Jî çapemenî û raya gîştî re!
Gerîlayên me di 1'ê Îlonê de li hemberî 5 wesayîtên zirxî yên li nava Qereqola Garê bi çekên giran çalakiyek pêk anî. Di çalakiya li dijî konvoya ji 60 wesayîtan a ji Wanê diçû Colemêrgê de 2 wesayîtên zirxî hedef hat girtin.
Gerîlayên Me Di Çarçoveya Pêngava Şehît Reşît Serdar Çalakî Li Darxistin
Di Roja 1'ê Îlonê de saet di 19:30 de, li hemberî 5 wesayîtên zirxî yên li nava qereqola Garê ya li ser sînorê herêma Xakurkê ye, hêzên me yên gerîla bi çekên giran çalakiyek pêk anîn û derb li her pênc wesayîtan hat xistin.
Di 31'ê Tebaxê de, gerîlayen me rêya di navbera Şemzînan û Gerdiya de girtibûn. Di 1'ê Îlonê saet di 09:45an de 7 wesayîtên zirxî yên artêşa TC xwest dest li çalakiyê werdin. Di encama lêdana gerîlayen me de, artêşa TC neçar maye xwe vekişîne. Di dema vekişînê de li qada gundê Navreza, gerîlayen me li hemberî wesayîteke zirxî çalakiyeke sabotajê pêk anîn û wesayîta zirxî di encama çalakiyê de bi temamî îmha bû. Hejmara mirî û birîndarên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin; mirî û birîndarên artêşa TC bi ambûlansan ji cihê çalakiyê rakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me Baz Baxtiyar û Baz Faraşîn hat kirin.
Di Roja 1'ê Îlonê de saet di 11:00 û 13:30 de, bi wesayîtên zirxî leşker ji bo bajarokê Rûbarok ê navçeya Şemzînanê hatine veguhastin.
ÇALAKIYA LI HEMBERÎ QEREQOLA GEMAN
Di 1'ê Îlone de saet di 14:30 de, gerîlayen me bi çekên giran li dijî qereqola Geman a li ser sînorê herêma Zagrosê, çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de kûle û mewziya tankê ya qereqolê hedef hat girtin û di encama derbên xurt de ji 5 leşkerên li van mewziyan 3 jê hatin kuştin. Piştî çalakiyê qereqola Gemanê bi çekên giran gule li derdora xwe reşand.
Di êvara 1'ê Îlonê de li hemberî pira Golka ya di navbera herêmên Salara û Bezelê yê Şemzînanê de ye, gerîlayen me çalakiya sabotajê pêk anîn û pir hat rûxandin. Her wiha 3 dozerên li vê derê ji aliyê gerîlayen me ve hatin şewitandin.
Di 1'ê Îlonê de saet di 22:00 de, gerîlayen me li hemberî stasyona Bazê ya li Geliyê Esendere yê navçeya Colemêrg Geverê, çalakiyeke sabotajê lidar xistin û di encamê de stasyona bazê bi temamî hat rûxandin.
Di Êvara 1'ê Îlonê de saet di 20:30 gerîlayen me li navçeya Colemêrg Çelê, 9 kesên ji tîmên tevgear taybet ên li ber Avahiya Hikûmetê kom bûbûn, hedef girtin. Ji cihekî 50 metre dûr rokêta B7 hatiye teqandin û ev roket li nava hêzên tevgera taybet teqiya ye. Di heman demê de derbên xurt li wesayîteke zirxî û mewziyeke li cihê bûyerê hatin xistin. Wesayîta zirxî û mewziya li vê derê bi temamî hatin rûxandin. Gerîlayen me bi çekên giran li Midûriyeta Emniyetê ya li kêleka Avahiya Hikûmetê jî xistine. Di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên artêşa TC çêbûne, lê hejmar nehat zelalkirin.
LI HEMBERÎ QEREQOLÊN SERÊ SEVÊ, ÊRÎŞ Û TEPÊ ORTÊ ÇALAKIYÊN HEVDEMÎ
Di Roja 1'ê Îlonê de saet di navbera 11:00-13:00 û 14:00-14:30 de, li hemberî qereqolên Serê Sevê, Êrîş û Tepê Ortê yên li ser sînorê herêma Zapê ne, gerîlayen me bi çekên giran çalakiyên hevdemî lidar xistin. Di encama van çalakiyan de li qereqola Serê Sevê 3 leşker, li qereqola Tepê Ortê jî leşkerek hat kuştin. Piştî van çalakiyan her sê qereqolan jî bi obus, hawan û tankan qadên Latê Kewa, Gundê Nerwa, Çarçerê, Yekdarê bomberdûman kirin.
Di 29'ê Tebaxê, artêşa TC a xwest kontrola rêya navbera Colemêrg û Çelê bixe destê xwe, derket operasyonê. Di operasyonê de bêyî ku encamekê bi dest bixe, artêşa TC xwe vekişand.
Di 1'ê Îlonê de saet di 20:30 de Li ser rêya Îpekê ya di navbera Guzeldere û Xoşatê yên navçeya Wan Payîzavayê, li hemberî konvoyeke ji 60 wesayîtan a ji Wanê diçû Colemêrgê, gerîlayen me çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di çalakiya sabotajê ya bi teqemeniya ji 200 kg'yî de, 2 wesayîtên zirxî yên bi tîpa kîrpî hedef hat girtin û ev her du wesayît bi temamî hatin rûxandin. Hejmara kuştî û birîndaran nehatiye tespîtkirin. 6 ambûlans piştî çalakiyê hatin cihê bûyerê û kuştî û birîndar rakirin.
Di Roja 1'ê Îlonê de saet di navbera 15:30 û 16:00 de, tîmeke me ya li ser rêya diçû qereqola Sêvînê ya Colemêrgê kontrol dikir, dest danî ser kelûmelên di wesayîtê de û wesayît şewitand.
Di 31'ê Tebaxê de saet di 09:25'an de konvoyeke leşkerî ya ji qereqola Elcî ya navçeya Wan Elbakê dixwest derbasî qereqola Boşanê bibe, rastî çalakiya sabotajê ya hêzên me yên gerîla hat. Di vê çalakiya ku ji bo bîranîna hevalên me yên li Dêrsim û Botanê şehîd ketin hat lidarxistin di ve çalakîye de, wesayîteke bi tîpa Revo hat îmhakirin û li gorî agahiyên hatine zelalkirin, 12 leşker hatin kuştin.
Di 1'ê Îlonê de saet di navbera 07:00-11:00 de, her wiha piştî nîvro saet di navbera 17:00-18:00 de artêşa TC bi hawanan ji Meşkanê li Geliyê Marînos daye û ji ber van êrîşan li herêmê şewat derketiye. Ev şewat hînê dewam dike.
Di 31'ê Tebaxê, wesayîteke transît a 13 polîs tê de bûn, dema dixwest ji Şirnexê biçe navenda navçeya Hezexê, saet di 12:20 de rastî çalakiyeke sabotajê ya tîma me ya gerîla ya Şehîd Gabar hat. Di vê çalakiyê de leşkerek mir, 4 jê giran 12 leşker birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna Cabbar Acar û ciwanên li Silopiyayê şehîd ketine, hate lidarxistin.
LI HEMBERÎ QEREQOLA KERESA ÇALAKIYA BI ÇEKÊN GIRAN Û SÛÎQESTÊ
Di sibeha 1'ê Îlonê de saet di 08:30 de, tîmek ya gerîlayen me ya sûîqestê ya Şehîd Harûn, li hemberî girê qereqola Keresa yê Şirnexê ji 2 baskan ve bi çekên giran û sûîqestê çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de 2 mewzî hatin îmhakirin. Bi zelalî 5 leşker mirine, leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê leşkeran bi obus û hawanan derdor bomberdûman kirin. Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Evîndar û 3 hevalên me yên şehîd ketine, hatiye lidarxistin.
Di 1'ê Îlonê de saet di 05:15 de hêzên me yên gerîla bi çekên giran û ferdî li hemberî tabûra Memîra ya Gabar-Çiravê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya ku xwaringeh û avahiyeke qereqolê hedef hatin girtin de, hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn, nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê leşkeran bi kobra, obus û hawanan qada Çiravê bomberdûman kirin.
Di 1'ê Îlonê de saet di 23:00 de li hemberî stasyoneke bazê ya Turkcell a di navbea gundên Silinge û Bamedî yên navçeya Mêrdîn Nisêbînê, hêzên me yên gerîla çalakiya sabotajê pêk anîn û di encamê de stasyona bazê hat rûxandin.
Di 28'ê Tebaxê li taxa Sanayî ya navçeya Mêrdîn Qoserê, li hemberî otobuseke zirxî ya polîsan a tê de 24 polîs hebûn, hêzên me yên gerîla çalakiya sabotajê pêk anîbûn. Me dabûn xuyakirin ku di vê çalakiyê de 2 polîs hatin kuştin, 6 jê giran 15 polîs birîndar bûn. Li gorî agahiyên hatin zelalkirin, di vê çalakiyê de 5 polîs hatine kuştin, 1 jê giran 11 polîs birîndar bûne.
Di 31'ê Tebaxê de piştî nîvro saet di 17:00 de gerîlayên me dest danîne ser wesayîteke kel û mel dibir ji qereqola bajarokê Derahinê ya Qilabanê. Ajokarê vê wesayîtê serbest hatiye berdan.
LI HEMBER FEBRÎQEYA ÎSKENDERÛN DEMÎR-ÇELÎK ÇALAKÎ
Di 29’ê Tebaxê de li hember Febrîqaya Demîr-Çelîk a li navçeya Îskenderûn a Hatayê gerîlayên me çalakiyek li dar xistin. Xeta boruya vê febrîqeyê ketiye rewşeke ku neyê xebitandin.
Di 1’ê Îlonê de saet 19.30' rêya Îpekê ya li nêzî gundê Malabadî ya di navbera Farqîna Amed û Êlihê de ji aliyê gerîlayên me ve hat girtin. Piştî kontrola nasnameyan der barê pêvajoyê de gel hate agahdarkirin. Ev rê heta saet 22.00’an di kontrolê de hatiye hiştin.
Duh êvarî saet 21.00 li hember îstasyona bazê ya Vodafone ya li gundê Heremo ya girêdayî navçeya Farqîn a Amedê tîmeke gerîlayên me çalakiyek li dar xistin. Ev îstasyona bazê bi temamî hat îmhakirin.
Di 1’ê Îlonê de saet di navbera 18.30 û 19.30’î de Rêya Îpekê ya di navbera Bedlîs û Xana Hewêl de ji aliyê gerîlayên me ve hate girtin. Li ser rêgehê nasname hatine kontrolkirin û der barê pêvajoyê de gel hate agahdarkirin. Îstasyoneke bazê ya aîdî şîrketa Turk Telekom a li ser rê rêgehê hate îmhakirin.
Di 31’ê Tebaxêde êvarî saet 21.00 rêya Gimgim û Kop ên Mûşê ji aliyê tîmek ya gerîlayen me hatiye kontrolkirin. Piştî kontrola nasnameyan der barê pêvajoyê de gel hate agahdarkirin. Ev rê sibeha 1’ê Îlonê de di saet 05.00’an careke din hatiye vekirin.
Ji 17’ê Tebaxê heta niha rêyên Dêrsim-Erzîngan û Dêrsim-Pilûr di kontrola hêzên me yên gerîla de ne.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, komên sivîl ên berxwedêr, di 1’ê Îlonê de saet 21.00 li bajaroka Stîlê ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê odeya muhabereyê, îstasyona înternet û bazê ya hundirê qereqoleke ku berê hatibû valakirin şewitandin û îmha kirin.
Li herêmên gerîlayen me tevgera keşfê
Di 1’ê Îlonê de saet di navbera 05.00 - 06.00’an de li ser xeta Avaşîn, heman rojê di navbera saet 08.00 - 22.30 û 2’ê Îlonê saet 08.00 - 13.00 li ser Garê pêgerên hewayî yên bê mirov geriyan.
Di 1’ê Îlonê de piştî nîvro saet di navbera 17.00 – 20.00’an de li qada Glîdag a girêdayî Bazid a Agirî pêgerên hewayî yên artêşa TC keşf pêk anîn.
Di 31’ê Tebaxê de saet di navbera 21.00 - 22.00’an de û di 1’ê Îlonê de saet 12.30’î artêşa Tirk a li derdora qada Şehîd Kendal a li ser xeta sînorê herêma Heftanîn li hember qada Deriyê Dawetiya bi topan bomberdûmanek pêk ani.
Di 1’ê Îlonê de saet di navbera 14.30 - 15.00’an de qereqola Erîş a li ser xeta herêma Zapê; gir û qûntarê Xeregol bi obus û hawanan bombe kir.
Di 2’ê Îlonê saet 09.00’an li hember qada Şerîban a girêdayî Besta ya Şirnexê qereqola Çelê Nimija bi obus û hawanan bomberdûmanek pêk ani. Di vê bomberdûmanê de li eraziyê şewat derket.
2 Îlon 2015
Navenda çapemenî û Ragihandina HPG