Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
1. Hêzên me di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, di roja 13’ê Cotmehê seat 09:20’an de li dijî hêzên dagirker yên li girê Şehîd Elîşêr yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiya sûîqastê li dar xistine. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
2. Roja 27’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker bi armanca dagirkirinê li herêma Barzan a dikeve nav sîno
rên Başûrê Kurdistanê operasyonek dabû destpêkirin. Hêzên me roja 13’ê Cotmehê di saet 15:00’an de li girê Koordîne yê girêdayî herêma Adilbeg li dijî yekîneya dijmin çalakiyek li dar xist. Li vê derê bi qasî hate tespîtkirin 4 leşker hatine kuştin.
3. Di 13’ê Cotmehê de hêzên me yekîneyeke dijmin a ku li derdora gundê Kale Kundir a Dersimê kemîn danîbû, xistine bin kontrola xwe. Di heman rojê saet di 14.00’an de hêzên me li vê yekîneyê dane. Di vê çalakiyê de 5 leşker hatine kuştin û leşkerek birîndar bûye.
Hêzên dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine û bi helîkopteran li qada çalakiyê dane.
14'ê Cotmehê 2017
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê