ji çapemenî û raya gîştî re!
Li hemberî polîtîkayên şer ên AKP’ê çalakiyên gerîlayên me HPG û YJA Star’ê didomin. Gerîlayên me dema ku kontrola rêyan dikirîn, di navbera qada Garisa ya Sêrtê û qereqola Xerxol de balafireke keşfê kêtîye
Balafıra Keşfê a Artêşa Tirk kêt
Di navbera rojên 17 û 18’ê Tebaxê di navbera qereqola Xerxol a girêdayî herêma Garisa ya Sêrtê û girê qereqolê de balafira bi navê Anka ya artêşa Tirk kÊt. Enkaza balafira keşfê hê jî li cihê bûyerê ye. Leşkeran kameraya li ser balafire rakirine. Di encama ketina balafira keşfê de li eraziyê şewat derketiye
Çalakiyên gerîlayen me di çarçoveya “Pêngava Şehîd Reşîd Serdar” de didomin.
Li gorve:
Di 21’ê Tebaxê de saet 10.00’an li hember qereqola Rûbarok a li ser xeta sînorê herêma Avaşîn û saet 12.30’î li hember qereqola Grana gerîlayên me bi çekên giran çalakî li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de li qereqolê zerara madî rû daye. Her wiha gerîlayên me yên YJA Star jî saet di navbera 15.00-17.00’an de li hember qereqola Tepê Sîvrî bi çekên giran çalakiyek li dar xistine.
Lı Colemêrgê Lı Hember Konvoyê Çalakî
Di 21’ê Tebaxê de saet 10.00'an li hember konvoyeke leşkerî ya ji Çelê ber bi Colemêrgê ve diçû; gerîlayên me li derdora gundê Dawûşa çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîtek bi temamî hat rûxandin, wesayîtek jî hate derbkirin. Di wesayîta hat rûxandin de hemû leşkerên têde mirine. Lê hejmara mirî û birîndaran zelal nebûye. Her wiha leşkerên bi konvoyê re dimeşiyan jî hedef hatine girtin, leşkerek hatiye kuştin 2 jî birîndar bûne. Paşê ambûlansên hatin cihê bûyerê mirî û birîndar rakirine. Piştî çalakiyê helîkoptera Kobra ya hat cihê bûyerê derdor rasterast gulebaran kiriye. Gerîlayên me bi çekên giran li helîkopterê dane û helîkopter vekişiyaye.
Lı Ser Rêya Colemêrg-Wanê Kontrola Nasnameyan
Di 21’ê Tebaxê de saet 20.30’î li nêzî gundê Xapitaxa yê girêdayî navçeya Elbak a Colemêrgê li ser rêya di navbera Wan-Colemêrgê de gerîlayên me kontrola rê kirine. Di 80 wesayîtên hatine rawestandin de kontrola nasnameyan hatiye kirin û heta roja din serê sibê rê di bin kontrolê gerîlayen me de maye. Piştî çalakiyê li ser herêmê balafira keşfê geriyaye.
‘Lı Hemberî Wesayîta Zırxî Ya Leşker Dıbırın Çalakıya Sabotajê’
Roja 21’ê Tebaxê saet di navbera 12:00 û 13:00’an de gerîlayên me li ser rêya di navbera Şirnex û Qilabanê çalakiyek li dar xistine. Çalakiya sabotajê ya li hemberî wesayîta istixbaratê ya Midûriyetê hat kirin re di heman demê de wesayît bi çekên ferdî û giran hedef hatiye girtin. Çalakiya sabotajê li hemberî wesayîta zirxî ya piştî çalakiyê ji aliyê leşkerên li Gundikê Melê ve ji bo mudaxaleyê hat jî hatiye lidarxistin û wesayît hatiye derbkirin. Her wiha hejmara mirî û birîndarên di encama çalakiya bi çekên ferdî û giran a li hemberî konvoya hat jî nehatiye zelalkirin. Piştî bûyerê herêma Çiyayê Fila bi obus û kobrayan hatiye bomberdûman kirin.
Roja 20’ê Tebaxê di saet 21:00’an de kulûbeyek polîsan a girêdayî mala polîsan a li navenda Şirnexê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye hedefgirtin. Hejmara mirî û birîndarên di kulûbeya bi çekên ferdî û giran hedef hat girtin nehatiye zelalkirin.
‘Wesayîtên Lı Kana Kevır Hatın Şewıtandın’
Roja 21’ê Tebaxê saet di navbera 19:30 – 20:00’an de, 6 kamyon, 1 taksî, 1 kepçe, 1 mînîbus, 1 pîkab bi giştî 10 wesayîtên li kana kevir a li ser rêya di navbera navçeya Midyad a Mêrdînê û Hezexa Şirnexê de ji aliyê gerîlayên me ve hatine şewitandin. Çalakî bi propaganda ji karkerên li kana kevir re bi dawî bû. Bi qasî 2 saeta piştî çalakiyê balafirên keşfê li ser herêmê geriyane.
Roja 21’ê Tebaxê saet di navbera 19:30 û 20:30’an de ji aliyê gerîlayên me ve li ser rêya Îpekê ya di navbera navçeya Cizîr a Şirnexê û Nisêbîn a Mêrdînê de çalakiya kontolkirina rê hatiye kirin. Ji 100’î zêdetir wesayît hatine sekinandin û ji wan re propaganda hatiye kirin. Tevî gulebarana hişyariyê jî wesayîteke reviyaye û wesayîteke taksî ya Midûrê Îş Bankasi ya Mêrdînê jî hatiye desteserkirin.
‘Çalakıya Sabotajê Lı Hemberî Trêna Bar’
Ev demek bû rêya trênê ya di navbera Mûş û Erziromê de di bin kontrola gerîlayên me de bû. Ev xet ji 20’ê Tebaxê ve hatiye vekirin û dixebite. Heman rojê di saet 11:30’an de gerîlayên me çalakiyek sabotajê li hemberî trêneke bar a ji navçeya Tetwan a Bedlîsê diçû Elezîzê li dar xistine. Di vê çalakiya sabotajê de 2 vagon hatine îmhakirin, 2 vagon jî ji rêya xwe derketine.
‘Rêya Amed Û Pasûrê Dı Bın Kontrola Gerîlayên Me De Ye’
Ji roja 27’ê Tîrmehê heya niha rêgehek li ser rêya di navbera navçeya Pasûr a Amedê û Mûşê di bin kontrola gerîlayên me de ye.
Roja 20’ê Tebaxê îstasyonek bazê ya li ser rêya Şêxan a girêdayî navçeya Pasûr a Amedê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye îmhakirin.
Roja 21’ê Tebaxê di saet 13:30’an de gerîlayên me çalakiya sûîqestê li hemberî qereqola Korxe ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê li dar xistine û leşkerek giran birîndar bûye.
‘Lı Hemberî Wesayîta Polîsê Sıvîl Çalakî’
Roja 21’ê Tebaxê di saet 01:00’an wesayîteke sivîl a polîsan a li Taxa Beşyuzevler a navçeya Peyas a Amedê dewriye digeriya ji aliyê gerîlayên me ve hatiye hedefgirtin. Di wesayîta ku zerar dît li bariyeran ket û polîsek giran bi giştî 2 polîs birîndar bûn.
Roja 21’ê Tebaxê di saet 15:10’an de li ser rêya trênê ya ji Darahênê ya Çewlikê diçe Elezîzê, gerîlayên me çalakiyek sabotajê di dema derbasbûna trênê de li dar xistine. Di çalakiya ku lokomotîfa trênê û rêya wê zerar dît, piştre jî cerdevan û tîmên taybet ji bo mudaxaleyê hatine cihê bûyerê.
Roja 17’ê Tebaxê, operasyona leşkerî ya artêşa Tirk li sêgoşeya Licê, Hênê û Karaz ên Amedê da destpêkirin hê didome. Leşkerên Tirk girê Zerga û qûntara wê girtine û helîkopterên Skorsky li ser herêmê digerin. Roja 20’ê Tebaxê di encama bombebarana bi Kobrayan a artêşa Tirk li sêgoşeya Amed, Farqîn û Karazê de hevalê me yê bi navê Şoreşger Kop şehîd bûye.
Heval Şoreşger ê navê Şoreşger li xwe kir û tevlî nava refên têkoşînê bû, xwe bi milîtantiya fedayî ya şoreşê ve girê da û bi fedakariya xwe xwedî sekneke mînak bû, em ber bi karwanên şehîdan ve bi rê dikin. Em soz didin ku van taybetmendiyên wî yên hêja yên dewrî me kirine bidin jiyandin û şoreşa misoger bigihînin serketinê.
Roja 18’ê Tebaxê gerîlayên me çalakiyek li hemberî wesayîtek zirxî li Taxa Hûzûr Evlerî ya Amedê li dar xistine. Di dema derbasbûna wesayîta zirxî de bi bombe û çekên ferdî hedef hatiye xirtin û hejmara mirî û birîndarên vê çalakiyê nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê wesayîta zirxî bi vincê hatiye rakirin.
‘LI HEMBERÎ KOMKUJIYÊN SIVÎLAN JI GERÎLAYAN ÇALAKÎ’
Piştî ku gerîlayên me li Eyaleta Amedê li hemberî komkujiyên sivîl çalakiya serketî li dar xistin vegeriyan cihên xwe.
Di şeva ku roja 21’ê Tebaxê bi 22’ê Tebaxê ve girê dide de saet di navbera 00:00 – 01:00’an de li ser rêya di navbera Tatos û Xinis a Erziromê, şîrketa Aydogdu ya ji bo AKP’ê dixebite tevî ku hatibû hişyarkirin jî lê dîsa hişyarî li ber çavan negirtin. Li ser vê yekê gerîlayên me konteynirek û 10 kamyon vê şîrketê şewitandin û îmha kirin.
Operasyona artêşa Tirk roja 20’ê Tebaxê li navçeyên Şîrwan û Xana Hewêl ên Sêrtê da destpêkirin roja 21’ê Tebaxê di saetên şev de bê ku encam bigire vekişiyaye.
Gerîlayên me çalakiya sûîqestê li hemberî qereqola Korxan a girêdayî Îdirê ya ji roja 14’ê Tebaxê ve di bin dorpêça gerîlayan de ye pêk anîn. Çalakiya sûîqestê roja 21’ê Tebaxê di saet 20:30’an de hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û piştî çalakiyê jî leşkeran herêm bi çekên A-4 rasterast gulebaran kirine.
Roja 21’ê Tebaxê îstasyona bazê ya Turkcellê ya li gundê Qarê yê girêdayî Agiriyê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye îmhakirin.
Roja 21’ê Tebaxê saet di navbera 15:00 û 17:00’an de artêşa Tirk bi balafirên şer û bi koordîneya balafirên keşfê, herêmên Deriyê Mûnzûr, Dola Kûtûdere, Kûrûdere, Dola PKK’ê, Rojdere, Kozmerîk, Deriyê Harpik, Qûntara Engirman, Bagkê yên girêdayî Dêrsimê hatine bomberdûmankirin. Her wiha qereqolên Yolçati û yên din yên li herêma Kûtûdereyê jî herêmên Rojdere û Deriyê Harpik bi obus û hewanan bomberanan kirine.
Roja 22’ê Tebaxê di saet 06:00’an de 3 helîkopterên Skorsky bi alîkariya helîkopterên Kobra leşker danîne. Di heman wextê de 3 helîkopterên kobra Kelha Seyîd Riza xistine.
Rêyên di navbera Dêrsim – Erzîngan û Dêrsim – Pulûrê di bin kontrola gerîlayên me de ye. Kontrola asayîşa vê derê berdewam dike.
Nasnameya hevalê me yê şehîd ketiye wihaye:
Nasnav: Şoreşger Kop
Nav û Paşnav: Serhat Taylan
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik û Bav: Çîçek -Hîkmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 20’ê Tebaxa 2015 / Amed
22 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandin HPG