Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:
1. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe;
– Di 15'ê Avrêlê de li qada Sîdayê çeperên me yên berxwedanê carekî bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.
2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– Di 15, 16 û 17’ê Avrêlê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî, li Xakurkê herema Geliyê Lolan û çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê bi helîkopterên êrîşê 17 caran, bi obus, tank û çekên giran 53 caran hatin bombekirin.
17’ê Avrêla 2023
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê