ji çapemenî û raya giştî re!
Li hemberî êrîşên artêşa Tirk çalakiyên bersivdayînê yên gerîlayên me bi awayekî bi bandor didomin. Di van çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin. Gerîlayên me li Bêşebabê li hember leşkerên di nav amadekariyên êrîşê de bûn çalakiyên berfireh pêk anîn.
LI GEVERÊ SKORSKY HAT DERBKIRIN
Di 24’ê Îlonê de saet 22.20'an helîkoptereke Skorsky a artêşa Tirk dema ji navçeya Geverê ber bi qereqola Bezelê diçû; gerîlayên me li hember vê ji 3 baskan bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê Skorsky darbeyeke giran xwar û ji qadê dûr ket. Piştî çalakiyê qereqola Bezelê; qadên li derdora xwe bi obus, hawan û tankan bombe kir.
Di 23’ê Îlonê de saet di navbera 12.00 - 18.00’an de li ser xeta herêma Zapê dema yekînîyeke gerîlayên me ji wezîfeyê vedigeriya; artêşa TC li ser rêya derbas dibûn ji qereqolên Şînozin û Girê Geryan bi obus, hawan û tankan bomberdûmanek pêk anîn. Gerîlayên me yên saet 18.00’an qedemeyekê vekişiyan, rastî artêşa TC hatin û pevçûneke demkurt rû da. Piştî pevçûnê hevalên me bi saxlemî vegeriyan baregeha xwe.
LI BÊŞEBAB ÇALAKIYA Bİ BANDOR WÊ DETAY PAŞÊ BÊN AŞKERAKIRIN
Li Botanê operasyonên berfireh û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk didome. Li hember vê tevgerê û amadekariyên êrîşê yên artêşa Tirk, 24’ê Îlonê li navenda Bêşebab a Şirnexê û derdora wê çalakiyeke berfireh pêk hatiye. Ji duh şev ve li hember nuqteyên leşkerî û ewlekariyê yên li navenda navçeyê û derdora wê bi bandor çalakî hatiye lidarxistin. Piştî gelek cihên leşkerî hatin tinekirin, artêşa TC bi balafirên şer cihên çalakî lê pêk hene û nuqteyên ku gerîlayên me bi dest xistine kirine hedef. Hê jî li derdora navenda navçeya Bêşebab pevçûn hene. Wê detayên li vê herêmê paşê bi raya giştî re bên parvekirin.
LI GABARÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN, TANKEK Û WESAYÎTEK DAG GEYÎGÎ JÎ HATE DERBKIRIN
Di 24’ê Îlonê de saet 12.45’an hêzên gerîlayên me li hember tabûra Girê Cotyar a Gabarê çalakiyek berfireh pêk anîn. Çalakiya ku ji bo bîranîna Şehîd Baran Dêrsim pêk hat, bi çekên ferdî û giran ve leşkerên di çeperên û wesayîtên qereqolê hatin hedef girtin. Yekîneyên me yên sûîqestê çalakî ji 3 baskan ve organîze kirin û di encama çalakiyê de 5 leşker kuştin û 1 jî birîndar bû. Her wiha di çalakiyê de tankek û wesayîtek Dag Geyîgî jî hat derbekirin. Piştî çalakiyê danê êvarî artêşa TC mirî û birîndarên xwe rakirin. Heta sibeha 25’ê Îlonê tabûrên Şexereş û TRT Gabarê giştî herêm bi obus û hawanan bomberdûman kir.
Di 24’ê Îlonê de saet 21.45’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Gûrînê ya navenda navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê çalakiyek serdegirtinê pêk anîn. Wê detayên çalakiyê piştre bê ragihandin.
‘BÛ BÛYERA DÊRIKA ÇIYAYÊ MAZÎ VE TI TÊKÎLIYÊN ME TINE YE’
Hindek derdor dixwazin kuştina 2 ciwanên li navenda navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê bi me yekîneyên gerîlayên me îfade bikin. Bi vê bûyerê re ti têkîliyên yekîneyên gerîlayên me tine ye.
‘LI QAMÛŞANÊ GERÎLAYEKÎ ME ŞEHÎD KET’
Di 20’ê Îlonê de saet 22.30’an yekîneyek gerîlayên me dema ji wezifeyê vedigeriyan li mintiqa Karabaş a girêdayî navçeya Qamûşanê ya Qersê ketin kemîna leşkeran û di pevçûnê de gerîlayekî me şehîd ket. Di medyaya şerê taybet de tê gotin ku 3 gerîlayên me bi birîndarî ketiye destê dijmin, ev agahî bê bingeh in, derew in. Nasnameya şehîdê xwe em ê piştre ragihînin.
Ev 3 roj e, artêşa TC li daristana Şenkaya ya girêdayî Erdexanê eraziyê derdora gund û tepeyên stratejîk dişewitîne.
Di 24’ê Îlonê de saet 14.30’an hêzên gerîlayên me li hember wesayîtek zirxî ya Dag Geyîgî ku ji qereqola Karinca diçû navenda Şenkayayê, kemîn danîn û bi çekên BKC û B-7’an ve lê dan. Hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin.
Di 25’ê Îlonê de saet 07.25’an artêşa TC bi helîkopterên Skorsky hewlda ku li girê Zargê yê li sêgoşeya Hênê, Licê û Karasê leşkeran deyne, lê hêzên gerîlayên me bi BKC, B-7 û çekên ferdî ve vê hewldanên wan bersivandin û helîkopter bê ku ti leşkeran deyne ji qadê dûr ketin. Piştî çalakiyê artêşa TC, bi tank û topan erazî rasterast bomberdûman kir.
LI TAXA BATMANÊ 2 WESAYÎTÊN ZIRXÎ HATIN DERBEKIRIN
Di 24’ê Îlonê de saet 07.45’an tîma Tolhildana Şehîd Baran li derdora taxa Batmanê ya girêdayî navenda Dêrsimê li hember 2 wesayîtên zirxî çalakiyek pêk anî. Di çalakiya bi BKC, B-7 û çekên ferdî ve pêk hat de wesayîtên zirxî bi roketan jî hatin derbekirin. Der barê mirî û birîndarên her du wesayîtan jî em negihiştin agahiyên zelal. Piştî çalakiyê helîkopterên Kobrayê êrîş birin ser qada çalakiyê.
Ji 17’ê Îlonê û vir ve rêyên Dêrsim-Pilûr û Dêrsim-Erzîncanê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne.
LI HEMBER HERÊMÊN GERÎLAYÊN ME ÊRÎŞÊN TOPAVÊJAN
Di 24’ê Îlonê de saet 09.00-11.00’an qereqola Şitaza ya girêdayî navçeya Şemzînanê ya Colemergê, herêmên Dola Ştaza û Bînbîr bomberdûman kir.
Di 24’ê Îlonê de saet di navbera 22.00-22.30’an qereqola Serbest a li sînorê Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, herêma Kuro Şîno bi obus, hawan û tankan bomberdûman kir.
BALAFIRÊN ŞER GELIYÊ DOSTKÎ BOMBERDÛMAN KIR
Di 24’ê Îlonê de saet 12.00 - 15.00’an balafirên şer ên Tirk herêma Geliyê Dostkî ya girêdayî navçeya Geverê ya Colemergê bomberdûman kirin.
TEVGERE HEWAYÎ DIDOME
Di 24’ê Îlonê de saet di navbera 08.30-23.00’an de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, herêma Metîna; saet di navbera 20.00-23.00’an herêma Garê; saet di navbera 09.00-11.00’an û 20.00-00.00’an de herêma Zap; ji 23’ê Îlonê ve li ser herêma Avaşîn, pêgerên hewayî yên keşfê geriyan.
Di 24’ê Îlonê de saet di navbera 12.30-13.30’an de li ser herêma Avaşîn û Zapê; saet di navbera 19.30-20.00’an û di 25’ê Îlonê de saet 04.30’an de li ser herêma Metîna; di 25’ê Îlonê de saet di navbera 00.30-01.30’an de li ser herêma Heftanînê tevgera balafirên şer hebû.
25 Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG