Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
1. Di nav çarçoweya qonaxa duyemîn a Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me 12’ê Cotmehê saet 12.50’î li Colemêrg Geverê, bi ser yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker de dem ku ji girê Sîvrî ber bi qada Çarçella rê dihate çêkirin bi hewla ewlekariya xebatên rê bûn, çalakiyek li dar xixstin.
Ji du aliyan ve li yekîneya dijmin hate reşandin, diyarbûyî 2 leşker hatin kuştin, du mewziyan jî hatin tinekirin.
Hêzên me yên gerîla bi hevdemî yekîneya dijmin a li ser girê Sivrî kirine hedef. Derbeke serkeftî li kozikên dijmin hate xistin, di vê çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne baş diyar nebû. Piştî çalakiyê hêzên dagirker xebatên çêkirina rê rawestandin, qad dane ber obûs û hawanan.
2. 8’ê Cotmehê artêşa TC’ê ya dagirker gundên Şîşemzî, Xurekan û Zerellî yên li qada Esendere ya Colemêrgê bombe kirin. Piştî bombekirinê hêzên dagirker li qadê operasyon dane destpêkirin û bi ser gunê Şîşemzî û Xurekan de girtin. 11’ê Cotmehê hêzên dagierke ji gund vekişiyan, yekîneyên veşartî operasyona li qadê berdewam kirin.
3. 11’ê Cotmehê artêşa TC’ê ya dagirker li mintiqeyên Girê Kaplan, Gundê Pîran, Gundê Mîhtê, Gundê Hozê, Girê Rizdê yên bi ser Qilebanê ya Şirnexê de operasyonek kirin. 12’ê Cotmehê hêzên me bi ser yekîneya operasyonê ya herêmê de çalakiyek li dar xistine. Derbeke serkeftî li yekîneyên dijmin hatiye xistin, 4 leşker hatine kuşti nû 3 leşker birîndar bûne.
4. 12’ê Cotmehê li nêzî qereqola Serêkaniyê ya Bazidê ya Agiriyê yekîneyeke xef ketiye ber kontrola hêzên me. Hêzên me yekîneya veşartî demekê di kontrolê de hiştine û hemanrojê saet 11.00’an kirine hedefê de. Ji nêz ve derb li yekîneyên dijimn hatiye istin, 2 leşker hatine kuştin.
5. Kesekî bi navê Mehmet Devran Ayirbaz ku hevkarî bi dijmin re kiriye û rola wî di şehîdbûna hevalên me de heye 11’ê Cotmehê li Amedê ji hêla hêzên me ve hatiye cezakirin.
6. 27’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker bi mebesta dagirkirinê li mintiqeya Barzanê ya Başûrê Kurdistanê operasyon dabû destpêkirin. Di nav çarçoweya operasyonê de di navbera hêzên me û hêzên dijmin de şerekî giran derketiye, di şer de 28’ê Îlonê 5 gerîlayên me yên YJA Starê ji bo ku bibin asteng ku dijmin pêş ve nekevin, bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.
Gerîlayên me yên YJA Starê Ronahî Stêrk, Amara Zîlan Ararat, Jînda Îmralî, Asmîn Botan û Bêrîvan Amara di operasyona dewleta Tirk a dagirker de ku mintiqeya Barzanê dabû ber xwe, di şer de heta bi guleya xwe ya dawî şer kirine û nehiştine ku dijmin bi pêş ve biçe.
Her 5 hevalên me yên jin jî li parçeyên cihê yên Kurdistanê jidayik bûne û di dema ciwantiya xwe de di nav refên Têkoşîna Azadiya Kurd de cihê xwe girtine. Her pênc hevalên me yê ku nîşan didin PKK tevgereke netewî ye li çiyan hev nas kirine û di rêya azadiyê de bi giyanekî hevpar tevgeriyane.
Hevalên me Ronahî, Amara, Jînda, Asmîn û Bêrîvan ku li ser xeta azadiya jinê ya Rêber Apo ji bo ku bibim milîtanê vê xetê têdikoşîn, dane ber xwe ku li kûdera Kurdistanê dibe bila bibe, li dijî hemû êrîşên bi ser gelê me de ew ê li ber xwe bidin. Di nav têkoşîna me de ku giyanê netewî yê Kurd her carê lê zindî ye, pênce hevalên me ku li gorî vê helwestê tevlê bûbûn, herî dawî li Zagrosan li dijî operasyona dijmin a ku bi hezaran leşkerî pêk hatî, bi rengekî fedaî helwest nîşan dane û li dijî hewldana dagirkirinê ya TC’ê gotine, raweste.
Li dijî dewleta Tirk bi operasyona li mintiqeya Barzanê Başûrê Kurdistanê ji xwe re kirine hedef, hevalên me yên ku her yek ji wan bûne nûnerên rêça berxwedanê ya Zîlan û Bêrîtan a jina Kurd, careke dî nîşan dane ku herîla berdêla wê her çi dibe bila bibe wê gelê me biparêze. Em HPG di şexsê hevalên xwe Ronahî, Amara, Jînda, Asmîn û Bêrîvan de, ku bi canê we Kurdistan parastin û şehîd bûn, careke dî sond dixwin ku li her deverê em ê gelê xwe biparêzin û di serî de malbatên hevalên me yên şehîd, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.
Agahiyên sicîlê yên hevalên me yên şehîd wiha ye;
Nasnav: Amara Zîlan Ararat Nav û Paşnav: Seda Acar Cihê Jidayikbûnê: Wan Navê Dayik - Bav: Îpek - Seyîthan Cih û Dîroka Şehadetê: Barzan / 28’ê Îlon 2017 |
Amara – Seda Acar
Nasnav: Asmîn Botan Nav û Paşnav: Berçem Aslan Cihê Jidayikbûnê: Manîsa Navê Dayik - Bav: Zubeyde - Ahmet Cih û Dîroka Şehadetê: Barzan / 28’ê Îlon 2017 |
Asmin – Berçem Aslan
Nasnav: Berîvan Amara Nav û Paşnav: Dîlan Karadag Cihê Jidayikbûnê: Riha Navê Dayik - Bav: Fîgen - Salih Cih û Dîroka Şehadetê: Barzan / 28’ê Îlon 2017 |
Berivan – Dilan Karadağ
Nasnav: Jînda Îmrali Nav û Paşnav: Meroş Muhammed Cihê Jidayikbûnê: Efrîn Navê Dayik - Bav: Azîme - Abdûlhennan Cih û Dîroka Şehadetê: Barzan / 28’ê Îlon 2017 |
Jinda – Meroş Muhammed
Nasnav: Ronahî Stêrk Nav û Paşnav: Zeynep Remo Cihê Jidayikbûnê: Heleb Navê Dayik - Bav: Emîne - Mûhammed Cih û Dîroka Şehadetê: Barzan / 28’ê Îlon 217
|
Ronahi – Zeynep Remo
13'ê Cotmehê 2017
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê