Ji çapemenî û raya giştî re!
Çalakiya fedaî ya li dijî Navenda Polîsan a Fatîhê ya li Sûltanbeylî, ji aliyê tîmeke 3 kesan a ser bi Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan ve hatiye kirin
. Di asta heyî de, li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê me û êrîşên li hemberî gel û tevgera me, divê çalakiyên bi vî rengî yên fedaî yên giran, ku bi temamî armanca xwe întixarî ye, neyên kirin û li şûna vê, çalakiyên bi rêbaza fedaî yên ku derbê li dijmin dixin, werin kirin. Ji ber vê yekê, heta fermaneke duyemîn divê plansaziyên çalakiyên giran ên weke yên li Edene-Pozanti û Stenbol-Sûltanbeyliyê niha werin taloqkirin, li şûna wan çalakiyên bi şêweyên cudatir bên kirin."
Çalakiya fedaî ya şeva 10'ê Tebaxê ya li hemberî Navenda Polîsan a Fatîhê ya li navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê û çalakiya li hemberî hêza polîsan a sibeha heman rojê ji aliyê tîmeke ji 3 kesan a ser bi Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan ve hatiye kirin. Ev çalakiya ji bo bîranîna hevrê Şervan Varto yê di êrîşa hewayî ya 24'ê Tîrmehê de şehîd ket hat lidarxistin, ji aliyê yekîneya pêwendîdar ve hatiye plankirin û bi cih anîn.
Çalakî ji aliyê tîma fedaî ya ji hevrêyên me Erdal Nûda (Erdal Yildiz), Harûn Raman (Bûrak Bogakan) û Botan Canfeda (Denîz Ûçkûn) ve hatiye kirin û tê zanîn ku bîlançoya vê çalakiyê ji agahiyên medya Tirk diweşînin gelekî girantir e. Lê belê hejmara windahiyan ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di vê çalakiyê de her sê hevrêyên me şehîd ketine. Her çend bi rêya medya civakî û qenalên cuda yên ragihandinê hin rêxistinên cuda dixwazin xwedî li vê çalakiyê derkevin jî, ev çalakî ji aliyê ti kom an jî rêxistineke din a cuda ve nehatiye kirin."
Hevrê Erdal Nûda (Erdal Yildiz), Harûn Raman (Bûrak Bogakan) û Botan Canfeda (Denîz Ûçkûn), ku ji kêliya tevlî refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bûn û pê ve bi berpirsyarî û hesasiyeteke kûr a li pêşberî Rêber Apo û gelê Kurdistanê nêzî wezîfeyên xwe bûn, xwe bi ruhê fedaî yên Apoyî perwerde kirin û bi biryardariyeke mezin ber bi vê wezîfeya dîrokî ve meşiyane.
Her sê hevrêyên me yên leheng ên ji Agirî, Mûş û Çewlikê tevlî refên têkoşîna me bûn, weke ewladên leheng ên gelê Kurdistanê yên bi hezkirina welat mezin bûn, cihê xwe di nava refên azadiyê de girtin. Di vê pêvajoya girîng a wezîfeyê de hevalê me Botan Canfeda yê bi sekna xwe ya dilnizm û fedekarî tevlî bû, hevalê me Erdal Yildiz ê bi hêza xwe ya rêxistinkirin û plansaziya bi hostatî tevlî bû û hevalê me Harûn Raman ê bi biryariyeke tûj pratîka çalakiyê nîşan da, bûn yekparekbûneke xurt.
Hevrêyên me yên bi ruhê ji berpirsyariya mezin a kesayetiya milîtanê Apoyî, ekîbeke yekpare ya ji hişmendiya mezin a wezîfeyê afirandin, bi rêbaza çalakiyê ya bi vî ruhî re mêtîngerî felç kirine. Weke rêbaza çalakiya fedaî ya Andok û Êrîşan, bi kûrbûneke xurt a li gorî hesasiyetên demê, çalakî lidar xistin. Em her sê hevrêyên xwe yên ev çalakî pêk anîn, bi rêzdarî bibîr tînin."
'Jı Hemû Yekîneyên Tabûra Nemıran A Şehîd Zîlan Re'
Piştî çalakiya li Stenbol-Sûltanbeyliyê, Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ji bo hemû yekîneyên ser bi Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan, fermanek şandiye û wiha hat gotin:
Di asta heyî de, li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê me û êrîşên li hemberî gel û tevgera me, divê çalakiyên bi vî rengî yên fedaî yên giran, ku bi temamî armanca xwe întixarî ye, neyên kirin û li şûna vê, çalakiyên bi rêbaza fedaî yên ku derbê li dijmin dixin, werin kirin. Ji ber vê yekê, heta fermaneke duyemîn divê plansaziyên çalakiyên giran ên weke yên li Edene-Pozanti û Stenbol-Sûltanbeyliyê niha werin taloqkirin, li şûna wan çalakiyên bi şêweyên cudatir bên kirin.
Nasnameya 3 Gerîlayen Me Wihaye:
Nasnav: Botan Canfeda
Nav paşnav: Denîz Ûçkûn
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Navê dê û bav: Gulperî-Naîf
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 10'ê Tebaxa 2015/Stenbol
Nasnav: Erdal Nûda
Nav paşnav: Erdal Yildiz
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Navê dê û bav: Nasîhat-Ahmet
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 10'ê Tebaxa 2015/Stenbol
Nasnav: Harûn Raman
Nav paşnav: Bûrak Bogakan
Cihê ji dayikbûnê: Çewlik
Navê dê û bav: Mujgan-Mehmet
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 10'ê Tebaxa 2015/Stenbol
11 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG