ji çapemenî û raya gîştî re!
Tevgera hewayî û bomberdûmanên bi obus û hewanan ên artêşa Tirk her ku diçe zêdetir dibe.
Roja 21’ê Tebaxê saet navbera 21:00 – 22:00’an de qereqola Tepê Çete ya li ser xeta sînor a herêma Zagros a girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê herêmên derdora xwe bi obus û hewanan bi awayekî rasterast bombebaran kiriye. Bomberdûmanên artêşa Tirk li herêmên me yên gerîla her ku diçe zêdetir dibe.
Li gorî vê;
Roja 21’ê Tebaxê de di saet 10:30’an de qereqola Rûbarok a li ser xeta sînor a herêma Avaşîn; herêma Govendê, saet di navbera 16:30 – 17:30’an de qereqola Grana; herêma Şehîd Gafûr, roja 22’ê Tebaxê de saet di navbera 05:00 – 06:00’an de qereqola Oremarê; herêma Şehîd Gafûr bi obus, hewan û tankan bombebaran kiriye.
Roja 21’ê Tebaxê saet di navbera 22:00 – 23:00’an de qereqola Elemûn a li ser xeta sînor a herêma Metîna; girê Dêrsim, qûntara Zendûra bi obus û hewanan bombebaran kiriye
Roja 21’ê Tebaxê saet di navbera 09:00 – 10:00’an de qereqolên Girê, Serê Sêvê, Şkêr û Tepê Ortê yên li ser xeta sînor a herêma Zapê; herêmên Şehîd Mazlûm, Latê Kewa, Kale Nerwa û Tepê Komunîstan yên li herêma Çiyayê Reş, saet di navbera 11:00 – 12:00’an de qereqola Bilîcan; herêma Tepê Hakan, roja 22’ê Tebaxê saet di navbera 05:00 – 06:00’an de qereqolên Tepê Ortê û Bilîcanê; herêmên Gundê Hilal, Dola Şîfreza, Kanî Cinnetê, gundê Erbîş, Şehîd Şiyar, Şehîd Zekî, Boxaza Xusro, gundê Zevê û Gareyê Biçûk bi obus, hewan û tankan bombebaran kirine.
Tevgera Hewayî Dıdome
Roja 21’ê Tebaxê saet di navbera 12:30 – 13:00’an de tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk li ser herêma Gare ya Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê rû daye. Her wiha roja 22’ê Tebaxê de saet di navbera 07:30 – 11:00’an de pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêma Garê geriyane.
Roja 21’ê Tebaxê şewata piştî êrîşa hewayî ya li qûntarê gundê Mijê ya girêdayî navçeya Amediyê destpê kir hê jî didome.
Roja 21’ê Tebaxê saet di navbera 10:00 – 17:00’ê û 19:00 – 22:00’an de li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov geriyane. Her wiha saet di navbera 12:00 – 13:30’an de tevgera balafirên şer jî li ser herêmê pêk hatiye.
Gerilayen Me Li Heftanînê 13 Leşker Kuştin, Tankek Rûxandin
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li herêma Heftanînê dewam dike. ji hewayê bi balafirên şer, ji erdê ve jî bi hawan û obusan bomberdûmana li herêmê dewam dike û artêşa Tirk hewl daye ji bejahî ve bikeve qada Şehîd Kendal. Gerîlayen me bi çalakiyên bi bandor bersiva van êrîşan re hatiye dayîn .
19'ê Tebaxê, li hemberî leşkerên hewl didan ji 2 baskan ve xwe berdin nava qada Şehîd Kendal, gerîlayên me çalakî lidar xistin. Di çalakiya sabotajê ya li dijî baskekî hêza leşkeran de 6 leşker hatin kuştin. Di encama vê çalakiyê de baskê 2. di cih de xwe vekişandiye. Piştre artêşa T.C mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky û Kobra ji herêmê rakiriye.
21'ê Tebaxê saet di navbera 08:00-09:00 de artêşa T.C bi kemçeyên zirxî xwestiye bikeve nava qada Şehîd Kendal. Li hemberî vê konvoya ku maşîna Jammer jê re pêşengtî dikir, gerîlayên me çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de kemçeyeke zirxî hatiye rûxandin; leşkerekî tê de û 6 leşkerên li pêş kemçeyê hatine kuştin.
Gerîlayên Me Yja Starê Tankek Rûxandın
Di sibeha 21'ê Tebaxê de gerîlayên me yên YJA Starê, li hemberî tankeke hewl dida bikeve qada Şehîd Kendal çalakiyeke sabotajê pêk anîn û tank bi temamî rûxandin. Hejmara mirî û birîndarên li vê derê nehatiye zelalkirin.
Di 21'ê Tebaxê de saet di navbera 16:00-17:00 de artêşa T.C careke din xwest bikeve qada Şehîd Kendal. Li ser vê yekê gerîlayên me bi çekên giran bersiv dan û nehiştin leşker bikevin qadê. Di heman saetan de balafirên şer bi desteka pêgerên keşfê, qadên Şehîd Kendal û Deryê Davetiya, bombe kirin.
22 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandin HPG