HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

1. Li herêma Zapê;

– Di 17’ê Avrêlê di navbera saet 04:00 û 07:00’an de dagirkeran  bi çekên giran êrîşî Qada Berxwedanê yên Girê Cûdî kirin, hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dan û di encamê de navbera hêzên me û dagirkeran de pevçûn derket.

2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

– Di 17 û 18’ê Avrêlê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî û çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê bi helîkopterên êrîşê 12 caran, bi obus, tank û çekên giran 36 caran hatin bombekirin.

 

18’ê Avrêla 2023

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê