Ji çapemenî û raya giştî re!
Di çalakiya Nisêbîn a Mêrdînê de 6 leşker hatine kuştin. Li herêma Heftanînê balafira Bayraktar a keşif dikir hat xistin.
LI HEFTANÎN BALAFIRA KEŞFÊ HAT XISTIN
Dİ 25’ê Îlonê de saet 17.00’an balafireke keşfê ya bi navê Bayraktar ku li herêma Heftanîn bi armanca keşfê digeriya ji aliyê gerîlayên me ve hat xistin. Enqaza balafira keşfê ya hatiye xistin di destê gerîlayên me de ye.
Ji 23’ê Îlonê heta niha rêya ji gundê Merex ê girêdayî Cûdî diçe Gundik Remo ji aliyê artêşa Tirk ve bi wesayîtên zirxî hatiye girtin. Ji bo li ser gelê diçe şehîdgehan û tê zextan çêkin ev rê hatiye girtin.
Lİ MÊRDÎNÊ 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di 24’ê Îlonê de saet 22.45’an hêzên gerîlayên me ji bo bîranîna Şehîd Baran Dêrsim li hember qereqola Gurînê ya girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê çalakiyek serdegirtinê pêk anîn. Çalakî ji sê baskan ve pêk hat, tankekê derbe xwar ku nema bi kêr tê, cihê nîzamiyê û 2 çeper jî hatin îmhakirin. Di çalakiya ku 45 deqeyan berdewam kir de 6 leşker hatin kuştin.
ARTÊŞA TIRK LI MÛŞÊ DARISTAN ŞEWITAND
Li ser rêya Mûş û Kopê cerdevanên gundên Adgom û Lîzê kontrola rê kirin, tevî ku li herêmê ti pevçûn tinebûn jî, axaftinên wek pevçûn çêbûne belav kirine û di heman demê de erazî jî şewitandine.
Di 24’ê Îlonê de di danê êvarî, komek kontra li navbera gundên Anxalat û Destkomî yên girêdayî Bedlîsê wesayît sekinandine, li vir dest danîne ser wesayîtekê, ajokarê wê jî gulebaran kirin.
SER RÊYA ÇEWLİK Û ELEZÎZÊ PEVÇÛNÊN DIJWAR QEWIMÎN
Di 23’ê Îlonê de saet 20.00’an hêzên gerîlayên me li ser rêya Çewlik û Elezîzê kontrol bi dest xistin. Êvarî saet 21.00’an artêşa TC bi wesayîtên zirxî ve mudaxeleyî cihê çalakiyê kir. 2 wesayîtên Akrep ên mudaxele dikirin hatin îmhakirin. Ji mesafeyeke nêz pevçûn nêzî saetekê berdewam kir, sivîlek birîndar bû, gerîlayekî me yê dîl ket destê artêşa TC jî bi qetilkirinê şehîd ket. Di vê çalakiya hejmarek mezin tîmên taybet û leşker mirin de 7 hevalên me şehid ketin. Detayên berfireh wê piştre bên ragihandin.
Ev 2 rojên dawi, artêşa TC bi rêya hinek sîxuran daristana herêma Şehîd Huseyîn a girêdayî Kosorê şewitandin, ev şewat hê jî didome.
Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêyên Dêrsim-Erzîncan û Dêrsim-Pilûrê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne.
Di 19’ê Îlonê 2 helîkopterên Kobrayê herêma Nenîka ya girêdayî navçeya Pilûrê ya Dêrsimê bomberdûman kir. Piştî bomberdûmanê li eraziyê şewat çêbû, gel xwest vemirîne, lê leşkeran astengî derxistin.
Li herêmên Kirkmerdîven û Karadere, derdora gundê Elbaba yên girêdayî navçeya Pilûrê ya Dêrsimê, tevgera artêşa TC’yê heye.
Êrîşên Hewayî Û Topbarana Artêşa Tirk A Li Hember Herêmên Gerîlayên Me Bê Navber Didomin
Ji 23’yê Îlonê heta 24’ê Îlonê saetên êvarî bi piştgiriya pêgerên hewayî yê bê mirov; bi balafirên şer, obus û hawanan qadên Geliyê Dostkî û Bînbîr ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi awayekî zêde hatine bombekirin. Di encama bomberdûmanê de hevalê me Serbest Bêrîtan şehîd ketiye. Agahiyên der barê hevalê me yê şehîd de wê paşê bi raya giştî re bê parvekirin.
Di 25’ê Îlonê de saet 20.30-23.00’an balafirên şer ên Tirk bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bê mirov, mintiqa Bergarê ya girêdayî herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir.
Di 25’ê Îlonê de saet 16.00’an qereqola Oremarê, gundên Brê û Şûkê yên li sînorê herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi obus, hawan û tankan ve bomberdûman kir.
Di 25’ê Îlonê de saet di navbera 22.00-23.00’an de qereqola Arûşê, herêma Dûavê ya li sînorê herêma Metînayê bi obus, hawan û tankan ve bomberdûman kir.
Di 25’ê Îlonê de saet di navbera 17.00-18.00’an de helîkopterên Kobrayê girên derdora qereqolên Elemûn û Serbesta yên li sînorê Metînayê rasterast bomberdûman û gulebaran kirin.
Di 25’ê Îlonê de saet di navbera 21.00-22.00’an de li herêma Avaşîn, 20.30-23.30’an li herêma Zapê, 20.30-00.00’an li herêma Metîna tevgera balafirên şer hebû.
Di 25’ê Îlonê de saet di navbera 10.30-00.00’an de li herêma Zapê, di 26’ê Îlonê de saet 00.00-06.00’an li herêma Avaşînê, pêgerên hewayî yên bê mirov geriyan.
26 Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG