HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya gîştî re!

Ji 10’ê Tebaxê ve rêyên ji Gevera Colemêrgê tên Geliyê Doskî û diçe qereqola Oremar, rêya ji Mergê Zerê diçe qereqolên Şitaza û Oremar di kontrola gerîlayen me de ye. 2’yê Îlonê artêşa T.C li hember van qadan operasyonek da destpêkirin. Saet 10.00’an artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky leşker danîn Çelareşkê. Gerîlayên me bi awayekî bi bandor çalakî lidarxıst li artêşa T.C  ya dixwest ji 5 baskan ve ji Çelareşkê bikeve Geliyê Doskî ji . Leşkerên ji 3 baskan ve hatine windahiyên giran dan. Di vê çalakiyê de di baskê yekemîn de 10 leşker, di baskê 2’yemîn de 5 leşker û di baskê 3’yemîn de 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa T.C dema ketiye nav hewldanên ku mirî û birîndarên xwe rake hêzên me yên gerîla destûr nedane bikevin qadê. Pevçûn heta êvarî saet 19.00’an dewam kir. Her wiha bi çalakiyê re di heman demê de artêşa T.C ji qereqolên derdor qada Geliyê Doskî bi bi obus û hawanan bombe kir.

Li gorve:

Di 1’ê Îlonê de saet 16.00’an hêzên me yên gerîla li hember leşkerên li Tûgaya Şemzînanê çalakiyeke sûîqestê pêk anî. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Di 28’ê Tebaxê de  rêyên qereqolên Tûgaya Şemzînan ên li sêgoşeya Katûna, Helena û Garê ji aliyê gerîlayên me ve hat kontrolkirin. Li hember vê artêşa T.C, 2’yê Îlonê ji du baskan ve ji qereqolên Garê û Şemzînan li hember sêgoşeya Katûna, Helena û Garê operasyonek pêk ani. Her wiha saet 07.00 li ser qadê tevgera helîkopterên kobra rû daye, piştî hêzên me yên gerîla bi çekên giran li wan dan vekişiyane. Di operasyona bejahiyê de baskekî operasyonê ketiye qada gerîlayên me lê û pevçûneke demkurt rû da. Bi vê operasyonê re di heman wextî de artêşa T.C  bi balafirên şer, obus û hawanan sêgoşeya Helena, Katûna û Garê, Girê Genîş û Girê Konserve bombe kir. Li hember vê hêzên me yên gerîla bi hawanan qereqola Garê hedef girtin. Operasyon hê didome.

Di 3’yê Îlonê de saet 00.00 hêzên me yên gerîla li hember pira Qaportê ya di navbera Gever-Şemzînan çalakiyeke sabotajê pêk anîn û pir bi temamî hat rûxandin.

Di 2’yê Îlonê de saet 14.50 hêzên me yên gerîla li hember girên girêdayî qereqola Oremar a li ser sînorê Avaşîn bi çekên giran û ferdî çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de tankek, hawanek û çepereke A-4 hatiye derbkirin.

ÎSTASYONA BAZÊ HAT ÎMHAKIRIN

Di 2’ê Îlonê de saet 21.00'an de li gundê Albayrak a navçeya Elbakê ya Wanê gerîlayên me çalakiya teqemeniyê li hember îstasyonên bazê yên Turkcell, Vodafone û Aveayê  pêk anîn û  îmha kirin.

Di 2’ê Îlonê de saet 05.45'an de gerîlayên me li hember qereqola Kisimli ya navçeya Elbakê ya Wanê çalakiyek sekvaniyê pêk anîn û leşkerek kuştin. Piştî çalakiyê leşkerên hatin ser cenazê jî hedef hatin girtin û li vir jî leşkerek hat kuştin. Mewziya A-4’ê ku xwest mudaxele bike, ew jî hat derbkirin. Leşkerên mirî bi helîkopterên Skorsky hatin rakirin.

Di 1’ê Îlonê de li navenda navçeya Mîksê ya girêdayî Wanê tîmek ya gerîlayen me di saet 19.00’an wesayîteke zirxî hedwf girtin. Piştî çalakiyeke demkurt wesayît vekişaye.

Di 2’yê Îlonê de saet 13.30'an de tîmek gerîlayên me agir berdan wesayîteke ku erzaq dibir qereqola Bêgendê ya girêdayî navçeya Misircê ya Sêrtê û wesayît îmha kirin.

LI BESTAYÊ 19 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 1’ê Îlonê de grubek gerîlayên me yên diçûn qada Çiyayê Fillaha Bestayê kemîna  leşkeran danîbûn ferq kirin û pevçûn derket heta saet 19.00’an berdewam kir. Artêşa TC saet 16.00’an bi balafirên keşfê û 4 helîkopterên Kobra mudaxeleyî qadê kir, dîsa ji qereqolên Gundikê Melle û Çelê Nimêja yên Şirnexê bi obus û hewanan li qadê dan. Tevî van êrîşan li ser gerîlayên me jî bi bandor lê xistin û di encam de bi çav 15 leşkerên mirî hatin tespîtkirin, lê hejmara mirî û birîndarên wan zêdetir in. Wê agahiyên berfireh piştre bên ragihandin.

Di 2’yê Îlonê de saet 10.35'an de tîma me ya Şehîd Kamûran li ser girê ku ewlekariya Tûgaya Şirnexê dike çalakiyek sûîqestê ji bo bîranîna 4 hevalên me en li Bestayê şehîd ketine pêk anî û bi zelalî 4 leşker hatin kuştin.

 Di 1’ê Îlonê de saet 22.00'an de li gundê Şevaşor a navçeya Silopiya ya  Şirnexê îstasyona bazê ya Vodafonê bi çalakiyek teqemeniyê ji hêla gerîlayên me ve hat îmhakirin.

ŞEWATA DI ÊRÎŞÊN KOBRAYAN DE DERKET DIDOME

Di 2’yê Îlonê de saet navbera 16.00 û 17.00’an de 2 helîkopteran  li gundê Ebûbekîr a navçeya Berwarî ya Sêrtê dan û di encam de agir bi eraziyê ket, hê jî rewş didome.

Di 2’yê Îlonê de saet 19.00'an de qereqolên Tîrya û Xerxol ên girêdayî Garisa Sêrtê bi çekên giran erazî bomberdûman kirin agir bi erazî ket û hê jî erazî agir didome. Ji derveyî vê jî qereqola Sîryayê jî qada Herekolê bombebaran kir.

Di 2’yê Îlonê de saet 11.00'an de qereqola Bawênê ya girêdayî navçeya Darahênê ya Çewligê eraziya derdora xwe agir berdayiyê. Ev rewş berdewam e.

Di 2’yê Îlonê de saet 12.00'an de li hember qereqola Korxê ya navçeya Licê ya Amedê gerîlayên me çalakiyek sûîqestê pêk anîn û bi zelalî leşkerek hat kuştin. Dîsa kûle û konteynirek bi çekên ferdî û giran bi bandor hatin darbekirin lê di vir de hejmara kuştî û birîndaran nehat netkirin. Piştî çalakiyê leşkeran 15 deqeyan derdora xwe bi çekên A-4’ê gulebaran kirin.

Di 2’yê Îlonê de saet navbera 20.00-22.00’an de gerîlayên me li navbera Çewlig – Amedê kontrola nasnameyan kir û gel der barê pêvajoyê de agahdar kirin.

Di 2’yê Îlonê de qereqola Sûveren a navçeya Darahênê ya Çewligê agir berda eraziyê û ev agir hê jî nehatiye temirandin.

Di 2’yê Îlonê de saet 07.00-08.30’an de artêşa T.C bi 6 helîkopterên Skorsky leşker danîn girê Zerga yê di sêgoşeya Karas, Licê û Hênê.

Di 30’ê Tebaxê  de saet 21.30'an de li qada Yaylaya navçeya Darahênê ya Çewligê gerîlayên me îstasyonek bazê ya Turkcellê şewitandin û îmha kirin.

ÇALAKÎ JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD DÊRSIM PÊK HAT

Di 2’yê Îlonê de saet 10.00'an de gerîlayên me li hember qereqola Kanakderê ya Bedlîsê ji bo bîranîna Şehîd Dêrsim çalakiyên hemwext ên sûîqestê pêk anîn û di heman demê de jî bi çekên ferdî li nîzamiya qereqolê  dan. Di vê çalakiyê de 2 leşker mirin yek jî birîndar bû. Qada çalakiyê saet navbera 12.00-12.30’an de bi helîkopterên Kobra bi awayekî giran bomberdûmankirin. Helîkopterên Skorsky jî mirî û birîndarên xwe kom kirin. Di vê qadê de heta saet 14.30'an 4 pêgerên hewayî yên bê mirov keşfa xwe domandin. Şewata ku helîkopterên Kobrayê derxistin hê jî didome.

LI ELEZÎZÊ 6 POLÎS HATIN KUŞTIN

Çalakiyên me yên di çarçoveya pêngava Şehîd Rojhat Batman de pêş dikevin bi berfirehî didomin. Di 2’yê Îlonê de saet 20.15’an de li hember avahiya Emniyetê ya navçeya Qovanciyan a Elezîzê tîmên me yên tolhildanê yên Şehîd Firat û Şehîd Destan çalakiyek pêk anîn. Avahiya Emniyetê û polîsên li pêşiya wê komî disekinîn ji nêz ve bi B-7 û BKC’yan ji du baskan ve derbe xwarin û dîsa bi roketan li kulubeyên nobetê xistin. Bi zelalî 6 polîs mirin û hejmareke zêde polîs jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê gelek ambûlans hatin cihê çalakiyê mirî û birîndar kom kirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me Şehîd Firat, Şehîd Destan, Şehîd Cihan û Şehîd Ekîn Van pêk hat.

Ji 17’ê Tebaxê û vir ve gerîlayên me kontrolkirina rêya Dêrsim-Erzîngan û Dêrsim-Pilûrê  didomînin. Di vê derê de nasname tên kontrolkirin û der barê pêvajoyê de agahî tên dayîn.

HPG’Ê KONTRAYÊ BI NAVÊ ÎSMET TATAR Û KURÊ WÎ CEZA KIR

Di 27’ê Tebaxê danê êvarî de yekeyeke giredayî hezen me  HPG’ê Îsmet Tatar û kurê wî kuştin.  Destên wan kesan di xwîna gelek welatparêz û 4 gerîlayên me yê li Silopiyayê şehîd ketin hene.

Artêşa Tirk qadên gerîlayen me bombe dike

Di Roja 2'ê Îlonê de saet di navbera 15:30 - 19:00 de qereqola Bezelê ya li ser sînorê herêma Zagrosê, bi obus û hawanan girê Çarçela bombe kir.

Di 2'ê Îlonê de saet di navbera 17:00 - 18:30 de qereqola Sîvrî Tepe ya li ser sînorê herêma Avaşînê, qada Girê Sor, saet di 16:50 de qereqola Oremarê qada Şehîd Bager, qereqola Grana qada Mêrgê bi obus, hawan û tankan bombe kir.

Di 2'ê Îlonê de saet di navbera 17:00-18:00 û 21:00-22:00 de qereqola Bilican a li herêma sînor a Zapê, Garêya Biçûk û derdora wê bi çekên giran guleberan kir.

TEVGERA HEWAYÎ

Di 2'ê Îlonê de saet di navbera 16:00-17:00 û ji saet 21:00 heta saet 05:00 ê 3'ê Îlonê li herêma Zapê, 2'ê Îlonê saet di navbera 13:30-18:00 li herêma Heftanînê, 2'ê Îlonê saet di 14:00 heta 3'ê Îlonê saet 11:00 li herêma Avaşînê, 3'ê Îlonê saet di navbera 00:00-02:00 li herêma Garê pêgerên hewayî yên keşfê yên bêmirov geriyane. Di 2'ê Îlonê de saet di navbera 10:30-11:00 de balafirên şer li ser herêma Avaşîn geriyan.

3 Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG