirk hewl daye bi helîkopterên bi tîpa Skorsky bikeve qadê, lê gerîlayên me derb li helîkopterê xistine û nehiştine bikeve qadê.

ŞIRNEX

Di sibeha 10'ê Tebaxê de gerîlayên me li navenda navçeya Şirnex Silopiyayê, li dijî maşîneke zirxî ya tîmên tevgera taybet çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiyê de maşîna zirxî bi temamî hat rûxandin û 6 polîsên tîmên taybet ên di maşînê de hatine kuştin. Ev çalakî weke bersivek li komkujiya li Silopiyayê hatiye kirin.

10'ê Tebaxê saet di navbera 15:00 - 18:00 de gerîlayên me yên YJA Starê rêya Şirnex û Guçexe girtine, kontrola nasnameyan kirine û der barê pêvajoyê de gel agahdar kirine.

Di sibeha 10'ê Tebaxê saet di 06:45'an de li qada di navbera navçeya Şirnex Elkê û Şemanê de ji bo bîranîna gerîlayên me yên di dema dawî de şehîd ketine, hêzên me yên YJA Starê çalakiyek pêk anîne. Gerîlayên me kemîn danîne pêşiya 2 helîkopterên Skorsky û bi çekên giran ên BKC û B7 (roket) û çekên firat li helîkopteran xistine. Di encama vê lêdanê de her du helîkopteran derb xwarine û neçar mane xwe li qereqola Betê deynin. Her çend ji aliyê medya Tirk ve hat ragihandin ku di vê çalakiyê de leşkerek miriye û 2 birîndar bûne jî, hejmara kuştî û birîndarên artêşa T.C gelekî zêde ye. Saetek piştî çalakiyê 2 helîkopterên Kobra gule li cihê çalakiyê reşandine.

Di şeva 10'ê Tebaxê saet di 00:00 de ji bo bîranîna hevalên me Şehîd Harûn û Şehîd  Yilmaz çalakiyek hatiye lidarxistin. Gerîlayên me li nîzamiyeya tabûra Zele ya li Şirnexê xistine. Di encama lêdana bi çekên giran BKC û B7 û çekên fermî de nîzaniye bi temamî hatiye rûxandin, li vir 3 lekşer hatine kuştin. Di heman demê de derb li maşîneke li tabûra Zele hatiye xistin. Piştî çalakiyê 2 helîkopterên Skorsky du caran hatine cihê çalakiyê û mirî û birîndarên xwe rakirine. Li dû çalakiyê artêşa TC bi helîkopterên Kobra û obusan cihê çalakiyê bomberdûman kirine.

MÊRDÎN

Êvara 8'ê Tebaxê saet di 21:30 de li navenda navçeya Mêrdîn Mîdyatê, dema gerîlayên me li hemberî Midûriyeta Emniyetê ji bo bersivdayîna li bîranîna şehîdên li Silopiyayê dixwestin çalakiyê lidar bixin, dijmin bi wan hesiyan. Li ser vê yekê şer derket. Gerîlayên me derbên xurt li wesayîteke sivîl a 4 polîsên sivîl tê de bûn û xwestin hêzên gerîla bisekinînin xistin. Di şer de 2 polîs hatin kuştin, 2 polîs jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê 4 ambûlans hatin cihê bûyerê û mirî û birîndar rakirin.

10'ê Tebaxê saet di 10:20 de li herêma navbera Kerboran û Bendava Germavê ya Mêrdînê de, di dema derbasbûna konvoya wesayîtên bendavê û maşînên zirxî de gerîlayên me çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de derb li 8 wesayîtên bendavê hatine xistin. Ewlekarên bendavê cihê bûyerê terikandin û vekişiyan. Piştî saetekê karîbûn dest li rewşê werdin.

SÊRT

10'ê Tebaxê saet di navbera 11:00 - 15:00 de gerîlayên me rêya di navbera navçeya Sêrt Berwarî û navçeya Wan Şaxê li çûnûhatinê girtin û der barê pêvajoyê de propaganda kirin. Di heman demê de 2 wesayîtên şîrketeke taybet a ji bo dewletê dixebite hatin şewitandin, ajokarên wan jî hatin hişyarkirin û berdan. Ji saet 17:00 heta 00:00 ev rê ji aliyê gerîlayên me ve hat girtin, kontrola nasnameyan hat kirin û 2 wesayîtên li vê derê yên cerdevanan hatin sekinandin û hişyariyên pêwîst li wan hatin kirin. Her wiha di sibeha 11'ê Tebaxê saet di 07:00 de li navçeya Sêrt Berwariyê li hemberî stasyona bazê çalakiya sabotajê hatiye kirin.

ERZÎROM

Di êvara 10'ê Tebaxê saet di 20:00 de, li ser rêya Mergê Xalê yê navçeya Erzîrom Qereyaziyê stasyoneke bazê ya Vodafone û Turkcellê hedef hatin girtin û bi temamî hat îmhakirin.

AMED

Êvara 10'ê Tebaxê saet di 20:30 de li hemberî bendaveke li gundê Etkarê ya Pasûrê gerîlayên me çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Piştî teqandina bendavê, cerdevanên ewlekariya bendavê dikirin, cihê bûyerê terikandine. Li dû çalakiyê artêşa Tirk bi desteka cerdevanan li qadên Hasanzîn, Mezra Rindik û Dokûz Vîrajê kemîn danî.

10'ê Tebaxê saet di 10:30 de gerîlayên me li hemberî qereqola Malabadî ya navçeya Amed Farqînê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di encama çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Ji 10'ê Tebaxê saet 16:00 heta niha rêya di navbera Farqîn û Pasûrê di bin kontrola gerîlayên me de ye.

9'ê Tebaxê saet di 20:30 de gerîlayên me rêya di navbera navenda Amedê û Fîskaya de girtine. Di şerê li vê derê de derb li maşîneke zirxî ya bi tîpa akrep hatiye xistin. Li vir leşkerek bi giranî birîndar bûye.

10'ê Tebaxê saet di 13:25'an de li hemberî Midûriyeta Emniyetê, Qeymeqamî û Tabûra Tankê ya Jendermeyan çalakiyeke berfireh hatiye lidarxistin. Bi dokça Tabûra Tankê ya Jendermeyan hedef hatiye girtin. Li vir tankek hatiye rûxandin. Her wiha derb li kulûbeya nobedê ya tabûra tankê hatiye dayîn û di encamê de 2 leşker hatine kuştin. Bi çekên giran ên B-7 û BKC û çekên sivik li avahiyên Qeymeqamtî û avahiya Emniyetê hatiye xistin. 2 roket li vê derê li avahiya emniyetê ket. Der barê mirî û birîndarên li avahiya emniyetê agahiyeke zelal bi dest neket.

BEDLÎS

10'ê Tebaxê saet di 21:00 de, ji 50 metreyî bi çekên B-7 û ferdî li qereqola seyar a ser bi hêzên tevgera taybet a li navenda Bedlîsê hatiye xistin. Her çend hat ragihandin ku li vê derê 2 tîmên taybet birîndar bûne jî, hejmara mirî û birîndaran zêdetir e.

DÊRSIM

10'ê Tebaxê saet di 17:45'an de li hemberî qereqola Tulukê ya li navenda Dêrsimê ku hînê tê çêkirin, çalakiyek hat lidarxistin. Gerîlayên me ji cihekî nêz derbên bi bandor li 8 leşkerê li pêş qereqolê xistin. Agahiyeke zelal nehat bidestxistin ku ji leşkerên di qereqolê de çend hatine kuştin, çend birîndar bûne. Piştî vê çalakiyê artêşa Tirk bi tank, hawan û çekên giran derdor bombe kiriye.

Çalakiya girtiya rêya Dêrsim û Xozadê ku 4 rojan dewam kir, di 10'ê Tebaxê de bi daxuyaniyekê hatiye bi dawîkirin.

11 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG