HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û rayagiştî re!

1- Di çarçoweya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedranê Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me yên YJA-STARê roja 28ê Tîrmehê li hemebrî kozikên qereqola Dizgê ya girêdayî Şemzînanê ya artêşa tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine. Ji du milan ve êrîş birine ser dijmin, lê hijmara kuştî an birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin.

2- Roja 28ê Tîrmehê li hemberî konvoyeke meşîneyên bi zirx ên artêşa tirk a dagirker ên li nêzî Avkamasiya ya di navbera Cizîr û Şirnexê de dimîne, çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de derb li du meşîneyên cureyê Jîjo (kîrpî) dane, hijmara kuştî an birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin.Piştî çalakiyê kuştî an birîndarên artêşa tirk a dagirker bi ambulansan ci cihê çalakiyê kişandine û meşêneyên derb xwarine jî bi  meşînekêşan birine. 

3- Di çarçoweya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Lînda Ozgur de, roja 27ê Tîrmehê hêzên me, saet di 06:30ê de konvoyeke artêşa tik a dagirker a ku ji navçeya Pîranê ber bi qereqola Şingirikê ve diçû xistine bin çavdêriya xwe. Gava ev konvoy ji qereqola şingirikê vegeriyaye, saet di 12:30ê de ji navbereke nêz ve li panzera di konvoyê de dane. Hijmara kuştî an birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin.Piştî çalakiyê kuştî an birîndarên artêşa tirk a dagirker bi meşîneyên leşkerî û sivîl ji cihê çalakiyê birine.

Di heman rojê de, yekîneyeke dijmin a li cihekî nêz radiwestiya jî hêzên me xistine armanca xwe. Bi awayekî bi bandor li hêzên dijmin dane, lê belê hijmara kuştî an birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin.Piştî çalakiyê hêzên dagirker rêka di navbera Pîran û qereqola Şingirikê de qasî 6 saetan ji têperînê re girtine.

4- Roja 20ê Tîrmehê bi tevlêbûna 15 hezar leşkerên artêşa dagirker a tirk li herêma wanê operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin. Hêzên dagirker li van qadan xwe bi cih kirine: 

Girêdayî navçeya Elbax: Sokan, Şerefan, Sorxaç, Şaxê, Bêrik

Girêdayî qada Feraşînê: Newala Xurê, Girê Komando, Berêreş

Girêdayî Colemêrgê: Berçelan, Qirmêçê, Çiyayê Daholan, Çiyareşkê, Levînê, Çelabêj, Leyzokê, Astenga Dêra Feraşînê,  Pala Melixa, Kelacengê, Meydan Zengilê

Girêdayî Çataxê: Karçitê, Melîxa, Govikê, Şelatûnê û Kunavê

Hêzên me yên roja 20ê Tîrmehê li rastî hêzên dijmin ên li qada Melîxa hatine, bi dijmin re ketine şer. Li vê derê hijmara kuştî an birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin.

Roja 25ê Tîrmehê di navbera hêzên me û yên dijmin de li qada Dolamaran şerekî giran qewimiye. Di vî şerî de du hevalên me şehîd ketine, yek jî xwe radestî hêzên dijmin kiriye.

Roja 27ê Tîrmehê li qada Çalyanê hêzên me li hemberî hêzên dijmin ên derketine operasyonê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de 11 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa tirk a dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên skorsky ji qadê birine.

Di seranseriya operasyonê de hêzên dagirker ji bi gelê me yê bi sewalkariyê debara xwe dikin ji qadê derxînin zext û îşkence li gundiyan kirine.

Roja 27ê Tîrmehê hêzên dagirker gule reşandine ser meşîneyeke sivî a ji Çalyanê ber bi Wanê ve diçû. Sê sivîlên di vê meşîneyê de hatine birîndarkirin. 

Hêzên dagirker Operasyona xwe sibeha 29ê Tîrmehê xwe paş de vekişandine.

5- Roja 29ê Tîrmehê saet derdora 14:30ê de balefirên şer ên artêşa dagirker a tirk li Qadên Parastina Medya herêma Zapê û Gundê Filehan û di heman rojê de saet derdora 17:30ê de jî qada Çemço û Kela Bêdewê dane ber bombeyan.

6- Roja 20ê Tîrmehê li qadên Xiştan û Riçik ên girêdayî Dêrsimê artêşa dagirker a tirk bi desteka balefirên bêmirov û helîkopterê kobra operasyonek dane destpêkirin. Di heman rojê de saet derdora 14:30ê helîkopterên kobra ev qad dane ber bombeyan û helîkopterên skorsky jî leşker danîne qadê. Piştî danîna leşkerên dagirker, di navbera dijmin û hêzên me de şer derketiye. Di vî şerî de hevalekî me li hemberî dijmin bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye.

Agahiyên naskirina hevalê me yê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Agir Çiya
Nav û paşnav: Dawut Osmanpur
Cihê jidayikbûnê: Maku
Navê dayikê û yê bav: Zîwer Kurdiye – Sait Osmanpur
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 20. Tîrmeh. 2017 / Dêrsim

7- Roja 18ê Tîrmehê saet derdora 06:50î  hêzên me yên li rastî hêzên dijmin ên li qada Xapûşkê ya girêdayî Şemzînanê hatine, bi hêzên dagirker re ketine nav şer. Di vî şerê qasî nîv saetê ajotiye de, hijmara kuştî an birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin. Du hevalên me yên bi lehengî li hemberî dijmin şer kirine şehîd bûne. 

Agahiyên naskirina hevalên şehîd bûne wiha ye:

Nasnav: Cesûr Botan
Nav û paşnav: Ramazan Ekinci
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayikê û yê bav: Sabriye - Abdulah
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 18. Tîrmeh. 2017 / Colemêrg

Nasnav: Leşker Cûdî
Nav û paşnav: Metin Tetik
Cihê jidayikbûnê: Şırnex
Navê dayikê û yê bav: Zeynep - Mahmut
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 18 .Tîrmeh. 2017 / Colemêrg

8- Di daxuyaniya me roja 11ê Tîrmehê kribû de, me dabû diyarkirin ku  hêzên me roja 9ê Tîrmehê saet derdora 00.00ê de li hemberî warê polîsan ê li têketina Geverê ya navçeya Colemergê çalakiyek li dar xistine û di vê çalakiyê de 12 polîs hatine kuştin. Piştî çalakiyê, komek ji hêzên me yên xwe paşde vedikişînin dikevin kemîna ajan – kontra û nokerên li kampa Şûkê dimînin, li vê derê 2 gerîlayên me şehîd dibin.

 Agahiyên naskirina hevalên şehîd bûne wiha ye:

Nasnav: Dilgeş Amed
Nav û paşnav: Ahmet Bariş Tirk
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayikê û yê bav: Fatma - Riza
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 9. Tîrmeh. 2017 / Colemêrg

Nasnav: Nûrhak Siser
Nav û paşnav: Mehmet Bakir Başboga
Cihê jidayikbûnê: Betlîs
Navê dayikê û yê bav: Kamile - Necmetin
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 9 .Tîrmeh. 2017 / Colemêrg

30. Tîrmeh. 2017 

Navenda Ragihandina Çapemeniya HPGê