HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û rayagiştî re

1- Di çarçoweya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedranê Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me li hemberî artêşa tirk a dagirker, li Gever, Şemzînan û li çelê çalakî li dar xistine.

Di roja  28ê Tîrmehê saet di 04:30ê de, hêzên me çalakiyek li ser girê Sisê yê girêdayî Şemzînanê ku kozikên dijmin li serê bûn li dar xistine. Di vê çalakiya ku du kozik tê de hatine tinekirin de, xisara dijmin û hijmara mirî yan birîndaran nehatiye tespîtkirin.

Hêzên me roja 28ê Tîrmehê saet di 10:30ê de li ser girê Bayê yê li Çarçela ku girêdayî Geverê ye, li hemberî leşkerên dijmin ên li serê gir bi cih bibûn çalakiyek li dar xistine. Li ser girê ku ji du milan ve hatiye armanckirin, çadireke leşkeran hatiye tinekirin û kozikeke çeka giran a A4 hatiye lêdan. Di vê çalakiyê de kuştina 5 leşkeran hatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk qada şer daye ber topên hawin û obusan.

Hêzên me roja 28ê Tîrmehê saet di 10:00an de li kozikên koordîneya dijmin ên girêdayî Çelê kirine armanca xwe. Bi çekên giran bi awayekî bi bandor lê dane. Hijmara kuştî an birîndarên dijmin nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk qada şer daye ber topên hawin û obusan.

2- Di çarçoweya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de hêzên me, roja 28ê Tîrmehê saet di 21:30ê de li hemberî qereqola leşkerî ya Saxanisa girêdayî Kanîreş a (Karliova) Çewlîkê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiya ku kûleyên li qereqolê ji du aliyan ve xistine ber armancê, hijmara kuştî an birîndarên dijmin nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa tirk a dagirker bi çekên giran derdor daye ber guleyan.

3-Hêzên dijmin ên bi operasyonên dagirkirinê encameke hêvî dikirin nesitendine û perîşan bûne, bi êrîşên hewayî qadên sîvîl dixin armanca xwe.

Di vê çarçoweyê de, artêşa tirk a dagirker, roja 28ê Tîrmehê bi helîkopterên kobra li qada Masîro ya girêdayî Beyşebabê warên wekî Hewşederê, Astenga Masîro, Tehtareşê û derdora gundê Keleş daye ber bombeyan. Di encama bombebarandinê de meşîneyeke gundiyan hatiye tinekirin û agir bi qadê ketiye.

Di heman rojê de, di saetên sibehê de helîkopterên kobra yên hêzên dagirker qada Serikê Mihemedê Oso ya li herêma Besta ya girêdayî Şirnexê ye dane ber bombeyan.

Dîsa di heman rojê de, saet di navbera 21:00-21:30ê de ev qad ji aliyê helîkopterên Atak ve hatiye bombebarandin.

4- Roja 28ê Tîrmehê saet di 21:00ê de helîkopterên kobra yên artêşa tirk a dagirker gundê Zargê yê Dersimê û derdora wê dane ber bombeyan.

5- Di daxuyaniya me ya roja 21ê Tîrmehê me dabû de, me diyar kiribû ku  5 hevalên me di encama bombebarandina artêşa tirk a dagirker a roja 6ê Tîrmehê saet di 00.00ê de li qada Geliyê Hecê yê girêdayî herêma Çemçê ya Qersê, ya bi desteka balefirên bêmirov û helîkopterên kobra operasyon li dar xistibû û di encama bombebarandina giran de şehîd ketibûn.

Agahiyên kunyeya hevalên me yên şehîd ketine wiha ye:

Nasnav:Taylan Ozgur
Nav û paşnav: Ferît Polat
Cihê jidayikbûnê: Semsûr
Navê dayikê û yê bav: Bedriye - Osman
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 6 Tîrmeh 2017 / Qers

Nasnav:Botan Êrîş
Nav û paşnav: Omer Ozerk
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Navê dayikê û yê bav: Songul - Kerîm
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 6 Tîrmeh 2017 / Qers

Nasnav:Dara Hemze
Nav û paşnav: Serhat Boztaş
Cihê jidayikbûnê:Qers
Navê dayikê û yê bav: Fehîme - Battal
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 6 Tîrmeh 2017 / Qers

Nasnav:Simko Agirî
Nav û paşnav:Mehmet Birgul
Cihê jidayikbûnê:Agirî
Navê dayikê û yê bav: Hulya - Abdulbakî
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 6 Tîrmeh 2017 / Qers

Nasnav: Mordem
Nav û paşnav:-
Cihê jidayikbûnê:-
Navê dayikê û yê bav: -
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 6 Tîrmeh 2017 / Qers

29 Tîrmeh 2017 

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPGê